Home Daxuyanî û daxuyaniyên çapameniyê Daxuyanîyeke Hevbeş Der Barê Bûyerên Dawî li Dêra Zorê

Daxuyanîyeke Hevbeş Der Barê Bûyerên Dawî li Dêra Zorê

Rêxistinên li ser daxuyanîyê îmze kirine, doza parastina sivîlan û çareserkirina koka sedemên nakokîyên dawî dikin

by communication
45 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic, French, Turkish Font Size A A A

Di 27ê Tebaxa 2023yan de, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) destpêkirina operasyoneke ewlekarî li Dêra Zorê bi navê “Xurtkirina Ewlehîyê” bi daxuyanîyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand. Daxuyanîyê armancên operasyonê destnîşan kirin û tê de hate gotin: “Ev operasyon – bi armancên taybet – berfirehkirina operasyonên berê yên li herêma Cizîr û Reqqayê ye; ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ’ê, pêşîgirtina li operasyonên wan ên gengaz û şopandina sûcdarên ku neheqî li xelkên sivîl kirine, her wiha ji bo şopandina qaçaxçîyên ku debara jîyana xelkê xistine bazarê jî hatiye destpêkirin.

Piştî vê daxuyanîyê, biryarek di 30ê tebaxa 2023yan de derket, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) tê de bidûrxistina serokê Encumena Leşkerî ya Dêra Zorê (Ehmed El-Xebîl/ Ebû Xewla) ragihand. Li gor biryarê, girtina wî xwe spart fermana Dozgerîya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.

Di rojên pêşîn ên operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” de, şer di navbera endamên Encumena Dera Zorê ya Leşkerî û hêzên operasyonê de rû da. Meydana vî şerî li hejmareke bajarok û gundên gundewarê bakurê Dêra Zorê, mîna bajarokê Bisêrayê bû, paşê berfirehtir bû û gihaşte herêmên gundewarê rojhilatî mîna bajarokên Zîban û Şihêlê.

Bi sedan endamên çekdar ên êl û eşîran tev li qadên kêferatê bûn, hejmareke kesayetên eşîran teqez kir ku çekdarên eşîran berevanîyê di ber Encumena Dêra Zorê ya Leşkerî û Serokê wê Ehmed El-Xebîl de nakin, lê daxwazên wan ên taybet hene, mîna mafê wan yê parastina ewlehîya herêmên wan.

Di rojên borî de, serkirde û rûspîyên eşîran, çalakîvanên civaka sivîl û rewşenbîran hejmareke daxuyanî da. Ji bo parastina sivîlan, di van daxuyanîyan de teqezî li ser giringîya rawestandina şer hat kirin, her wiha encamên neyênî yên mirovî û ewlekarî yên di berdewamîya şer de li ba sivîlan peyda dibin jî hatin dîyarkirin. Hevpeymanîya Navdewletî bi Serkirdayetîya Dugelên Yekbûyî yên Amerîkayê jî daxuyanîyek di 1ê îlona 2023yan de belav kir û doza rawestandina şer li Dêra Zorê kir.

Rewşa heyî bû sedema kuştin û birîndarkirina hejmareke sivîlan, gelek rêyên sereke yên diçin Dêra  Zorê hatin girtin û bi berdewamîya vî şerî gef li kêmbûna kelûpelên sereke jî tê xwarin. Ev yek di heman demê de rê li ber hewldanên hin grûpan vekir ku êstgehên avê û nexweşxaneyan bikin armanc û derfet da hin grûpên din ku nearamîyê belav bikin û pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûrîyayê ji hev dûr bixin.

Rêxistinên îmzeker doza agirbesteke demlidest ji hemû alîyan dikin û ji bo vegerandina aramîyê li parêzgeha Dêra Zorê bi rêya danûstendinên yekser di nav alîyên pêwendîdar de bang dikin. Dezgehên ragihandinê yên ku hewl dan şer weke şerekî “Kurdî-Erebî” dîyar bikin jî ji alîyê rêxistinan ve hatin şermezarkirin, her wiha doza rawestandina çi dezgehên ragihandinê yên li dij çi pêkhateyên li Sûrîyayê hat kirin.

