Home Daxuyanî û daxuyaniyên çapameniyêDaxuyanîya Rojnamevanî: “STJ” Pêşwazîyê li Zêdekirina Zimanê Kurdî bo Zimanên Fermî yên SANAyê dike

Daxuyanîya Rojnamevanî: “STJ” Pêşwazîyê li Zêdekirina Zimanê Kurdî bo Zimanên Fermî yên SANAyê dike

"STJ" daxwaza nivîsandina destûrek nû ji bo Sûrîyaya nû dike, ku gotara dûrxistin û cudakariya nijadî ya ku destûrên Sûrîyayî yên berê bi kar aniye, qebûl neke.

by s.hasan
411 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Sûrîyayîyên ji bo Rastî û Dadmendiyê pêşwazîya zêdekirina Zimanê Kurdî li zimanên fermî yên Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûrîyayî (SANA) dike, û wekî gaveke yekem a erênî di rêyeke dirêj de ber bi naskirina cihêrengiya çandî û zimanî ya Sûriyayê û pêşvebirina tevlêbûnê ji bo pêşerojek dadmend bo hemî Sûrîyayîn dibîne.

Di dehsalên borî de, hikûmetên li pey hev li Sûriyayê polîtîkayên cudakar bi armanca çewisandina nasnameya Kurd, pejirandine, bi rêya sînordarkirina bikaranîna zimanê Kurdî bi eşkeretî li dibitanan û qedexekirina weşanên bi zimanê Kurdî. Ji ber vê yekê, divê rayedarên veguhêz ên Sûriyeyê çerxa dûrxistinê bişkînin û ji bo naskirina fermî ya Kurdî wekî zimanê neteweyî yê Sûriyeyê bixebitin, da ku çandeka naskirina cihêrengiyê û avakirina welatekî ku hemîyan dihewîne, biçînin.

Divê desthilata heyî li Sûriyayê tedbîrên pêwîst bigire da ku nasnameya çandî û zimanî ya Kurdan û civakên din biparêze, şert û mercên guncaw ji bo xurtkirina van nasnameyan yên cihêreng biafirînin, û piştrast be ku derfetên têr hene bo wan û zarokên wan ku di hemî aliyên jiyana civakî û siyasî de fêr bibin, bi kar bînin û zanîna zimanê xwe yê dayikê bi dest bixin. Ev yek divê bi nirxandina Danezana Destûrî û xurtkirina mafên zimanî yên hemû civakên Sûriyayê, li gorî erkên dewleta Sûriyayê yên Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî, Danezana Neteweyên Yekbûyî ya li Mafên Gelên Xwecihî, û Danezana NYyê ya Mafên Kesên ku Endamê Kêmneteweyên Neteweyî an Etnîkî, Olî û Zimanî ne, were kirin.

Di dawiyê de, “STJ” daxwaza nivîsandina destûrek nû ji bo Sûrîyaya nû dike, ku gotara dûrxistin û cudakariya nijadî ya ku destûrên Sûrîyayî yên berê bi kar aniye, qebûl neke. Her wiha daxwaza nirxandinek berfireh a hemû qanûn û ferman Sûrîyayî dike, yên ku cudakarîya nijadî li Sûrîyayê ava kirine, û qanûnên nû belav bikin ku li gorî nêzîkatîyên hevbeş yê jiyanê bin, ku bikaribin wekhevîyek bi bandor ji bo hemû Sûriyeyê bêyî cudahî pêk bînin.

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More