Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesRecorded Stories Kurdish-Kurmanji: Bi windabûna belgeyên serjimêriyê re, pêşeroja endamên malbata “Ezîz” winda bû

Kurdish-Kurmanji: Bi windabûna belgeyên serjimêriyê re, pêşeroja endamên malbata “Ezîz” winda bû

Çîroka Ezîz Biro .. Mafê xwendinê, mafê herî pîroz e

by wael.m
72 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Dema ku “Ezîz Biro” bi (12) şagirtên din re, di sala 1993an de çû zanîngeha Dêrazorê da ku xwe di beşê (bîrkariyê û fîzya) de tomar bike, tevahiya hevalên wî hatin tomarkirin, lê ew na, vêca bêhêvî vegeriya malê, tenê ji ber ku ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û bi taybet ji beşê mektûman e, û wê hingê berovajî hevalên xwe, belgenameya bekeloriya pê re tune bû, tev ku wê qedandibû. Rêderdiya Ezîz ta bi roja me ya îroyîn berdewam e, û tev ku wî ji bo sererastkirina rewşa xwe a yasayî gelek hewldan jî kirin, lê nikarîbû ku nasnametiyê bidest bixe.

Di sala 1973an de “Ezîz Biro” li bajarê Qamişlo jidayik bûye, bi jin e û du zarokên wî hene, û li kolêja mafnasiyê li zanîngeha Feratê li Hisiçayê xwendiye, û wî gelek sal ji jiyana xwe di karê çandiniyê de derbas kiriye, herwiha ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bênasnametî ye, û bi taybet ji beşê mektûman e, û di vê barê de ji Sûriyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di 30ê Tîrmeha sala 2018an de got:

Dema encamdana serjimêriya awarte di sala 1962an de, komîteyên serjimêriyê navê bapîrê min û apên min tomar kirin, lê bavê min li gundekî din bû, û desthilata rêjîmê ji me re got, ku kaxezên wî gundî winda bûn û nema hatin dîtin, û tev ku bavê min du caran dozên pêşbirînê pêşkêş kir, lê ti encamên wan tune bûn, tev ku bavê min keyê “muxtarê” gund bû, û wî kaxez û pelikên xelkê mor dikirin, û ji nav wan belgenameyên pênasînê, ên ku dida xwe û me jî, û wekî gelekan ji mektûman, hîn rewşa me nehatiye guhertin, ji ber ku şaxê ewlekariya siyasî li Şama paytext, kaxezên me yên ku me ji bo sererastkirina rewşa xwe a yasayî pêşkêş kiribûn, nepejirand.

Di barê bidestxistina belgenameya derçûyînê ji zanîngehê bi rêya lihevhatinê, Ezîz got, ku wan di destpêkê ha jê nebûn ku ew mektûm e, ji lewre belgenameya derçûyînê dane wî, lê piştre “Ezîz” ha jê bû ku şaşiyek di dîroka sala jidayikbûna wî de, di belgenameyê de heye, vêca vegeriya zanîngehê da ku wê şaşiyê sererast bike, lê wê hingê karmendê zanîngehê li xwe hay bû ku belgename ji Ezîz re dernakeve, û belgenameya wî bir cem ragirê “emîdê” kolêjê yê wê hingê “Xalid Xetîb” ê ku ji karmendê kolêjê xwest ku belgenameya Ezîz berba bike û biqetîne, vêca wan Ezîz di barê şaşiyê de agahdar kirin û jê re gotin ku nabe navê wî di nava lîsteyên derçûyaran de dakeve, ji ber ku ew mektûm e, ji lewre ku Ezîz ti belgename bidest nexist.

