Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesWritten Stories Kurdish-Kurmanji: “Bi sedema rewşa me a yasayî, em gelekî rastî kedxwariyê tên”

Kurdish-Kurmanji: “Bi sedema rewşa me a yasayî, em gelekî rastî kedxwariyê tên”

Çîroka "Ahîn Isma'îl"... Ta kengî emê bê nasnametî bin?

by wael.m
56 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Gelek caran “Ahîn” pêhest dibe ku ew li welatê xwe biyanî ye, ji ber ku ew Kurdeke Sûriyê ye, ji yên ku bê nasnametî ne, û ta bi roja me ya îroyîn rewşa wê a yasayî nehatiye guhertin, zêdebarî ku wê xwendina xwe berdewan nekir, û derketina ji derveyî Sûriyê jê re qedexe ye, û ji asantrîn mafên xwe bêpar e.

Di sala 1989an de, “Ahîn Isma’îl” li bajarê Qamişlo jidayik bûye, bi mêr e û zarokên wê hene, û di warê medyayê de kar dike, herwiha ew ji malbatekê ye ku tevahiya endamên wê ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ne, û bi taybet ji beşê mektûman e, dêmek bavê wê, hevserê wê, û zarokên wê jî tevde mektûm in, û di vê barê de ji lêkolînerê ser erdê “gerok” li ba Sûriyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an de got:

Dayika min hemwelatî “xwedî nasnametiya Sûriyê” bû, lê bavê min mektûm bû, û min jî bi sedema vê rewşa xwe a yasayî xwendina xwe berdewam nekir, û bavê min jî gelek caran hewl da ku rewşa xwe a yasayî sererast bike, lê hewldanên wî têk çûn, herwiha dema ku ez biçûk bûm, min mijara serjimêriya awarte ji devê dapîra xwe bihîst, a ku ji min re got ku hevserê wê di çaxa encamdana serjimêriyê de mirî bû, ji lewre ti kesî wan tomar nekir, û tevî ku dapîra min bi duvre hewl da ku kaxezên xwe bo saziya nifûsê pêşkêş bike, lê kaxezên wê nehatin pejirandin. Ez bi sedema rewşa xwe a yasayî rastî gelek astengiyan hatime, yek jê ku tomarkirina me li dibistanan zêde dijwar bû, û gelek ked û pere jê re pêdivêt bûn, herwiha em nikarin ku bi firokeyê biçin û bên, zêdebarî ku em gelekî rastî kedxwariyê tên, bi sedema rewşa me a yasayî, û wekî nimûne, birayê min Isma’îl xwendina peymangeha dahûranên “tehlîlên” bizîşkî qedandibû, û ji xwe re kar dikir, lê keda wî dihat xwarin û mûçeyekî hindik didan wî, vêca ew bi duvre ji vê rewşê gelekî tengijî û neçar ma ku koçberî Ewropayê bibe, herwiha tê bîra min ku çawa birayê min çend caran ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat girtin, bi sedema belgenameya pênasînê a ku pê re bû, û wan qeşmerî û tenazî jî pê kirin“.

Ji piştî derxistina biryara (49) di sala 2011an de, a taybet bi dana nasnametiyê bo ejnebiyan, Ahîn kaxezên xwe û yên malbata xwe ji saziya nifûsê a bajarê Qamişlo re pêşkêş kir, bi hêviya ku nasnametiya Sûriyê bidest bixin, lê tevahiya hewldanên wê têk çûn, û di vê barê de berdewam kir û got:

Bi destpêka vêketina şerê Sûriyê re, me hewl da ku em çareyekê ji rewşa xwe re bibînin, lê ta niha rewşa me nehatiye guhertin, û ez dixwazim tiştekî din bêjim, ku niha rêveberiya xweser mektûman jî dibe xizmeta leşkerî a neçar “eskeriya bi zorê”, û pirsa min ew e, ku çawa wan dibin eskeriyê bê ku tiştek ji wan re pêşkêş kiribin“.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More