Home Investigative Reports Kurdish/Kurmanji: Bangewazî bo serbest berdana hevrêzkarê giştî ê tevgera çaksaziyê a Kurd “Fêsel Yûsiv”

Kurdish/Kurmanji: Bangewazî bo serbest berdana hevrêzkarê giştî ê tevgera çaksaziyê a Kurd “Fêsel Yûsiv”

Binçavkirina Yûsiv roja duşemê 2ê Nîsanê 2018an bi destê hêzên asayişê ên girêdayî rêveberiya xweser ve hate encam dan

by wael.m
63 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Destpêk: Di berbanga roja duşemê 2ê nîsanê 2018an de, hêzên ewlekariyê ên girêdayî asayişa rêveberiya xweser, hevrêzkarê giştî ê tevgera çaksaziyê a Kurd, û endamê desteya serokatiyê di encumena niştîmanî a Kurd li Sûriyê de "Fêsel Yûsiv" ji mala wî li Qamişlo "parêzgeha Hesekê" a ku li jêr desthilata rêveberiya xweser e binçav kirin.

 

Fêsel Yûsiv kî ye?

Siyasetmedareke ji kurdên Sûriyê ye, ku li gundê Şorikê "li bakurê rojhilatê Qamişlo – parêzgeha Hesekê" jidayik bûye, û ji zankoya Şamê belgenameya hozaniyariyê bidest xistiye, û di sala 1992an de wekî endamê komîteya navendî a partiya demokrata pêşverû a Kurd hate hilbijartin, berî ku di piştre bi salekê bibe endamê komîteya siyasî a heman partiyê, li aliyekî din û ji destpêka damezirandina "komîteyên vejîna civaka sivîl" di sala 2001an de li Şamê, Yûsiv wekî endam di van komîtan de kar kir, zêdebarî ku ew yek ji damezirênerên komela mafên mirov li Sûriyê bû, û yek ji stûnên amadekirina yekem maseya hevpeyvînê derbarê kêşeya Kurd li Sûriyê bû, a ku li jêr navê "meseya giloverîn" di sala 2001an de li Şamê, bi beşdarbûna çendîn siyasetmedar û rewşenbîrên Sûriyê bi rê ve çû, û ji encamên wê hate lihevkirin ku pêwîste navê gelê Kurd û mafên wî ên siyasî û çandî di destûrnameya Sûriyê de bên çesipandin, herwiha "Yûsiv" yek ji damezirênerên şepêla çaksaziyê di partiya demukrata pêşverû a Kurd de bû, a ku di sala 2010an weke tevgereke siyasî serbixwe bi navê tevgera çaksaziyê a Kurd li Sûriyê xwe da pêş. hejayî gotinê ye ku "Fêsel Yûsiv" di sala 2012an de serokatiya encumena niştîmanî a Kurd kir, û di sala 2013an de bû endamê desteya Kurd a bilind, û niha jî hevrêzkarê giştî ê tevgera çaksaziyê a Kurd e, û endamê desteya serokatiyê ye di encumena niştîmanî a Kurd de li Sûriyê.

 

Nîr û hûrguliyên binçavkirinê

Binçavkirina siyasetmedarê Kurd "Fêsel Yûsiv" bi awayekî zordar hate encam dan, weke ku endameke malbata wî ji "Sûrîyên ji bo rastbînî û dadmendiyê" re dibêje:

"Derdora demjimêr yek û nîvê berbangê ji roja duşemê, deriyê me bi xurtî hate lêdan, û berî ku em derî vekin, bêhtir ji 15 çekdarên rûnixumandî "nenas" derbasî nava malê bûn, û ji me re gotin ku ew ji ewlekariya giştî ne, û bi ferman hatine ku wî binçav bikin, û di piştre wî bi riya sê tirimbêlên leşkerî birin cihekî nediyar, û ta niha em tiştekî li ser cih û çarenivîsa wî nizanin.”

