Home Raporên Tematîk Êzdî li Sûriyê: Cudakarî û Nijadperestiya Dehê Salan

Êzdî li Sûriyê: Cudakarî û Nijadperestiya Dehê Salan

Hindikahiya oladarî ya Êzdî li Sûriyê rastî gelek şêweyên zordarî û sitemkariyê hatin, ku ji pêkanîna ayînên xwe yên olî, û ji hînbûna binemayên ola xwe bêpar bûn, û herwiha nepejirandina destûrî

by bassamalahmed
41 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic, French, Turkish Font Size A A A

Kurtahiya Raporê:

Dîroka hebûna Êzdiyan li Sûrîyê û herêmê vedigere serdemên kevin, lê ji ber fermanên qirkirinê yên li pey hev ku ew rastî wê hatin, hejmara wan gelekî kêm bû, lewre bûne yek ji olên ku di bin gefa windabûn û tunekirinê de ne. Tevî vê yekê, hêjî hebûna hin civakên Êzdî, bi hejmarin biçûk li Sûriyê û Iraqê û herêma Kurdistanê û Turkiyê û hin welatên dîtir heye.

Dawîtirîn operasyonên qirkirinê yên naskirî der heqê vê kêmahiya oldarî de, di sala 2014 de bû, ji aliyê rêxistina ku navê Dewleta Islamî li xwe dike, û bi navê DAIŞê tê naskirin. Dema ku êrîşî devera Şigalê li Iraqê kir û bi hezaran Jin û zarokên Êzdiyan veguhestin Sûriyê, û ew rastî kiryarên tewş û hovane hatin, li gorî Komîteya Lêpirsîn a Navdewletî derbarê Sûriyê.

Berî ku piraniya fermanên qirkirina Êzdiyan pêk bên, Êzdî rastî erîşan di bawerî û ol û adet û binemayên xwe de dihatin, bi armanca navnokirin û reşkirina vê olê li ber çavan. ev yeka dihişt ku jîngeheke dijminkar li dijî vê olê peyda bibe, û operasyonên kuştin û koçberkirina rasterast pêk bên.

Nebûna mukurhatina olan ji hev, û lawazbûna lêbûrîna olî bi giştî, û nepejirandina hebûna olên din, yan nenaskirina hin olên berbelav ji mafê komên olî yên piçûk re, tev dibin sedemên rûreşkirina olên cuda yên din, an yên dijberî olê piraniyê, an jî “olê fermî” li welat.

Her çende piraniya Êzdiyan bi netewa xwe Kurdin, û bi zimanê Kurdî, bi zaraveya Kurmancî diaxivin, lê ji aliyê olî ve, ji Kurdên sunnî pir cuda ne. Wekî kêmnetewe, hinek ji Êzdiyan dil dikin ku wek komek etnîkî serbixwe bêne naskirin, ji ber cudahiyên xwe yên çandî û olî ji Kurdan cuda diyar dikin.

Rêderdiya Êzdiyan li herêmê berdewam dike, lê ji hêla hin aliyên leşkerî yên din, ji nav wan komên çekdar ên dijberiya Sûrîyê, ku girêdayî Kiwalisyona Niştîmanî Sûrî ya rikber in, ku li ser destê wan, Êzdî rastî çendîn binpêkirin hatin, ji encama herdû operasyonên leşkerî yên Tirkiyê “Çiqlê Zeytûnê” di 2018an de, û “Kaniya Aştiyê” di 2019 de, û ji van binpêkirinan biçavkirina ne yasayî ya jinên Êzdî, û doza komên çekdar ji wan ku bibin misilman.

Persetgeha sereke ya Êzdiyan “Laleş” e, û li devera Şêxan li nêzîkî Mûsilê, li parezgeha Neynewa ya Iraqê dikeve, lê Êzdî li piraniya bajarên Kurdistana Iraqê û li hin deveran li Sûrîyê û Libnanê û Turkiyê û Îranê berbelavin, û bi hejmarin pirtir li Ermenistan û Corcistaê dijîn.

Êzdiyên Efrînê rastî tengaviya oldarî tên, ku ji wan re qedexe ye, helkeftên xwe yên olî vejînin, û waneyên oli Êzdayetî fêr bibin, nexasin li deverên ku ji aliyê Turkiyê ve hatine dagîrkirin.