Ezîz rewşa mektûman, bi pîstrîn rewş binav dike, û her bi gotina wî ku rewşa ejnebiyan ji ya wan çetire, tev ku ew jî ji gelek mafên hemwelatiyên xwedî nasnametiya Sûriyê bêparin, lê yên mektûm ji kokê ve bê mafin, ku di vê barê de Ezîz berdewam kir û got:

Dibe ku mafê xwendinê yê herî asê be, çi ku di malbata me de, rê li pêş du birayên min bo berdewamkirina xwendinê hate girtin, û herduwê din jî piştî sala 2000an rê ji wan re vebû ku xwendina xwe berdewam bikin. Li welatên ku rêzê ji mafên mirov re digrin, ta kesên gunehkar jî yên ku bê mafên sivîl û ên siyasî ne, rê ji wan re vekirî ye ku xwendina xwe li hindirê zindanan berdewam bikin, û wekî nimûne, birayekî min bi nasavê “Behzad Ereb Dawûd” heye, û wî bekeloriya sîna’a di sala 1996an de pêşkêş kir, û yê yekemîn bû li ser parêzgeha Hisiçayê, lê riya berdewamkirina xwendinê li pêş wî hat qedexe kirin, tev ku hin parlementerên Sûriyê wê hingê jê re nameyeke piştgiriyê îmze kirin, herwiha rê li pêş min jî hate qedexe kirin ku ez bibim şagirtê beşê “bîrkariyê û fîzya” di sala 1993an de, ku kaxezên min nehatin pejirandin, ji ber ku belgenameya qedandina bekeloriya ji rêveberiya perwerdeyê ji min re dernediket, ji lewre ku ez neçûm zanîngehê, ta bi piştî ku temenê min bi ser 40 salî ve ket, ku min li kolêja mafnasiyê xwend, û hîn xweş tê bîra min dema ku ez û 12 hevalên xwe çûn zanîngeha Dêrazorê da ku xwe tomar bikin, lê wan tevan ji bilî min xwe tomar kirin, û wan berê xwe da zanîngeha Helebê û tevlî kolêjên xwe bûn, û ez jî bêhêvî vegeriyam malê, tu dikarî bîne ber çavên xwe bê çiqasî ev bûyer derûniya xwediyê xwe ditengijîne.

Di axaftina xwe de bo Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê, Ezîz da zanîn, ku ew di navbera salên 2003an û 2008an de tevlî çendîn xwepêşdan bûye, ji yên ku li dijî bêparbûna Kurdên Sûriyê ji nasnametiyê derdiketin, ji lewre ku ew gelek caran ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hatiye binçav kirin, ji bilî derbasbûna mala wî a bi zorê piştî xwepêşindaneke li dijî derketina biryara 49an, a ku parêzgeha Hisiçayê tevde wekî devereke sînorî da nîşan, û pê re avakirin, kirîn, firotin û kirê kirina malûmilkan hate qedexe kirin, ji lewre ku rêjeya bêkariyê li devera cizîrê gihişte asteke metirsîdar, ku di vê barê de Ezîz got:

Ji min dipirsîn: ma tu Sûrî yî. Min digot: erê, ez ji Kurdên Sûriyê me. Lê dîsa ji min re digotin: ti belge li ba te tune ne da piştrast bikin ku tu Sûrî yî. Ez dihatim pîskirin û nizimkirin dema ku ji min re digotin: tiştek bi navê Kurdên Sûriyê tune ye, yan tê Kurd be û yan jî tê Sûrî be.

Wekî tevahiya kesên ku bê nasnametî ne, Ezîz ji dermankirina li nexweşxaneyên giştî bêpar bû, û mafê wî tune bû ku belgenameya derçûyînê ji zanîngehê bidest bixe, herwiha tê zanîn ku wî demekê mamostetî kiriye, dêmek wî hin zarokan ji gundan bi awayekî xwebexş bixwendin didan, û bêyî ku mûçe jê re hebe, ji ber ku mektûm e. Li aliyekî din ew dibêje ku hin erdên wî û malbata wî yên çandiniyê hebûn, vêca wan ji ser navê bapîrê xwe veguhestin ser navê apanên xwe ên ku xwedî nasnametî ne, ji ber ku ew nikarin tiştekî ser navê xwe tomar bikin, û maltûmilkên wan ên din ji mal û tirimbêlan jî bi navê hemsiyekî “cîranekî” wan e, û di barê astengiyên ku ji ber rewşa wî a yasayî diketin riya wî de, Ezîz got:

Hîn tê bîra min ku carekê ji caran, dema ku ez çûm Şama paytext, ez ta bi nîvê şevê bendewar mam da ku efserê cîgirvan yê avahîya parêzgeha Şamê kaxezekê bide min, da karibim li xewxaneyê razêm, ev ji bilî nekarîna min ku belgenameya ajotinê bidest bixim, zêdebarî tomarkirina zeviyên me yên çandiniyê bi navê hineke din, û firotina wan bo bazirganan bi nirxne erzan, ji ber ku desthilat berhemên me bi awayekî rasterast ji me nakire.

