Home Daxuyanî û daxuyaniyên çapameniyê Sûrîye – Daxuyannameyeke Hevbeş û Lezgîn: Metirsîne Rastîn Ser Jîyana Girtîyên di Zindana Himsê ya Navendî de

Sûrîye – Daxuyannameyeke Hevbeş û Lezgîn: Metirsîne Rastîn Ser Jîyana Girtîyên di Zindana Himsê ya Navendî de

“Bi Sedan Girtîyên Bi Darê Zorê bi Daxwaza Serbestberdanê Dikevin Gireva Birçîbûnê”

by wael.m
115 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Di roja sêşemê 17ê Cotmeha 2017 an de, (520) girtîyên di zindana navendî ya Himsê de, piştî salan ji girtîna bi darê zorê, daxwaza serbestberdanê kirin. Her wisa, ev daxwaz piştî geflêxwarinên rêveberîya nû ya zindanê ” General  Bîlal Silêman” bi qutkirina elektrîk û avê çend saetan li ser zindanîyan derbarê hewldana têkçûyî ya derbasbûna zindanê de. Jixwe, du avahî di bin destê zindanîyan de ye, ew jî ji tirsa ku hin ji wan werin şandin dadgehên awarte û beşên ewlehîyê. 

Piştî seredana şandeke ji  komîteya navdewletî ya Xaça Sor di 16ê Cotmeha 2017 an de, ji bo zelalkirina rewşa tenduristî û xwarinê û yên din a zindanîyan, pirsgirêka zindana Himsê ya navendî dîsa derkete holê, lê rêveberîya zindanê çavdêrîya hevdîtinan kir û nehşite ku daxwazên girtîyan bi temamî bigihê destê komîteyê, bi taybetî daxwazên (492) girtîyên ku bi sedema nakokî û bûyerên Sûrîyeyî hatibûn girtin, yên ku gelek sal bi ser girtina wan ketiye( piranîya girtîyan ji 2011 û 2012an de ji beşên ewlekarîyê hatine zindanê). Li gor çavkanîne piştrast ji nava zindanê (28) kes pêrgî metirsîya dadgehkirin leşkerî ya meydanî tên, ligel (462) kes hatine veguhaztin ” Dadgeha Terorê” ya li gor pîvanên navdewletî ne guncan e, û jixwe (30) girtî bi sedemine tawankar in.  

Rêxistinên ku li ser vê daxuyannameyê imzekirine, daxwaza bersivdayîna lezgîn a daxwazên girevgîran li hikûmeta Sûrîyeyê dikin, bi taybetî mijarên girêdayî pîskirin û dirêjkirina girtina wan a bi darê zorê. Her wisa, îmzekeran doza rawestandina veguhaztina girtîyan a dadgehên leşkerî yên meydanî wek ”Dadgeha Terorê”, û rawestandina pêkanîna hemû hikmên bidarvekirinê, dikin.

Doza îmzekeran:

Ji Netewyên Yekbûyî û bîroya Komosyonerê bilind ê mafê mirovan re:

1. Xebata li ser peydakirina garantîyan ku tu komkujî bi serê zindanîyan an rastî îşkence û pîskirinê neyên.

2. Fişar li hikûmeta Sûrîyeyê were kirin ku hemû dadgehkirinên zordar ên ku di mafê girtîyan de li ber dadgehine ku bi awayekî nerewa hatine sazkirin û dûrî pîvanên navdewletî yên dadgehkirinên dadmend e, ji nû ve kar li ser bê kirin.

Ji komîteya navdewletî ya xaça sor re:

Guhdarkirina daxwazên rastîn ên zindanîyan û misogerkirina ewlehîya wan derbarê seredaneke meydanî ya awarte ji bo naskirina rewşa tenduristî ya bêtirî (25) kesê temendirêj (di ser 60 salî de) ên ku bi nexweşîyên giranin, wek dil û şekir .. hwd.

Ji alîyên ku serperiştîya danûstandinên Astanayê dikin û bîroya Şanderê Taybet re:

Divê, fişar li hikûmeta Sûrîyeyê û ya Rûsîyayê were kirin,  ji bo ku pirsgirêkên girtîyan bi yên leşkerî ve neyên kirin û redkirina girêdana pirsgirêka zindana Himsê ya navendî bi rewşa leşkerî ya hawîrdorê ve, wek çawa ku hevpeyman Taxa El-we’ir a Himsê,’ wê çaxê walîyê Himsê zindanî agahar kir ku rewşa wan bi ya El-we’r ve girêdayî ye, lê di encamê de tu kes piştî îmzekirina hevpeymana El-we’ir nehat berdan.

Rêxistinên Îmzeker:

  1. Association of Detainees and Missing Persons in Sednaya Prison
  2. Dawlaty
  3. Doctors and Lawyers for Human Rights
  4. EuroMed Rights
  5. Human Rights Guardians
  6. Justice for Life Organization
  7. Syrians for Truth and Justice
  8. Syrian Network for Human Rights
  9. Syrian Center for Media and Freedom of Expression
  10. Syrian Center for Legal Studies and Research
  11. Syria Justice and Accountability Center
  12. The Day After
  13. Urnammu
  14. Violations Documentation Center in Syria

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More