Rêxistinên îmzeker parastina sivîlan weke armanceke pêşikî destnîşan dikin û banga cezakirina hemû alîyên pêwendîdarî binpêkirinên der heqê sivîlan jî dikin. Dawazên wan ji bo van alîyan ev in:

Yekem: Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û Hevpeymanîya Navdewletî:

  1. Divê bi awayekî lezgîn kelûpelên sereke li hemû herêmên Dêra Zorê yên ku ziyan ji ber bûyerên dawî dîtine werin peydakirin. Pêwîst e avahîyên giştî werin bêalîkirin. Divê garantî ji bo gihaştina alîkarîyên mirovî û hesankirina tevgera rêxistinên hawarçûnê bo gihandina alîkarîyan ji kesên ziyanxwarî re jî were dayîn.
  2. Divê ji bo van bûyerên dawî yên li hemî herêmên Dêra Zorê yên der barê armanckirina sivîlan de lêpirsîneke zelal û bêalî pêk were. Ev yek divê bi rêya damezrandina komîteyeke qanûnî ya serbixwe bigihêje serî, da ku dadmendî bo hemû qurbanan were dabînkirin.

Dûyem: Rêveberîya Xweser û Encumena Sûrîyaya Demokratîk:

  1. Pêwîst e yekser daxwazên navxweyî yên beşdarîya çalak a xelkên herêmê di rêveberîya ewlekarî û sivîlane de werin gengeşekirin. Ev yek divê bi rêya danûstandina li gel nûnerên civaka navxweyî pêk were; ji rûspîyê eşîran bigire, heya rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û kesayetên serbixwe, her wiha hevkarîya li gel serkirdeyên navxweyî bo bijartina nûnerên guncaw di rêveberîya ewlekarî û sivîl de.
  2. Ji bo tu binpêkirin der heqê sivîlan de neyê kirin û tu kes ji sizayê nefilite, divê mekanîzmeyên çavdêrî û cezakirinê werin pejirandin. Pêwîst e ev tişt bi rêya danîna kesayetên guncaw di nava desteyên çavdêrîya navxweyî de pêk were, her wiha bi standina şêwirmendîya nûnerên civaka navxweyî û rêxistinên civaka sivîl.

Sêyem: Nûnerên civaka navxweyî ji serkirdeyên eşîran, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û kesayetên serbixwe:

  1. Ji bo beşdarkirina serkirdeyên sivîl û çalakîvanên civaka sivîl bi armanca ku bigihêjin nerîneke giştgir der barê birêvebirina ewlekarî û sivîl ya herêmê de, divê civaka navxweyî ya li Dêra Zorê li hev rûne û li hev bişêwire.
  2. Ji bo daxwazên xelkên deverê yên girêdayî beşdarîya wan di revebirina ewlekarî û ya sivîl da bêne bicihanîn, divê danûstandin li gel Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û Hevpeymanîya Navdewletî werin destpêkirin.

Rêxistinên Îmzeker:

  1. Amal for development
  2. Analysis and Strategic Studies Organization (ASO)
  3. anwar algad
  4. Ashna for development
  5. Awda for development
  6. Baytna
  7. Better Tomorrow organization
  8. Bridges of peace for development
  9. D.R
  10. Center for Civil Society and Democracy /CCSD
  11. coalition of civil society organizations in north east Syria
  12. Community Solidarity Organization
  13. Country Raqqa Organization
  14. DAR Association for Victims of Forced Displacement
  15. Deirna organization
  16. Ella Organization For Development and Peacebuilding
  17. Ensaf for development
  18. Eridu center for civil society and democracy
  19. Euphrates NGO
  20. Fajr
  21. For Them Organisation
  22. ForFeminist
  23. Future Makers Team
  24. Hamzet wasel
  25. alfurat
  26. HDF Humanitarian
  27. HLOM
  28. Human Organization for Construction and Development
  29. Jasmine Association
  30. Justice for Life
  31. Medical Relief for Syria
  32. PÊL- Civil Waves
  33. Qadar Organization
  34. Rose organization for support  and empowerment
  35. Sahem Organization for Cooperation and Development
  36. SALAM organization
  37. Share for Community Develooment
  38. Shawshaka Association for Women
  39. Swaedna Organization for Relief and Development
  40. Synergy Association for Victims
  41. Syriac Strategic Research Centre
  42. Syrian Forum
  43. Syrians for Truth and Justice – STJ
  44. Tal-Abiyad Forum for civil society
  45. Tara Organisation
  46. Tayif Humanitarian Organization
  47. The Day After
  48. Together For Deir Ezzor
  49. TOTOL Foundation
  50. Urnammu for Justice & human rights
  51. Youth for change
  52. Zameen for development and peacebuilding
  53. Zorna Organization for Development


Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More