Home Daxuyanî û daxuyaniyên çapameniyê Kongirê Birûksilê – (24) Rêxistinên Sûrî daxwaz dikin ku zimanê Kurdî di Kongirên Birûksilê de berdest be

Kongirê Birûksilê – (24) Rêxistinên Sûrî daxwaz dikin ku zimanê Kurdî di Kongirên Birûksilê de berdest be

Axaftin û hevgihiştin bi zimanê dayikê, yek ji mafên mirov ên sereke ye, çi kes û çi kom bin, û divê ku bê rêzgirtin, û rê li pêş beşdarbûyan bê vekirin ku hest û gotarên xwe bi zimanê xwe vebêjin

by communication
47 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic, French Font Size A A A

Ji sala 2017an ve, û di bin navê “Kongirê Birûksilê” de, bi dehan şande û kesayetî, ji nûnerên desthilatanên têkildarî doseya Sûriyê, û desteyên navneteweyî, saziyên navdewletî, û rêxistinên civaka sivîl ên Sûrî, li “Brûksilê” paytexta Belcîkayê dicivin. Ev komcivîn bi awayekî salane, bi armanca serhevdan û komkirina alîkariyên mirovahî bo Sûriyê û herêmê tê lidarxistin, her ji bo sivikirina krîzê lî Sûriyê û welatên hawirdorê.

Ev kongir bi aramanca piştevaniya Sûriyê û xelkên wê tê lidarxistin, lewma çi gav ber bi nîşankirina pirrengîya Sûriyê, dê nameyên erênî bo tevahiya Sûriyan bişîne, ku Yekîtiya Ewropayê û Desthilat û Rêxistinên ku tevlî kongirê dibin, piştgiriya pirrengîya zimanî û çandî li Sûriyê dikin, û dehsalên ji paşguhkirin û tunekirinê çûn, û nema vedigerin.

Her ji bo avakirina pêşerojekê ku mafên tevahiya Sûriyan tê de parastî û wekhev bin. Rêxistinên ku li ser vê nameyê îmze kirine dibînin ku girînge tevahîya nûnerên xelkên Sûriyê, çi kes û çi kom bin, di pirojeyeke wiha de, ku pêşeroja wan gengeşe dike, bi zimanê xwe yê dayikê beşdar bibin, nemaze ew komên ku di heyama dehsalên berê ji temenê Sûriyê û herêmê de, rastî zordariyê hatine.

Ev gav dê lihevhatî be bi naveroka danûstendinên berfireh ên ku Yekîtiya Ewropayê bi rêxistinê Sûrî re derbarê piştgiriya cûrecûrbûn û pirrengîyê li Sûriyê li dar dixe, û dê wek şêweyeke piştgirî û piştevaniyê bo armancên destpêşxiriyên Sûrî, bê derbrîn.

Herwiha ji bo bi cî anîna armancên çavrêkirî ji Kongirên hevpeyvînî yên wiha bi awayekî dadmend û herdemî, divê ku ew beşdarbûn rasteqîne û xweyî wate be, û danûstendin û gotarên taybet bi beşdarbûyan bi zimanê wan ê dayikê be, çi ku dê ev yek hest bide wan ku ew beşekî rasteqîne ne ji her gavekê yan çareserîyekê ku tê gengeşe kirin.

Axaftin û hevgihiştin bi zimanê dayikê, yek ji mafên mirov ên sereke ye, çi kes û çi kom bin, û divê ku bê rêzgirtin, û rê li pêş beşdarbûyan bê vekirin ku hest û gotarên xwe bi zimanê xwe vebêjin.

Lewma, Rêxistinên ku li ser vê nameyê îmze kirine, ji birêveberên Kongirê Brûksilê yê şeşemîn 2022 dixwazin ku gavin birêkûpêk bavêjin ji bo berdestkirina zimanê Kurdî, wekî zimanekî sereke di tevahîya qonaxên Kongirê de, û tevahiya çalakiyên tên, yên girêdayî Sûriyê.

 

Rêxistinên îmzekar:

  1. Afrin Platform
  2. Analysis and strategic studies organization
  3. Aso News Network
  4. Center for research and protection of wemen’s rights in Syriya
  5. DemoS
  6. DeveopmenSeedsCenter
  7. Dijla Organization for Development and Environment
  8. Ezdina Organization
  9. FDO
  10. Hevdestî-Synergy for the Victims in North and East Syria
  11. Human rights organizations Afrin- Syria
  12. Jiyan Foundation for human rights
  13. Kurds without borders
  14. Nudem for Humanitarian Development and Rehabilitation of Persons With Disabilities organizes
  15. PÊL- Civil Waves
  16. Ras Al Ein (serê kaniyê) Platform
  17. Sara Organization to Combat Violence against Women
  18. Scsd
  19. shams organisation
  20. Shawshka Women’s Association
  21. Syrians for Truth and Justice – STJ
  22. TEVIN
  23. West Kurdistan Intellectuals Union
  24. Wheate & Olive Platform

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More