Home Daxuyanî û daxuyaniyên çapameniyê Kongirê Brûksilê 5 – Divê ku zimanên Kurdî û Siryanî, wekî zimanin sereke berdest bibin

Kongirê Brûksilê 5 – Divê ku zimanên Kurdî û Siryanî, wekî zimanin sereke berdest bibin

25 Rêxistinên Sûrîyayî ji Yekîtiya Ewropayê dixwazin ku zimanên xwecehî yên Sûriyê di tevahîya qonaxên Kongirê de peyda bibin

by bassamalahmed
89 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Di 18ê Reşemeha 2021an de, Yekîtîya Ewropayê bi rêya “koma Kongirê Brûksilê yê pencemîn” dest bi şandina vexwendinên hazirbûnê yên (Brûksil 5), derbarê pêşeroja Sûrîyayê û navçeyê, û herwiha daxwaza pişkdariyê di hevpeyvînan de bi rêya Internêtê ji Civaka Sivîl kir, û hat xuya kirin ku kesên bi karûbarê Kongirê rabûne, hebûna zimanên xwecehî yên Sûriyê, wekî zimanê Kurdî û yê Siryanî di tevahîya pêwendiyên amadekarîya Kongirê de, wekî şêweyekî misogerkirina nûnertîya tevahîya pêkhateyên Sûrîyayê ye, paşguh kirin e.

Kongirê navbuhurî bi armanca piştgirîya pêşeroja Sûrîyayê û herêmê tê li dar xistin, ji lewma rêxistinên îmzekar dibînin gelekî girînge ku tevahîya pêkhateyan ji xelkên Sûrîyayê bên agahdar kirin bi karê pirojeyeke wiha, ku pêşeroja wan gengeşe dike, û tê de beşdar bibin, nemaze ew komên ku di heyama dehsalên berê ji temenê Sûrîyayê û herêmê de, rastî zordariyê hatine. Herwiha ji bo bi cî anîna armancên çavrêkirî ji Kongirên hevpeyvînî yên wiha bi awayekî dadmend û herdemî, divê ku ew beşdarbûn rasteqîne û xweyî wate be, û danûstendin û gotarên taybet bi beşdarbûyan bi zimanê wan ê dayikê be, çi ku dê ev yek hest bide wan ku ew beşekî rasteqîne ne ji her gavekê yan çareserîyekê ku tê gengeşe kirin.

Axaftin û hevgihiştin bi zimanê dayikê, yek ji mafên mirov ên sereke ye, çi kes û çi kom bin, û divê ku bê rêzgirtin, û rê li pêş beşdarbûyan bê vekirin ku hest û gotarên xwe bi zimanê xwe vebêjin. Lewma, Rêxistinên ku li ser vê nameyê îmze kirine, ji birêveberên Kongirê Brûksilê yê pêncemîn dixwazin ku gavin birêkûpêk bavêjin ji bo berdestkirina zimanên xwecehî li Sûrîyayê, nemaze zimanê Kurdî û yê Siryanî, wekî zimanin sereke di tevahîya qonaxên Kongirê de.

Rêxistinên îmzekar:

  1. Al Rajaa Organization for Relief and Development
  2. ASO for Consultancy and Strategic Studies
  3. ASO News Network
  4. Civil Cooperation Team
  5. DAN for Relief and Development
  6. Dawlaty
  7. Dernaa for development
  8. DOZ_Syria
  9. Euphrates ERDO
  10. Ezdina Organization
  11. GAV for Relief and Development
  12. Hevdestî Association (Taazour) for the Victims of Turkish Military Offensives in NES
  13. House of Citizenship Organization
  14. International War and Disaster Victims Protection Association – IPV
  15. Kurdish legal Committee
  16. Nabd Team
  17. NGO PLATFORM in NES
  18. Peace land
  19. PÊL- Civil Waves
  20. Publish Path
  21. Shar for Development
  22. Syrian Kurdish Journalists network
  23. Syrians for Truth and Justice
  24. TEVN Corporation
  25. Weqaya

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More