Rêxistinên ku vê daxuyaniyê îmzedikin bi metirsiyeke mezin dişopînin ew êrîşên ku li dijî malbatên Kurd ên koçberkirî hatine kirin, dema ku ew roja duşemê, 26ê Cotmeha 2026an, vegeriyane bajarê Girê Spî, li gundewarê Reqayê, û gef, tirsandin û xerakirinên li ser milkên wan jî bi van bûyeran re hatine kirin.
Piştî operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê û kontrolkirina bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û deverên derdorê ji aliyê hêzên Tirkiyeyê û komên ku berê di bin navê «Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê» de dihatin nasîn, di Cotmeha 2019an de, li herêma Girê Spî pêlên mezin ên koçberî û derbiderên bi zorê ya niştecihan, bi taybetî Kurd, pêk hatin, ji wê demê ve, bi hezaran malbat ji vegerandina mal û milkên xwe hatine bêpar hiştin.
Rêxistin destnîşan dikin ku mafê kesên bi zorê koçberkirî yê vegera ewle û bi rûmet bo deverên xwe yên eslî û vegerandina mal, zevî û milkên wan mafek bingehîn e û nayê binpêkirin an jî bi hêz, gef û cudakariyê ji wan re were standin. Herwiha, nakokiyên derbarê milk û malan de divê bi rêya qanûnê û saziyên têkildar bên çareserkirin, ne bi tundûtûjiyê û ferzkirina bi zorê.
Rêxistin ji aliyên ewlehî û îdarî yên têkildarî hikûmeta veguhêz ve dixwazin ku berpirsiyariya xwe ya parastina kesên vegerin û milkên wan pêk bînin, lêpirsîneke cidî û zelal li ser êrîşan vekin, berpirsiyarên van kiryaran li gorî qanûnê ceza bikin û pêşî li dubarebûna wan bigirin; bêyî cudakariya di pêkanîna qanûnê de û bêyî hiştina sûcdaran bê ceza.
Herwiha, ew hişyarî didin li ser xetera cudakariyê û bilindkirina kînê li ser bingeha neteweyî an civakî. Ew piştrast dikin ku parastina maf û rûmeta hemû welatiyan erkek e ku nayê parçekirin, û aştiya civakî bi paşguhkirina neheqiyan an jî bi daxwazkirina ji zirarmendan ku dev ji mafên xwe berdin nayê avakirin; lê bi misogeriya dadmendiyê, wekheviyê û serweriya qanûnê pêk tê.
Mafê vegerê, parastina milk û rûmeta mirovî mafên bingehîn in ku divê nebin mijara gefan an jî hêza kesên xwedî desthilat. Parastina van mafan berpirsiyariyeke bingehîn e ji bo misogeriya dadmendiyê û xurtkirina baweriyê di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê de.
Îmzekar
Kesayetî:
Xulûd El-Esrawî – Çalakvana yasayî û siyasî
Mariyana Karkotlî – Lêkolera qanûnî
Rêxistin:
- PÊL – Pêlên Sivîl
- Rêxistina Meded ji bo Pêşxistin û Avakirina Aştiyê (MDP)
- Şrpêla Hişyariya Sivîl
- Sazîya Aştî (ASHTI)
- Komeleya Suferaa ji bo Kesên Xwedî Astengiyan
- Demos
- Rêxistina Rose ji bo Piştgirî û Xurtkirinê
- Xewnên Biçûk ji bo Piştgirî û Hêzdarkirina Jinan
- Tora Nûçeyan a ASO
- Vejîn Initiative
- Malva ji bo Huner û Çandê
- Rêxistina Artist ji bo Çand û Pêşxistinê
- Rêxistina Sûriyayiyên ji bo Rastî û Dadmendiyê
- Komeleya Sûrî ya Piştgiriya Jinan (Şawşka)
- Dan ji bo Alîkarî û Pêşxistinê
- Tîma Xusin ya Pêşxistinê
- White Hope
- Hevkariya Mirovî û Pêşxistinê (HDC)
- Rêxistina Taa Marbouta
- ASHNA ji bo Pêşxistinê
- Komeleya Keziyên Kesk
- Komeleya Nujîn ji bo Pêşxistina Civakê
- Rêxistina Reng ji bo Pêşxistinê
- Sazîya Nûdem ji bo Ragihandin û Pêşxistinê
- Komeleya Yekpar ji bo Çand û Hunerê
- IEH – Internationale Nothilfe e.V.
- ACCESS
- Rêxistina RÊ ji bo Rehabîlîtasyon û Pêşxistinê
- Sazîya Serkirdên Aştiyê
- Ronî ji bo Pêşxistinê
- Rêxistina Fejir
- Komeleya Pêngava Jinan
- Rêxistina Aras
- Kombenda Jinên Sûrî
- Rêxistina Roj Kar
