Home Daxuyanî û daxuyaniyên çapameniyê Daxuyanîyeke Hevbeş a daxwaza rizgarkirina “çalakvanên Medayayê”

Daxuyanîyeke Hevbeş a daxwaza rizgarkirina “çalakvanên Medayayê”

by wael.m
101 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Em weke rêxistinên sivîl ên jêrîmzeker, girtina çalakvanan “Emced Elmalih, Husam Mehmûd, Hesen Yûnis û Bekir Yûnis ” ku ji Êdlêbê ne û di destpêka Berfanbara borî de hatine girtin, şermezar dikin. Her weha em piştgirîya xwe bo girtîyan nîşan didin heta ku werin serbestkirin.

Her çar çalakvan ji yên navdar in li herêma xwe û xebateke wan a hetikandina binpêkirinên Hêzên Hikûmeta Sûrîyayê û Mîlîşayên Hizbela di dema dorpêçkirina medaya de hebû. Dema ku bajar dorpêçkirî bû, van çalakvanan tevî rewşa zehmet wêneyên rewşa di bin dorpêçê de veguhestin û bi hemû awayên berdest piştgirîya sivîlan kirin. Her weha çalakvan Emced Elmalih di nîvê pêşîn de ji sala 2017an rastî hewldaneke kuştinê hat bi rêya berdana guleyekê ji alîyê kesekî nenas ve.

Li gor agahîyên çalakvanên herêmê, endamên Desteya Rizgarkirina Şamê çalakvan Husam mehmûd (31 sal) û Hesen Yûnis (28 sal) di 10.12.2017an de girtin dema ku ew li taxa Elqusûr a Êdlêbê bûn ew jî bi tometa kişandina wêneyên deverên girêdayî desteyê. Di 12.12.2017an de çalakvan Bekir Yûnis (23 sal) birayê Hesen hate girtin û paşê çalakvan Emced Ebdilezîz Elmalih (29 sal) di 13.12.2017an de hate girtin, her duyê dawî ji pêşîya deverên niştebûna xwe li Êdlêbê bi tometa “karê ragihênerî li dijî desteyê” hatin girtin.

Hevgirtina Rojnamevanên Sûrîyayî di raporeke xwe ya 23.12.2017an de der barê girtina her çar çalakvanan de got ku desteya Rizgarkirina Şamê daxuyanîyek di cotmeha borî belav kiribû û tê de gotibû ku nabe nûçegihanên kenalan û dezgehên ragihandinê li Êdlêbê werin girtin çi rêdana karê ragihênerî bi wan re be an na.

Ji ber ku bawerîya me bi karê sivîl di hundirê Sûrîyayê de tê û bi giringîya piştgirîya vî karî û karkeran bi hemû awayan, em li vir:

  1. Berpirsyarîtîya saxlemîya her çar çalakvanan dispêrin hêzên li van herêmn.
  2. Doza serbestkirina demlidest a van çalakvanan bê şert û merc dikin.
  3. Teqezîyê li ser giringîya pabendîya bi neêrîşkirina karmendên di warê civaka sivîl de û dabînkirina parastinê ji wan re eger pêwîst bike.

Îmzeker:

  1. Beytuna Sûrîya
  2. Desteya Tevgera şoreşgerî a Sûrîyayî.
  3. Encumena Akadîmîsyanên Azad
  4. Encumena Bijîşkî di Hevgirtina Niştîmanî a Azad de.
  5. Encumena Dadwerên Sûrîyayî yên Azad di hundir de.
  6. Encumena Deplomatên Azad
  7. Encumena Jinê di Hevgirtina Niştîmanî a Azad de.
  8. Encumena Parlemnterên Azad.
  9. Encumena Rêveberîya Navxweyî Hevgirtina Niştîmanî a Azad de.
  10. Grûpa Karê ji bo Sûrîyayê.
  11. Hevgirtina Niştîmanî a Azad a Karmendên Dezgehên Sûrîya.
  12. Kampanîya Alîkarîya Kesên Mayî Bikin.
  13. Navenda Afaqê a Xwendin û qewîtîyên Qanûnî.
  14. Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan.
  15. Navenda Elkewakîbî a Dadmendîya Veguhêz û Mafên Mirovan.
  16. Navenda Sûrîyayî a Xwendin û Lêkolînên Qanûnî.
  17. Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê.
  18. Ofîsa Tevgera şoreşgerî li Homsê.
  19. Ofîsa Tevgera şoreşgerî li Stenbolê
  20. Rewangeh- Navenda Erebî a Mafên Mirovan li Colanê.
  21. Rêxistina Biratî a Mafên Mirovan.
  22. Rêxistina çalakvanên Sûrîyayî a çavdêrîyê.
  23. Rêxistina Elkewakibî a Mafên Mirovan.
  24. Rêxistina Elyewm Eltalî.
  25. Sûrîyayîyên Rastî û Dadmendîyê.
  26. Yekîtîya Encumenên Navxweyî LACU.
  27. Yekîtîya Hevrêzîyên şoreşa Sûrîyayî.

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More