Home Press releases & statements Kurdish-Kurmanji: Daxuyanîyeke Hevbeş: Ber bi Sezakirin û Dadmendîya ku rê li ber bêcezakirinê li Sûrîyayê digire

Kurdish-Kurmanji: Daxuyanîyeke Hevbeş: Ber bi Sezakirin û Dadmendîya ku rê li ber bêcezakirinê li Sûrîyayê digire

by wael.m
104 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Em rêxistinên jêrîmzeker pêşwazîyê li biryara dadgehên Fransiz a derxistina rayeyên binçavkriinê der heqê sê efserên pilebilind ên ewlekarîyê Sûrîyayê  de(Serleşker Elî Memlûk birêveberê Ofîsa Ewlekarîya Niştîmanî a Sûrîyayî, Serleşker Cemîl Elhesen birêveberê Saloxgerîya Sûrîyayî û Serleşker Ebdiselam Fecir Mehmûd birêveberê beşê lêpirsînan li Saloxgerîya Ezmanî) dikin, her weha ji civaka navdewletî dixwazin ku piştgirîya destpêşxerîyên Fransa û Almanyayê bike da ku qurbanî û/an niwênerên wan ên qanûnî karibin bigihên dadmendîyê û tawanker werin sezakirin li gel piştgirîya hemû xebatên destpêka pêvajoya sezakirinê bi serpereştî û garantîyeke navdewletî da ku bibe bingeha aştîyeke domdar. 

]anûstendinan û pêvajoya siyasî li Cinêvê nikarin bibin bingeha aştîyeke domdar li Sûrîyayê bê pêvajoyeke sezakirinê a rast dest pê bike û çarenûsa windayan diyar bibe. Ji lew re divabe sezakirin û diyarkirina çarenûsa winda û girtîyên li Sûrîyayê beşekî danûstendinan be. Em dibînin ku erkê me û hemû dewlet û miletên ku bi mafên mirovan bawer in ew e ku em alîkar bin da ku qurbanî bigihên dadmendîyê û bê ceza di tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê de li Sûrîyayê nemînin.

Em encamên hevkarîya malbatên qurbanîyan û rêxistinên mafnas ên Sûrîyayî û navdeweletî li gel dadgehên niştîmanî yên Fransî û Almanî dibînin, ku derxistina rayeyên binçavkirinê yên navdewletî li dijî hejmareke kesayetên pilebilind de encama wan bû, her weha em rêxistinên jêrîmzeker bawerîya xwe bi pêkanîna dadmendîyê teqez dikin û amadekarîya xwe bo kar û hevkarîya li gel rêxistinên navdewletî, navxweyî û dadgehên li seranserî cîhanê bo bibelgekirina binpêkirinan û çêkirina dosyayan nîşan didin, da ku di encamê de bigihên mafên qurbanîyan û tawanker jî werin sezakirin. 

Ji vê derê, em îroj –ji her demê bêhtir- teqezîyê li ser giringîya van xalan dikin:

  • Vekirina rê bo dadgehkirinê li dewletên sêyem bo qurbanîyên tawanên li Sûrîyayê û/an niwênerên wan ew jî bi rêya pêvajoyeke bêalî;
  • Piştgirîya alîyên pispor bi lêpirsînan di tawanên navdewletî de û hêsankirina gihaştina Sûrîyayîyên li dewletên din bo dadgehên dewletên dadgehkirinê, weke dîdevan û weke qurbanî jî;
  • Piştgirîya xebatên bibelgekirina tawanan û hildana dozan li gel grûpên qurbanîyan bo dijatîya bêcezakirinê;
  • Piştgirîya destpêşxerîyên qurbanîyan û yên civaka yên ku dixwazin bigihênin dadmendîyên bo qurbanîyên tawanên cengê û yên li dijî mirovahîyê li Sûrîyayê;
  • Piştgirî û garantîkirina karên mîkanîzm, komîte û rêxistinên bêalî û serbixwe, yên navneteweyî û navdewletî bo berdewamîya lêpirsînan û dozvekirina li kesên tawanker li Sûrîyayê ji sala 2011an ve li gor qanûna navdewletî.
  • Piştgirîya xebatên li ser asta navdewletî bo destpêka pêvajoya sezakirinên bi awayekî dadmend, zelal û bêalî û bi serpereştî û garantîkirineke navdewletî ku bibe bingeha aştîyeke domdar li Sûrîyayê.

15e  Mijdara 2018an

Rêxistinên îmzeker

  1. Arçîva Sûrîyayî
  2. Bedail
  3. Berevanîya Sivîl a Sûrîyayî
  4. Beytuna Sûrîya
  5. Dewletî
  6. Dezgeha Besemat ya Geşepêdanê
  7. Dezgeha Biratîyê ya Mafên Mirovan
  8. Hemwelatînî ya Karê Sivîl
  9. Hevgirtina Girtî û Windayê Sêdnayayê
  10. Hevgirtina Malbatên Sîzerê
  11. Hevgirtina Şemil
  12. Hevgirtina Sûrîyayî ya Hemwelatînîyê
  13. Hizir û Avakirin
  14. Jin Nuha
  15. Kampanîya Alîkarîya Yên Din Bikin
  16. Kiş melik
  17. Klûba Sûrîyayî
  18. Komeleya Asoyê ya Dijatîya Tundîya li ser Jinê
  19. Komeleya Sûrîyayî-Almanî ya Azad li Hamburgê
  20. Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan /Çavdêr
  21. Lobîya Femenîst a Sûrîyayî
  22. Mena ya Mafên Mirovan
  23. Navenda Aştiyê û Civaka Sîvîl
  24. Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan
  25. Navenda Civaka Sivîl û Demokrasîyê
  26. Navenda Elkewakîbî ya Dadmendîya Veguhêz û Mafên Mirovan
  27. Navenda Kendavê ji bo Mafên Mirovan
  28. Navenda Sûrîyayî ya Ragihanfinê û Aadîya Derbirînê
  29. Navenda Sûrîyayî ya Serjimar û Lêkolînan
  30. Navenda Xwendinên Komara Demokrat
  31. Ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk
  32. Pêl – Pêlên Sivîl
  33. Programa Sûrîyayî ya Bipêşxistina Qanûnî
  34. Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan
  35. Rêxistina Bi Dadîyê re
  36. Rêxistina Çalakên Sûrîyayî ya Çavdêrîyê
  37. Rêxistina Elkewakîbî ya Mafên Mirovan
  38. Rêxistina Hawarçûnê a Mirovî
  39. Rêxistina mafê mirovan li Sûriyê
  40. Roja Din
  41. Sûrîyayîyên Rastî û Dadmendîyê
  42. Tora Huras
  43. Tora Jina Sûrîyayî
  44. Tora Sûrîya ya Qanûnî li Holandê
  45. Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan
  46. Urnammu
  47. Wekhevî

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More