Rêxistinên Sûrîyayî yên îmzeker li ser vê daxuyanîyê, bi şermezarî û tirseke mezin, hewldanên desthilatên veguhêz li Şama paytext der barê astengkirina bikaranîna zimanê Kurdî li parêzgeha Hesekê, dişopînin. Mînak, bûyera Koşka Dadwerîyê li nava bajêr, ku Hikûmeta Şamê li ser bidûrxistina zimanê Kurdî ji tabloye sereke ya li derve, rijd bû. Tu sedem ji bo van reftaran ji hêla Hikûmeta Veguhêz ve nayên dîtin û bûn sedema tirseke rastîn ya pabendîya desthilatên veguhêz bi rêzgirtina li pirzimanîyê li deverê, ji ber bikaranîna zimanekî tenê di pênasekirina dezgeheke fermi di devereke pirziman û pirşand de ku Ereb, Kurd, Sûryan û netewên din lê nişte dibin.
Rêxistinên îmzeker dibînin ku kiryarên dawî yên desthilatên Sûrîyayî li dijî Peymana Navdewletî ya Mafê Mirovan e, li dijî prensîb û bendên Ragihandina Destûrî ya Demkî ye, ku bi eşkeretî nîşan dide ku dewlet: “pirrengîya çandî di civaka Sûrîyayî de bi hemû pêkhateyên wê, di gel mafên çandî û zimanî bo hemû Sûrîyayîyan, diparêze.” (Madeya 7an), ev kiryar her weha li dijî madeya 2yem ya biryara (13) ya girêdatî mafên Kuran e.
Dûrxistina zimanê Kurdî ji bikaranîna di warê giştî de, nîşana berdewamîya hişmendîya dûrxistina çandî ye, ya ku Sûrîyayî bi giştî û Kurd bi taybetî bi dehên salan qurbanîyên wê bûn, bi rêya siyasetên sîstematîk di dijî nasnameya wan a netewî, çandî û zimanî û hewldanên tunekirina wê di jîyana rojane de.
Rêxistinên îmzeker giringîya parastina pirrendîya çandî û zimanî di avakirina aştîyeke domdar li Sûrîyayê, li ser bingeha qebûlkirin û rêzgirtina li pirrengîyê, bi bîr tînin. Ev qebûlkirin dikare bibe rêya sereke û bingehîn ya girtina rê li çi nakokîyên bê be, li welatekî ku 14 salan êşa şerê xwîndar û dehsalên çewsandinê der heqê hemû Sûrîyayîyan, ji Kurd, Ereb, Sûrîyan û Aşûrîyan, kişandiye.
Ji ber daxwazên me yên biserketina qonaxa veguhêz, da ku paşguhkirina çandî û zimanî nebe sedema nearamîyê û sedemeke belavbûna gotara kînê û jinûçêkirina nearamî û parçebûnê û gefxwarina li aştîya navxweyî li Sûrîyayê, em doza pabendîya bi berpirsyarîyên navdewletî, û peymana navdewletî ya mafên mirovan ji desthilatan dikin da ku siyasetên cudakirin û dûrxistinê qedexe bibin.
Danasîna destûrî û qanûnî bo zimanê Kurdî weke zimanekî fermi, vegerandina mafekî rew ye piştî bi dehên salan ji berxwedana siyasî û ya mafan di nav kurdan de, û pabendîya hikûmetê bi beşdarkirina hemû pêkhateyên Sûrîyayî di avakirina pêşeroja welatê wan de di qonaxa veguhêz de, nîşan dide. Ji lew re, rêxistinên îmzeker li ser daxuyanîyê ji desthilatên veguhêz dixwazin ku:
- Danasîna Zimanê Kurdî weke zimanekî fermî li Sûrîyayê ku di warê giştî de, perwerdeyê û dezgehê fermî de, tê bikaranî
- Pabendîya dewletê bi hemû dezgehên xwe, bi piştgirî û çesipandina bikaranîna zimanên navxweyî li Sûrîyayê û danîna qanûn û biryaran ji bo vê armancê.
- Danîna demlidest ya biryarên rêzgirtina li pirrengîyê li Sûrîyayê û bihêzkirina bikaranîna zimana di ware giştî de bêyî dûrxistin û tunekirina çi siyasetên cûdaker ku li gor Qanûna Navdewletî ya Mafên Mirovan qedexekirî
- Pabendîya bi berpirsyarîyên Sûrîyayê yên navdewletî û avakirina jîngeheke guncaw û piştgirîya pêwîst bo parastina zimanên heyî li Sûrîyayê, di nav de zimanê Kurdî û garantîkirina bikaranîna azad û bê astengî bo ziman.
- Garantîkirina destûrî bo mafê hemû pêkhateyên Sûrîyayî di fêrbûn û fêrkirina zimanê dayikê de û tevlîkirina wê bo siyasetên perwerdekirin, fêrkirin û çandê li Sûrîyayê .
- Tawankirina hemû hewldanên helandin û asîmîlekirina ziman û çandên cuda di zimanekî an netewekê de û dîtina van kiryaran weke cudakirina nijadî û dîtina pirrengîya zimanî û çandî weke zengînî û hêzekê bo Sûrîyayê.
- Çakkirina ragihandina destûrî da ku danasîna eşkere ya pirrengîya çandî û zimanê li Sûrîyayê li xwe bigire û da ku di destûra dayim ya welat de hebe.
Rêxistinên Îmzeker:
- ASO Consultancy & Strategic Studies
- Ahrar – Syrian Libral Party
- The Union of Intellectuals
- The Humanitarian and Development Cooperation Organisation (HDC)
- ACHTI Center
- Ahlam Saghira
- Artist Team
- Ambassadors for People With Disabilities
- Analysis and Strategic Studies
- Ella Organization for Development and peace building
- PÊL – Civil Waves
- Environmental Green Tress Association
- Dar Association for Victims of Forced Displacement
- Syrians for Truth and Justice (STJ)
- Synergy Association for Victims
- RÊ for Rehabilitation and Development
- TEVIN. Independent Think Tank for Kurdish Affairs
- Shawishka Association for Women
- Mbader Association for Community Development
- Ronî Peywend for Community Leadership
- Peace She-Leaders Network
- Kobani Organization for Relief and Development
- Malva for Arts and Culture
- Rose Organization for Support and Empowerment
- Nextep Organization
- Yalda Community Center
- HÊZ Awareness