Ezîz bi tirse ku danûstendina bi kêşeya wan re, ne wekî ya ejnebiyan be, û bi taybet di barê xizmeta leşkerî “eskeriyê” de, û bi gotina wî ku kesên temenê wan zêdeyî 18 salan ji ejnebiyên ku bûne xwedî nasnametî eskerî li wan neket, û ev biryar ji destpêka sala 2012an ve hate cîbicîkirin, û di barê wê de Ezîz got:

Girînge bê zanîn, ku gelek ji kesên ku nasnametî ji wan hat girtin, pêşbirîn ji komîteyên serjimêriyê re di salên heftê de pêşkêş kirin, û hinek ji wan wê hingê bûn xwedî nasnametiya Sûriyê, tev ku gelekan perenî pir jî rijandin û rewşa wan a yasayî nehat guhertin, û di salên 90î de, hin amar ji nifûsa Hisiçayê gihiştin ber destê me, û di wan de diyar bû ku herî kêm (90) hezar ji Kurdên Sûriyê mektûmin, û hêjayî gotinê yî ku ji ber rêjeya zayînê hejmara mektûman zêdetir bû, him ji mektûman bi xwe, û him jî ji zarokên ejnebiyan ên ku nedihatin tomar kirin. û ji piştî derxistina biryara (49) di sala 2011an de, gelekan ji mektûman kar kirin da ku rewşa xwe a yasayî sererast bikin, û bibin ejnebî, û bi duvre bibin xwedî nasnametî. Lê tê zanîn ku hejmara mektûman ên ku niha hîn li Sûriyê bicih dibin, di navbera ji 20 ta 25 hezaran de ye, ji ber van sedeman: ku hejmareke mezin ji wan rewşa xwe a yasayî sererast kirin û bûn ejnebî, û bi duvre bûn hemwelatiyên xwedî nasnametî, herwiha ji ber pêla koçberiyê a ku bi ser deverê de hat, û nemaze ji piştî sala 2011an ve, ku bi deh hezaran ji xelkên deverê koçberî welatne din bûn ji bo pêşerojeke çêtir, herwiha berî salekê dîsa biryareke serokatî derket, û taybet bû bi dana nasnametiya Sûriyê bo derdora 150 malbatên mektûman.

Ezîz dibîne ku ji bo çareserkirina kêşeya bê nasnametiyê pêdivête ku di destpêkê de nasnametiyê bidin tevahiya kesên ku bê nasnametî ne ji mektûm û ejnebiyan, herwiha jêbartina “te’wîda” wan bikin, û bi taybet li ser erdên ku jê bêpar bûn, û bi gotina wî ku dema destpêka pirojeya “çaksazkirina erdên çandiniyê” kesên ejnebî û yên mektûm ji van erdan bêpar man, û ne wekî Sûrîyan hatin der brîn, û derdora (11) hezar malbat ji pirojeya çaksazkirina çandiniyê bêpar man, zêdebarî belavkirina erdên beyar ên li devera hevsînor bi Tirkiyê re, a ku bi navê “xeta dehan” tê naskirin, li ser erebne din ku ji parêzgehên Reqayê û Helebê hatine û bi navê “xemir” tên naskirin, ji ber ku ava bendava Feratê erdên wan dagirt, û bi vê yekê Ezîz axaftina xwe bidawî kir, û got:

Gelek kes jidayik bûn û mirin jî bê ku nasnametiya Sûriyê bidest bixin, ji lewre ez hêvî dikim ku gelên herêmê ji ereb û Kurd û xiristiyan û misilmanan bi sedema olê, nejadê, an netewê rastî nejadaperestiyê neyên, ji ber ku ez baş dizanim wateya ku tu ji ber netewbûna xwe rastî nejadperestiyê bê, û ne sûcê me ye ku em Kurdin, vêca ez dibînim ku jêbartina herî baş ew e, gerantîkirina ku ev yek careke din dubare nebe, û ti mirov li vî welatî ji ber zayindê, nejadê, û olê ji mafên xwe neyê bêpar kirin.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More