Home Stories & TestimoniesWritten Stories Kurdish-Kurmanji: “Ji ber ku em mektûmin, em herdem bi kêmbûnê pêhest dibin”

Kurdish-Kurmanji: “Ji ber ku em mektûmin, em herdem bi kêmbûnê pêhest dibin”


Çîroka "Hesen Mistefa Ni'mê" .. azarkêşiya bê dawîn

by wael.m
2 views Download as PDF This post is also available in: Arabic
Kurdish-Kurmanji: “Ji ber ku em mektûmin, em herdem bi kêmbûnê pêhest dibin”

Belovajî hemî hemwelatiyên Sûriyê yên ku xwedî nasnametî ne, hîn jî "Hesen" nikare ku derkeve ji dervî wî welatî, ji ber ku ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, herwiha dema ku di navbera parêzgehên Sûriyê de jî diçe û tê, ew tirsê dixwe, ji ber ku ti belgeyên fermî pê re tune ne, û bi tenê belgenameyeke pênasînê ne fermî di dest wî de heye.

Di sala 1962an de "Hesen Mistefa Ni'mê" li bajarê Serê Kaniyê jidayik bûye, bi jin e û heft zarokên wî jî hene, ku tevde ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ne, û bi taybet ji beşê "mektûman" e, wekî ku ji lêkolînerê ser erdê "gerok" li ba Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an da zanîn û got:

"Ji dema ku temenê min tenê şeş meh bûn, bavê min çû ber dilovaniya Xwedê, û di dema pêkanîna serjimêriya awarte de, bavê min xwe tomar nekiribû, ji lewre ku em bûne mektûm, tev ku apê min wekî hemwelatî "xwedî nasnametî" hate tomar kirin, û ji sala 1988an û ta bi sala 1989an ve min hewl dida ku ez rewşa xwe a yasayî sererast bikim, herwiha min pelikên xwe bidest birin saziya nifûsê li Şama paytext, lê ew jî bê encam bû, û cara dawîn a ku min tê de hewl da ku ez vê rewşê biguhêrim di sala 2011an de bû, û bi taybet piştî derxistina biryara dana nasnametiyê bo ejnebiyan, ku ez çûm saziya nifûsê û cem komîteya texmînkirina temenan li bajarê Hisiçayê, lê min ti sûde nedît, çi ku karmendên nifûsê ji me re digotin, ku pelik tevde li parêzgeha Dêrazorê ji ber bûyeran hatin şewitandin".

Hesen ji tevahiya mafên xwe, wekî mafê xwendinê, yê hilbijartinê, û yê arzîtiyê bêpar bû, û wî nikarîbû ku ti malûmilkî ser navê xwe tomar bike, dêmek ew neçar dibû ku malûmilkên xwe bi navê apê xwe yê hemwelatî "xwedî nasnametiya Sûriyê" tomar bike, û di barê astengiyên din yên ku diketin riya wî de got:

"Bi riya belgenameya pênasînê ez dikarim li deverên ku li jêr desthilata rêveberiya xweserin biçim û bêm, lê eger ez bixwazim biçim Şamê, ezê rastî astengiyan bêm, û niha di gel belavbûna rêbendên leşkerî yên girêdayî rêjîma Sûriyê li tevahiya welat, mijara rêwîtiyê "çûn û hatinê" hîn dijwartir bûye, herwiha berê gelek endamên hêzên ewlekariyê bi kêşeya mektûman bihîstibûn, lê niha tekez e ku gelek ji wan tiştekî li ser vê mijarê nizanin, û niha hevjîna min nexweşe, lê ez ditirsim ku wê ji bo dermankirinê bibim Şamê, ji ber serêşiyên belgenameya pênasînê, û nekarîna razana li xewxaneyan "hotêlan", a ku bêyî bidestxistina pejirandinê ji rêveberiya liqê xewxaneyan, em jê bêparin".

Bi dest Hesen neket ku rojekê bi her heft zarokên xwe şad bibe û wan di rewşeke civakî baş de bibîne, ji ber ku wan ji encama rewşa xwe a yasayî xwendin berdewan nekirin, û hinek ji wan negihiştin qonaxa amadeyî û pola bekeloriya jî, ku Hesên di vê barê de got:

"Ji ber ku em mektûmin, em herdem bi kêmbûnê pêhest dibin, ku carekê ji caran dema ez neçar bûm ku biçim Şamê, ez ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatim sekinandin, û pelikên min yên fermî xwestin, lê dema ku min  pelika xwe a sor ji wan re derxist, ew matmayî man û pirsîn bê ka wateya mektûm çi ye, ji ber ku ji bilî li Sûriyê tiştek navê wî mektûm tune ye, û li welatne din wekî nimûne, nasnametî bo kesên ku wê dixwazin piştî çend salekî tê dan, lê li Sûriyê hin malbatên mektûman hene ku rewşa wan a aborî başe, û ew amade ne ku bi melyonan peran bidin, da ku bidin xwedî nasnametî, lê ev yek bidest wan neket".

Related Publications

Leave a Comment

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More