Di 29ê Gulanê 2020 de, vîdyoyek li ser tora Internêtê belav bû, ku ji hindirê navenda Koma El-Hemza ya girêdayî “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ku Tirkiyê piştevaniya wê dike, li bajarê “Efrînê” yê di bin desthilata Tirkiyê de hatibû kişandin, dema ku hejmarek ji sivîlan û çekdaran êrîşî wê navendê kirin. Di vîdyoyê de diyar bû ku 8 xanim û zarokek
di wê navendê de girtî bûn. Sedema êrîşa li ser navendê jî ew bû, ku di 28ê Gulanê 2020 de, çekdarekî ji koma El-Hemza narincokek (bumbeyeke destan) avêtibû hindirê firoşgeheke koçberekî sivîl ji Xûta Rojhilat. Di encamê de du kesên sivîl, ku yek ji wan zarok bû hatin kuştin, û du kesên din jî birîdar bûn, ji lewre hejmarek ji nişteciyan derketin xwenîşandanekê li pêşiya navenda wê komê, û tê de doza radestkirina sûcdaran kirin, herwiha zêdegaviyên carandî yên çekdaran dermafê sivîlan şermezar kirin.
Tevî ku di vîdyoyê de tê xuya kirin ku xanimên girtî têne rizgar kirin, lê cihê wan ta vê kêlîkê ne diyare, ne jî navên wan û nasnameyên wan, û sedemên binçavkirina wan, bi ser de jî nûçene sawedar belav bûn, ku ew careke din hatine radest kirin bo koma El-Hemza ya naskirî bi encamdana binpêkirinên bê ser û ber, ji dizînê, û revandinê, û kuştinê, û herwiha tirsandina sivîlan. Ji aliyekî din ve Navenda Belgekirina Binpêkirinan Li Sûriyê di nûçeyeke xwe de da zanîn ku ew xaniman bo Asayişa Leşkerî hatine radest kirin.
Di heman demê de, hin çalakvanan dikarîbûn ku navê didwan ji xanimên ku di wê vîdyoyê de diyarbûyî belge bikin, yek ji wan “Heyfa El-Casim” ji Efrînê ye, ku ji sala 2018an ve girtî ye, û ya din jî “Rûkan Menla” ji bajarokê “Ciwêq” e, ku ji Tîrmeha 2019an ve girtî ye, her li gor zanyariyên wan çalakvanan, û ev tê wateya ku bi kêmanî yek ji wan xaniman du salan di girtîgeheke komeke leşkerî de girtî maye, bê ku malbata wê ti zanyaryan ser cihê wê, sedemên girtina wê, û herwiha rewşa wê nas bikin.
Em di “Tevgera Malbatên Ji Bo Azadiyê” de tengijîn ji dîmenên wan xaniman û zarokê ku di navendeke leşkerî de, di siya rewşeke ne layiqî rûmeta mirov de girtî bûn. Ji lewre em hewildanên Koma El-Hemza ji bo derxistina mehneyan di vê derbarê de şermezar dikin, ji ber ku nediyarkirina çarenivîs û nasnameya girtiyan tê wateya, ku malbatên wan nikarin pêwendiyê bi wan re bikin, ne jî karin ji wan re parêzer hêspar bikin, wiha ew ji dadmendiyê bê par dimînin. Herwiha em reftarên cihêker ser bingehên nijadperestî an olî an herêmî an zayindî, ji çi hêlê ve bin, şermezar dikin.
Herwiha em berpirsyariya saxlemî û serbestberdana xanimên girtî dixin stuwê desthilatên heyî li Efrînê, û ser serê wan hêzên Tirkiyê, ku ew hêzên sereke ne di rêvebirina bajar de, û ji ber ku ger ne ji nermahiya Tirkiyê be, komên Artêşa Niştîmanî ya Sûrî, û Asayişên Leşkerî û yên sivîl, nikarin binpêkirinan û zêdegaviyên weke vê bikin.
Binçavkirina 8 xaniman ne bûyera yekê ye, û ne jî ya bitenê ye li Efrînê, ku komên Artêşa Niştîmanî ya Sûrî, yên Tirkiyê piştevaniya wan dike, di heyama herdu salên buhurî de, û li pêş çavê Tirkiyê, her berdewamin di kiryarên girtinê û revandina bi neçarî dermafê sivîlan ji Ereban û Kurdan, li gor raporên hin rêxistinên mafnasî yên navdewletî, wekî Komîteya Navdewletî ya Serbixwe bo Lêkolînê Derbarê Sûriyê, û Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî. Herwiha hin rêxistinên mafnasî yên Sûrî “Binçav kirina 506 kesan bi neçarî li Efrînê di heyama nîvê duyem ji sala 2019an ve” belge kirin, û her tekez kirin ku “Ji destpêka sala 2020an ve, di nava windabûyan de li navçeya Efrînê, bi kêmanî 15 jin hene”.
Raporên rêxistinên mafnasî diyar dikin ku komên Artêşa Niştîmanî sivîlên girtî li navendên xwe yên leşkerî, bi awayekî her wekî rêjîmê îşkence dikin, bi ser de jî dibêjin em şerê rêjîmê dikin, ev ji bilî karên revandinê û ferhodkirinê û xwestina peran ji girtiyan û malbatên wan beranberî serbestberdana wan.
Em di “Tevgera Malbatên Ji Bo Azadiyê” de û rêxistinên ku li ser vê daxuyaniyê îmze kirine, ji Desthilata Tirkiyê
dixwazin ku bi lez tev bigere û fişarê li hêzên xwe û komên Artêşa Niştîmanî ya Sûrî û Asayişa Leşkerî û ya Sivîl li
bajarê Efrînê bike, her ji bo:
- Eşkere kirina cihê xanimên girtî û diyar kirina nasnameyên wan, û serbestberdana wan di cî de.
- Vekirina lêkolînekê derbarê sedemên girtina xaniman, û zelal kirina rewşa wan di heyama dema girtinê de, û siza
kirina sûcdaran. - Serbestberdana tevahiya kesên ku di navendên komên leşkerî de girtî ne, nemaze jinan û zarokan, û siza kirina
binpêkeran. - Rawestandina karên binçavkirinê li Efrînê bêyî ragirnameyeke fermî ji aliyên dadwerî yên pispor.
- Rêgirtina li pêş rewşên girtinê yên bê dadgeh kirin.
- Vekirina rê li pêş rêxistinên bê alîyane da ku derbasî tevahiya girtîgehan bibin, û rewşa mirovahî ya girtiyan, û bi taybet ya jinan bişopînin.
- Zelal kirin û şirove kirina bingeh û yasayên ku girtin li gor wan tê encam dan, û belavkirina wan bi zimanekî zelal û têgihiştî bo tevahiya nişteciyên bajarê Efrînê.
Tevgera Malbatên Ji Bo Azadiyê daxwazê ji hemû rexistinan û desteyên mafnasî, yên navdewletî û xwecehî, û herwiha aliyên navdewletî yên xwedî bandor di doseya Sûriyê de dike, ku fişarê li Desthilata Tirkiyê bikin ji bo rawestandina binpêkirinên mafên mirov û girtinê li deverên jêr desthilata hêzên wê li Bakurê Sûriyê.
Peymankar:
- Caesars Families Association
- Syrians for Truth and Justice – STJ
- Impunity Watch
- Badael
- Dawlaty
- Urnammu
- Syria Campaign
- Release Me organization
- Women Now for Development
- Syrian league for Citizenship
- Cairo Institute for Human Rights Studies (CIHRS)
- Violations Documentation Center in northern Syria