Home Daxuyanî û daxuyaniyên çapameniyê Tawanên Navdewletî li Afrîna Bakurê Sûrîyayê: Destpêka Lêpirsînê ji hêla Dozgerê Giştî ve Pêwîst e

Tawanên Navdewletî li Afrîna Bakurê Sûrîyayê: Destpêka Lêpirsînê ji hêla Dozgerê Giştî ve Pêwîst e

by communication
45 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Berlîn, 18 Çileya 2024an – Ji sala 2018an ve, mîlîşyayên çekdar bi piştevanîya Turkîyeyê tawanan li gor qanûna navdewletî li Efrîna Bakurê Sûrîyayê pêk tînin. Ji bo derketina li hember van tawanan, Navenda Ewropî ya Mafên Destûrî û yên Mirovan (ECCHR) û Sûrîyayîyên ji bo Rastî û Dadmendîyê (STJ) gilîyeke sûcan radestî ofîsa Dozgerîya Komarê ya Federal a Almanyayê kir.

Berî şeş salan, roja 19ê çileya 2018an, Turkîye û mîlîşyayên çekdarên bi ser ve yên Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyayî ve, di nava çarçoveya operasyona leşkerî ya bi nave “Şaxê Zeytûnê”, dest bi bombebarana Efrînê kir. Êrîşa leşkerî zêdeyî du mehan dewam kir û di encamê de 300,000 welatîyên sivîl, piranîya wan Kurd in, hatin koçberkirin. Bi piştevanîya Turkîyeyê, mîlîşyayên çekdar desthilatdarîyeke keyfî ku heta nuha berdewam e, ferz kir.

Xelkên Efrînê, nemaze welatîyên Kurd, rastî binpêkirinên sîstematîk û li ser asteke berfireh, ji sala 2018an ve hatine. Ev binpêkirin, windakirina bi zorê, girtina keyfî û îşkenceyê ta bi tundîya zayendî di nav xwe de dihewîne. Destdanîna li ser milkên xelkên herêmê bi rêya talankirin, dagîrkirinê û bacên zêde dikeve rêya vegera şênîyên Efrînê bo malên xwe û armanc jê derxistin û koçberkirina kesên mayî e,” Besam Elehmed, Rêveberê Cîbicîkar yê STJ diyar dike.

Ev binpêkirinên mafên mirovan yên ku ji hêla mîlîşyayên îslamîst û yên bi ser Turkîyayê ve têne kirin, li gor qanûna navdewletî tawan in û li çi deverê be li ser asta cîhanê, pêkan e lêpirsîn di wan de were kirin. ECCHR, STJ û hevkarên wan tevî şeş kesên ku ji sûcan rizgar bûne, di 18ê Çileya 2024an de serî li Dozgerîya Komarê ya Federal a Almanyayê dan û daxwaza lêpirsîneke berfireh li ser sûcdaran kir.

Sê sal piştî derketina min ji zindanê derbas bûne, hîn jî ez xwe di na kabûseke bi êş de dibînim. Hemû tiştên ku min li Efrînê derbas kirin hovane bûn. Min jîyana xwe bo rakêşana serenca cîhanê li ser nedadîya ku li wê derê dibe terxan kiriye, ji ber ku baş dizanim ku şênîyên wê deverê hîn jî di rewşeke xirab de dijîn, bi hêvîya ku dadî pêk were û sûcdar werin cezakirin” kesek ji sûcan rizgar bûye û gilîkar e, wiha dibêje.

Heta nuha, tawanên rêjîma Esed û grûpên Îslamîst, mîna Jebhet El-Nusra û DAIŞ, cihê kar û lêkolîna Ofîsa Dozgerê Giştî yê Federal bû. Lê êşa ku pirnetewa Kurd li Bakurrojavayê Sûrîyayê dikşînin nehatiye destgirtin,

Ji sala 2011an ve, Ofîsa Dozgerê Giştî yê Federal lêpirsîn di gelek tawanên mafên mirovan de ku li Sûrîyayê bi cih hatine, kirine. Dadgehkirina îşkenceya li ser destê dewleta Sûrîyayî li pêş Dadgeha Herêmî ya Bilind li Koblenzê pêşend bû. Lê hovîtîya ku ji hêla mîlîşyayên Îslamîst ve li dijî şênîyên Kurd hatiye kirin, heta nuha di van lêpirsînan de paşguhkirî bû. Gerek e ev yek were guhertin ji ber ku mîlîşyayên dest danîne li ser Efrînê herêmeke binpêkirin û tundîyê bi piştevanîya Turkîyeyê ava kirine.” Parêzer Patrick Kroker ji ECCHR wisa şirove kir.

Ji sala 2012an ve, ECCHR li ser destnîşankirina tawanên giran yên ku li Sûrîyayê hatine kirin, kar dike. Di gel derdora 100 kesên ku ji îşkenceyl rizgar bûne, rêxistinên Sûrîyayî û Ewropî de, ECCHR li Almanya, Austria, Swêd û Norwêcê, hejmareke gilîyên tawanên li dijî endamên pilepilind yên dezgehên ewlekarîya Sûrîyayî pêşkêş kiriy

Press Contactr

Martin Glasenapp
M: presse@ecchr.eu
T: +49 1791091553

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More