Home Daxuyanî û daxuyaniyên çapameniyê In Kurdish: Daxuyanîyeke Şermezarkirina Armanckirina Rêxistinên Civaka Sivîl ên Sûrîyeyî

In Kurdish: Daxuyanîyeke Şermezarkirina Armanckirina Rêxistinên Civaka Sivîl ên Sûrîyeyî

by wael.m
88 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Em rêxistinên sivîl ên jêrîmzeker, êrîşên dûbarekirî li ser rêxistinên civaka sivîl ên Sûrîyeyî yên ku li herêmên Sûrîyeyê yên cûrbecûr kar dikin, şermezar dikin. Her weha piştgirîya xwe bo van rêxistinên ku rastî hemû cûreyên fişar û binpêkirinê tên da ku karê xwe yê ji bo civaka Sûrîyeyî rawestînin, nîşan didin. Êrîşa herî dawî li ser navendeke berevanîya sivîl a Sûrîyeyî li bajarê Sermîn ê Bakurê Sûrîyeyê bû, her weha êrîşine din ku ofîseke sê rêxistinên civaka sivîl li Dûmaya Başûrê Sûrîyeyê ji xwe re kiribûn armanc.

Di 12ê Tebaxa 2017an de, navenda berevanîya sivîl li Sermîna Gundewarê Êdlêbê rastî êrîşeke çekdarî hat di encamê de hemû karmendên li ofîsa navendê ku hejmara wan heft kes bû, hatin kuştin û navend hate dizîn. Di 13ê Tebaxê de, grûpele (Elhîrak Elşeibî) ya girêdayî Artêşa Elîslamê, êrîşî ofîsa ku her sê rêxistin: Naveda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê (VDC), ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûkn û Tora Hurasê li Dûmaya Gundewarê Şamê kirin. Êrîşkeran li karmendên ofîsê û kesên li ofîsê xistin û ziyan gihandin ofîsê her weha hin alav dizîn û gefa şewitandina ofîsê jî xwarin.

Tevî ku armanca van êrîşên berdewam li ser civaka sivîl ew e agahdarkirina karmendan bi neewlehîya kar û sorkirina wan da ku ji vî karî dûr bikevin, lê civaka sivîl a Sûrîyeyî gelek caran soza xwe daye ku ew dê ji bo gelê Sûrîyeyî û çesipandina mafên mirovan her dem kar bike, di axaftina xwe ya der barê bûyera ku 7 karmendên berevanîya sivîl jê re bûne qurbanî de, Raid Elsalih; birêvebirê Berevanîya Sivîl a Sûrîyeyî got: “zehmeta ez bi gotinan pesnê hevalên xwe yên şehîd bidim, her yekî ji wan gelek çîrokên hêvîyê di wan giyanên ku alîkarîyan wan kirine de û bi hawara wan ve çûne, hiştine. Serê min bi karê wan yê mirovî û mîrateya ku li paş xwe hiştine bilind e. em sozê didin gelê Sûrîyeyê ku em ji ber vê tawanê xwe natewînin û em ê her dem di xizmeta wan de bin.”

Êrîşên ku li dijî çalakvanên mafnasî û karmendên civaka sivîl ne diyardeyeke nû ne, gelek binpêkirinên cûrbecûr hatine bibelgekirin. Daxuyanîya ku ji alîyê Ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk diyar dike: “armanc ji vê  hewldana nû tirsandina tîma me ye da ku bûyerêb sala 2013an û encama wê ya ku revandina her çar hevkarên me Rezan, Semîra, Wail û Nazim bû bînin bîra me ku ev kes ji şeva 9ê Berfanbara 2013an ta îroj ji heman ofîsê hatine revandin û windayî ne.”

Rêxistinên Civaka Sivîl roleke sereke di xizmeta sivîlan û bibelgekirina binpêkirinên ku wan armanc dikin, digerînin, weke ku daxuyanîya Ofîsa Bibelgekirina Binpêkirina diyar kir: “Mixabin ev êrîş di dema bîranîna çarem a komkujîya kîmawî de ku ji alîyê hikûmeta Sûrîyeyî ve di 2013an de li Xutaya Şamê hate pêkanîn, çêdibe. Navendê roleke xwe ya sereke di bibelgekirin û qeydkirina qurbanîyan de gerand weke beşekî sereke ji karê xwe yê bibelgekirina binpêkirinan bi armanca peydakirina wekhevîyê bo qurbanîyan û cezakirina tawankaran.”

Li gel ku em aştîyê ji giyanên şehîdan re û rehetîyê ji birîndaran re dixwazin, em ji civaka navdewletî û alîyên mafnasî dixwain ku:

  1. Van binpêkirina şermezar bikin.
  2. Piştgirîyê bidin rêxistinên civaka sivîl bi hemû awayan da ku karibin xwe û karmendên xwe biparêzin.

Kesên îmzeker (1) berpirsyarîtîya silametîya karmendên civaka sivîl li mile desthilatên herêmê bar dike (2) ji wan alîyan dixwazin ku hemû kesên beşdar di vî karî de an sorkirina li ser van tawan û binpêkirinan de bigirtin û radestî dadgehan bikin her weha (3) teqezkirina pabendîya van hêzan bi nenêzîkbûna ji karmendên civaka sivîl û peydakirina parastinê ji wan re dema ku pêwîst bike.

Îmzeker:

  1. Al-Bab City Coordinating
  2. AlKawakibi Organization For Human Rights
  3. Al-khadraa organization
  4. Al-Marsad | Arab Human Rights Centre in Golan Heights
  5. ANA PRESS
  6. Badael Organization
  7. Baytna Syria
  8. Bihar relief organization
  9. Citizens for Syria
  10. Comunita’ Araba Siriana in Italia
  11. Dawlaty organization
  12. Emissa for Development
  13. Fraternity Foundation for Human Rights-Birati
  14. Free Syrian Lawyer Association
  15. Foundation of Syrian civil society organization
  16. Human Rights Guardians
  17. Jazour society Training & Development
  18. Justice For Life Organization
  19. Kawakibi Center for Transitional Justice and Human Rights
  20. Kesh Malek
  21. Local Administration Councils Unit LACU
  22. Local Coordination Committees of Syria
  23. Local Development & Small-Projects Support (LDSPS)
  24. MADA Center for Studies and Development
  25. Mouwatana For Civil Action
  26. Najda Now Organization
  27. PÊL- Civil Waves
  28. Raqeeb Institute for Monitoring and Documentation
  29. Sanad Organization
  30. SHAML coalition of civil society organizations
  31. Start Point organization
  32. Syrian activists monitoring organization
  33. Syrian Archive
  34. Syrian Center For Legal Studies and Researches
  35. Syrian Center For Media and Freedom of Expression
  36. Syrian Center For Journalistic Freedoms
  37. Syrian Feminist Lobby
  38. Syrian League For Citizenship
  39. Syrian Network for Human Rights
  40. Syrian Nonviolence Movement
  41. Syrian Women’s Network
  42. Syrians For Truth and Justice
  43. The Day after
  44. The Syrian Journalists Association
  45. The Working Group for Syria
  46. The Working Group for Syrian Detainees
  47. This is my life organization
  48. Violations Documentation Center in Syria (VDC)
  49. Women Now for development

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More