Home Daxuyanî û daxuyaniyên çapameniyêSûrîya: Daxuyanîyeke Hevbeş der barê astengkirina bikaranîna zimanê Kurdî de

Sûrîya: Daxuyanîyeke Hevbeş der barê astengkirina bikaranîna zimanê Kurdî de

27 Rêxistinên Sûrîyayî doza pênasekirina zimanê Kurdî û zimanên din, weke zimanên fermi li Sûrîyayê dikin, her weha tunekirina siyasetên çewsandinê û cûdakirina zimanî

by Author F
49 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Rêxistinên Sûrîyayî yên îmzeker li ser vê daxuyanîyê, bi şermezarî û tirseke mezin, hewldanên desthilatên veguhêz li Şama paytext der barê astengkirina bikaranîna zimanê Kurdî li parêzgeha Hesekê, dişopînin. Mînak, bûyera Koşka Dadwerîyê li nava bajêr, ku Hikûmeta Şamê li ser bidûrxistina zimanê Kurdî ji tabloye sereke ya li derve, rijd bû. Tu sedem ji bo van reftaran ji hêla Hikûmeta Veguhêz ve nayên dîtin û bûn sedema tirseke rastîn ya pabendîya desthilatên veguhêz bi rêzgirtina li pirzimanîyê li deverê, ji ber bikaranîna zimanekî tenê di pênasekirina dezgeheke fermi di devereke pirziman û pirşand de ku Ereb, Kurd, Sûryan û netewên din lê nişte dibin.

Rêxistinên îmzeker dibînin ku kiryarên dawî yên desthilatên Sûrîyayî li dijî Peymana Navdewletî ya Mafê Mirovan e, li dijî prensîb û bendên Ragihandina Destûrî ya Demkî ye, ku bi eşkeretî nîşan dide ku dewlet: “pirrengîya çandî di civaka Sûrîyayî de bi hemû pêkhateyên wê, di gel mafên çandî û zimanî bo hemû Sûrîyayîyan, diparêze.” (Madeya 7an), ev kiryar her weha li dijî madeya 2yem ya biryara (13) ya girêdatî mafên Kuran e.

Dûrxistina zimanê Kurdî ji bikaranîna di warê giştî de, nîşana berdewamîya hişmendîya dûrxistina çandî ye, ya ku Sûrîyayî bi giştî û Kurd bi taybetî bi dehên salan qurbanîyên wê bûn, bi rêya siyasetên sîstematîk di dijî nasnameya wan a netewî, çandî û zimanî û hewldanên tunekirina wê di jîyana rojane de.

Rêxistinên îmzeker giringîya parastina pirrendîya çandî û zimanî di avakirina aştîyeke domdar li Sûrîyayê, li ser bingeha qebûlkirin û rêzgirtina li pirrengîyê, bi bîr tînin. Ev qebûlkirin dikare bibe rêya sereke û bingehîn ya girtina rê li çi nakokîyên bê be, li welatekî ku 14 salan êşa şerê xwîndar û dehsalên çewsandinê der heqê hemû Sûrîyayîyan, ji Kurd, Ereb, Sûrîyan û Aşûrîyan, kişandiye.

Ji ber daxwazên me yên biserketina qonaxa veguhêz, da ku paşguhkirina çandî û zimanî nebe sedema nearamîyê û sedemeke belavbûna gotara kînê û jinûçêkirina nearamî û parçebûnê û gefxwarina li aştîya navxweyî li Sûrîyayê, em doza pabendîya bi berpirsyarîyên navdewletî, û peymana navdewletî ya mafên mirovan ji desthilatan dikin da ku siyasetên cudakirin û dûrxistinê qedexe bibin.

Danasîna destûrî û qanûnî bo zimanê Kurdî weke zimanekî fermi, vegerandina mafekî rew ye piştî bi dehên salan ji berxwedana siyasî û ya mafan di nav kurdan de, û pabendîya hikûmetê bi beşdarkirina hemû pêkhateyên Sûrîyayî di avakirina pêşeroja welatê wan de di qonaxa veguhêz de, nîşan dide. Ji lew re, rêxistinên îmzeker li ser daxuyanîyê ji desthilatên veguhêz dixwazin ku:

  1. Danasîna Zimanê Kurdî weke zimanekî fermî li Sûrîyayê ku di warê giştî de, perwerdeyê û dezgehê fermî de, tê bikaranî
  2. Pabendîya dewletê bi hemû dezgehên xwe, bi piştgirî û çesipandina bikaranîna zimanên navxweyî li Sûrîyayê û danîna qanûn û biryaran ji bo vê armancê.
  3. Danîna demlidest ya biryarên rêzgirtina li pirrengîyê li Sûrîyayê û bihêzkirina bikaranîna zimana di ware giştî de bêyî dûrxistin û tunekirina çi siyasetên cûdaker ku li gor Qanûna Navdewletî ya Mafên Mirovan qedexekirî
  4. Pabendîya bi berpirsyarîyên Sûrîyayê yên navdewletî û avakirina jîngeheke guncaw û piştgirîya pêwîst bo parastina zimanên heyî li Sûrîyayê, di nav de zimanê Kurdî û garantîkirina bikaranîna azad û bê astengî bo ziman.
  5. Garantîkirina destûrî bo mafê hemû pêkhateyên Sûrîyayî di fêrbûn û fêrkirina zimanê dayikê de û tevlîkirina wê bo siyasetên perwerdekirin, fêrkirin û çandê li Sûrîyayê .
  6. Tawankirina hemû hewldanên helandin û asîmîlekirina ziman û çandên cuda di zimanekî an netewekê de û dîtina van kiryaran weke cudakirina nijadî û dîtina pirrengîya zimanî û çandî weke zengînî û hêzekê bo Sûrîyayê.
  7. Çakkirina ragihandina destûrî da ku danasîna eşkere ya pirrengîya çandî û zimanê li Sûrîyayê li xwe bigire û da ku di destûra dayim ya welat de hebe.

Rêxistinên Îmzeker:

  1. ASO Consultancy & Strategic Studies
  2. Ahrar – Syrian Libral Party
  3. The Union of Intellectuals
  4. The Humanitarian and Development Cooperation Organisation (HDC)
  5. ACHTI Center
  6. Ahlam Saghira
  7. Artist Team
  8. Ambassadors for People With Disabilities
  9. Analysis and Strategic Studies
  10. Ella Organization for Development and peace building
  11. PÊL – Civil Waves
  12. Environmental Green Tress Association
  13. Dar Association for Victims of Forced Displacement
  14. Syrians for Truth and Justice (STJ)
  15. Synergy Association for Victims
  16. RÊ for Rehabilitation and Development
  17. TEVIN. Independent Think Tank for Kurdish Affairs
  18. Shawishka Association for Women
  19. Mbader Association for Community Development
  20. Ronî Peywend for Community Leadership
  21. Peace She-Leaders Network
  22. Kobani Organization for Relief and Development
  23. Malva for Arts and Culture
  24. Rose Organization for Support and Empowerment
  25. Nextep Organization
  26. Yalda Community Center
  27. HÊZ Awareness

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More