Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesWritten Stories Kurdish-Kurmanji: “Pelika sor a ku pê re bû, yek ji sedemên rêderdiya wî bû”

Kurdish-Kurmanji: “Pelika sor a ku pê re bû, yek ji sedemên rêderdiya wî bû”

Çîroka "Mamo Hesen Elo" .. Ji bilî bênasnametiyê, car bi car dihatim pîskirin

by wael.m
167 views Download as PDF This post is also available in: Arabic Font Size A A A

Dema ku "Mamo" xwendekarê zanîngehê, ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve rastî lêdan û pîskirina bi peyvan hat, ji ber ku ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî "ejnebî" ye, û gava ku mezin bû jî, rewşa wî ne çêtir bû, û ev ne bûyera dawî bû a ku rastî wê tê, çi ku berpirsekî şaxê ewlekariya siyasî li bajarê Serê Kaniyê şiqamek li wî da û peyvên pîs jê re got, ji ber ku wî nepejirand ku wekî saloxdar "muxbir" ji wan re kar bike.

Di sala 1978an de "Mamo Hesen Elo" li bajarê Serê Kaniyê jidayik bûye, û ji dema serjimêriya awarte a ku rêjîma Sûriyê di sala 1962an de pêk anî, ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî "ejnebî" ye, û di vê barê de ji lêkolînerê ser erdê "gerok" li ba Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an de got:

"Di sala 2001ê de, û gava ku ez bi kernekê "otobasê" ji bajarê Serê Kaniyê diçûm zanîngeha xwe li bajarê Helebê, hin endamên hêzên ewlekariya Sûriyê, li ser pira Qereqozatê me sekinandin, û pirsa nasnameyên rêwiyan "rikaban" kirin, û min jî pelika xwe a sor derxist, vêca endamên wê hêzê min ji kernekê daxistin, û li odeyeke wan a taybet ku li ser pirê bû, jêpirsîn û lêkolîn bi min re kirin, herwiha rastî lêdan û pîskirinê hatim, tev ku wan dizanîbû ku ez ne di ti partiyê de me, û li dawiyê min qewirandin, û min riya xwe berdewam kir, û ev bi tenê rûpelek ji pirtûka rêderdiyê ye".

Mamo yekê ji bûyerên ku hîn di bîrdanka wî de asê maye û ziyaneke kûr gîhandiye derûniya wî bi bîr tîne, ku di sala 1995an de, berpirsekî şaxê ewlekariya siyasî ji wî xwest ku wekî saloxdar ji wan re kar bike, û Mamo nizanîbû ku nepejirandina wî dê bibe sedemek ji bo pîskirina wî û malbata wî, û peydakirina astengiyan di riya wan de, û di vê barê de got:

"Serokê şaxê ewlekariya siyasî li bajarê Serê Kaniyê bi navê "Ebû Îhab" dihate naskirin, û carekê ji caran, wî ji min xwest ku ez wekî saloxdar ji wan re kar bikin, û gava ku min nepejirand, şiqamek li min da, sixêf bi min kir û bi duvre min qewirand, û ev yek bi birayên min Ibrahîm re jî kir, û ne tenê wilo, ku bi duvre dikanên me yên hesinkariyê 12 rojan li pey hev girt, ji ber ku em bê nasnametî "ejnebî" bûn, û rêdanên me yên kar tune bûn".

Ji piştî vê bûyerê, Mamo pelikên xwe ji saziya karûbarên civakî ya bajarê Hisiçayê re pêşkêş kir, da ku rêdanên kar bidest bixe, lê serokê şaxê ewlekariya siyasî "Ebû Îhab" şand pey wî, û careke din li wî da, û peyvên pîs jê re gotin, çi ku wî ev daxwaz pêşkêş kirye.

Li gora Mamo, ku rewşa wî a yasayî ta çaxa amadekirina vê raporê jî nehatiye guhertin, û ew hîn bê nasnametî ye, tevî derxistina biryara (49)an di sala 2011an de, a taybet bi dana nasnametiya Sûriyê bo kesên ku bê nasnametî "ejnebî" ne.

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More