Di rapora xwe ya sala 2020an de derbarê Sûriyê, Komîteya azadiya Olan ya Emerîkî, binpêkirinên li dijî kêmnetew û olan, ji zordarî û paşguhkirinê, rexne kir, nexasim dijî Kurd û Êzdî û Xiristiyanan, li deverên jêr desthilata Tirkiyê ne. Raporê doz kir ku fişar li ser Enqera bê kirin, da ku planeke demnîşankirî bo vekişandina xwe ji xaka Sûriyê deyne, ji ber ku hebûna wê li vî welatî dibe sedem ku nijadperestiya olî û netewî derheqê Êzdî, Xiristiyan û Kurdan zêde bibin.

Rêzplan:

Ev rapor balê dikşîne ser giringtirîn fermanên qirkirina ayindarên ola Êzdî, di heyama dîrokê de, ku beriya wan, ev koma oldarî di bawerî û aynde û binemayên ola xwe de dihatin êrîşkirin, û hewl dihate kirin ku ev ol bê rûreşkirin, û ev yeka hişt ku jîngeheke dijminkar li dijî wê peyda bibe, her beriya ku qirkirina rasterast derheqê Êzdiyan destpê bike.

Di bersivdayîna li ser vê yekê, dê ev rapor bingeh û bawerî û ayinde û sembolên ola Êzdî rave bike, û balê bikişîne ser binpêkirinîn derheqê vê koma oldarî, û bi taybet li Sûriyê, û herwiha, dê hin fitweyên oldarî û çîrokên ku li ser ola Êzdî derketiye, nexasim ewên mislmanan, bîne ziman.

Herwiha, dê rapor hebûna Êzdiyan li Sûriya vê serdemê nîşan bide, ku çawa desthilatên Sûriyê danûstendin bi vê hindikahiya oldarî re dikirin, û herwiha binpêkirinên ku rastî wan hatin, li deverên komên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve, wekî Efrîn û Serê kaniyê, piştî herdû oparasyonên leşkerî yên naskirî bi navên; “Çiqlê Zeytûnê” di 2018an, û “Kaniya Aştiyê” di 2019an de, ku bûn sedem piraniya nişteciyên Êzdî ji van herdû devaran koçber bibin.

Ev rapor bi awayekî sereke li ser çîrok û govayiyên qurbaniyên Êzdî li Sûriyê, û yên koçberî derveyî welat, hatiye ristin, ku me hevdîtinên rasterast bi 32 kesan re pêk anîn, 14 ji wan jin bûn.

Herwiha rapor bi zaniyarên rapor û lêkolînên derçûyî ji aliyên rêxistinên xwecehî û nêvdewletî, hatiye pêrawestîn, û aliyên yasayî di destûra Sûriyê de, têkildarî azadiya olî, û yasaya rewşên kesayetî li Sûriyê, zêdebarî piştpêbestkirina li hejmareke lêkolînên ku li ser ola Êzdî li Sûriyê û herêmê axivîne, ne xasim ji aliyê bawerî û ayindeya wan, û binpêkirinên ku rastî wê hatine.

Ev rapor par dibe bo: (1) Beşek li ser binpêkirinên girêdayî şerê heyî li Sûriyê, ji sala 2011an ta 2022an, nexasim li deverên jêr desthilata Turkiyê, wekî Efrîn û Serê kaniyê, ku çîrok û govayiyên qurbaniyan vedibêje, ji yên ku mal û milkê wan hatine desteser kirin, an hatine girtin, an jî hatine kuştin, ji ber ku ji oleke cudayî ola komên çekdar in.

Di beşê duyem de (2), rapor balê dikşîne ser binpêkirinên ku Êzdî di serdema Hikûmeta Sûriyê (bi taybet berî 2011an) de rastî wan dihatin, ji aliyê bêparkirina Êzdiyan ji mafê wan yê yasayî û nenaskirna ola wan, û herwiha çarcoveya yasayî û destûrî ya Hikûmeta Suriyê, û yasaya rewşa keayetî, û binpêkirina wan ji mafê ola Êzdî re.

Di beşê sêyem de (3), rapor kok û bingeh û bawerî û rêwresmên olî yên Êzdî ronî dike, û balê dikşîne ser binpêkirinên ku ew li ser dirêjahiya dîrokî rastî wan hatine, ku hebûna wan armanc digirin. Di beşê dawîn de, ev rapor yasa û zagonên navdewletî dide nîşandan, nexasim ewên ku mafê hindikahiyê oldarî diparêzin, her li gorî guncaviya prensîpên mafên mirovan ên gerdûnî.

Ji bo xwendina raporê bi awayê PDF, ji kerema xwe re, pêl vê bike.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More