 

Heman jêderê berdewam kir, ku rewşa tenderûstî a "Yûsiv" nesaze, û ew nexweşê dil û ê şekir e, û bi awayekî rojane pêdivêtê baldarî û şopandina tenderûstî ye. Endamên malbata "Yûsiv" amaje kirin, ku ji ber nesazbûna rewşa wî a tenderûrtî, pêwîste ku bi awayekî lezgîn dermanên dil û şekir bighêne wî.

 

Herwiha li gor jêderne berpirs bo "Sûrîyên ji bo rastbînî û dadmendiyê", ku binçavkirina Yûsiv hat ji piştî tawanên xiniztiyê "xiyanetê" ên ku encumena cîbicîkar di rêveberiya xweser de, ji piştî şerên Efrînê, da ser endamên partiya "Yekîtî" û serkirdeyên encumena niştîmanî a Kurd, û daxwaz kir "encumena cîbicîkar" ku kesên xerabkar "li gor binavkirina wê" di ENKSê de bêne darizandin "dadgeh kirin", û encumena niştîmanî jî helwesta xwe ji kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û hêzên "Artêşa azad a Sûriyê" ve zelal bike.

 

Nerînên nerazîbûnê derbarê binçavkirina "Fêsel Yûsiv"

Di barê binçavkirina Yûsiv de, emîndariya giştî a encumena niştîmanî a Kurd, di daxuyaniyeke xwe de, roja duşemê 2ê nîsanê 2018an got, ku binçavkirina Yûsiv hewldaneke têkçûyî ye, ji bo astengkirina xebata encumenê û têkbirina piroja wê a rewa û helwestên wê ên netewî ser riya çareserkirina krîza Sûriyê, û bidestxistina pêlênaneke destûrî bi mafên netewî ên gelê Kurd.

Daxuyaniya ENKSê kiryarên partiya yekîtiya demukrat şermezar kir, û weke karên neberpirs binav kir, û ji PYDê xwest ku Yûsiv û tevahiya girtiyên nerînê ên din ku di girtîgehên wê de ne serbest berde.

Ji aliyê xwe ve, nivîsgeha cîbicîkar a tevgera çaksaziyê a Kurd li Sûriyê, di gotareke xwe de, roja duşemê 2ê nîsanê 2018an, revandina hevrêzkarê giştî ê tevgerê "weke ku gotar tîne ziman" şermezar kir, herwiha da zanîn ku kar û kiryarên neberpirs ji aliyê partiya yekîtiya demukrat ve, wan û encumena niştîmanî a Kurd ji xebatê bo doza mafên rewa ên gelê Kurd dûr naxe.

Nivîsgeha cîbicikar di tevgerê de derbarê saxlemiya "Fêsel Yûsiv" ê ku bi nexweşiyên dil û şekir e, partiya yekîtiya demukrat kir cihê lêpirsîn û berpirsîtiyê, û ji PYDê xwest ku bi awayekî lezgîn Yûsiv û tevahiya girtiyên nerînê ên ku di girtîgehên wê de ne serbest berde.

Gotara nivîsgeha cîbicîkar di tevgera çaksaziyê de, ji aliyên Kurdistanî û rêxistinên mafên mirov daxwaz kir, ku fişarê li PYDê bikin da ku kiryarên ne rewa û zêdegaviyan bi hêza çekan neke.

 

Li aliyekî din ve, hin rêxistinên ku di warê berevaniyê di ber mafên mirov de dixebitin, û ji nav wan (rêxistina Kurd a mafên mirov li Sûriyê Dad, û rêxistina niştîmanî a mafên mirov li Sûriyê, û komîta Kurd a mafên mirov li Sûriyê "Rasid", û rêxistina Ereb a mafên mirov li Sûriyê, û rêxistina mafên mirov li Sûriyê "Maf", û rêxistina berevaniyê di ber girtiyên nerînê de li Sûriyê "rewange", û komîteyên berevaniyê di ber azadiyên demukrat û mafên mirov de li Sûriyê) bang li tevahiya aliyên desthilatdar û ên ne desthilatdar li Sûriyê, û aliyên navnetewî û ên navdewletî ku berevaniyê di ber mafên mirov de dikin kir, ku ji bo diyarkirina çarenivîsa Yûsiv û serbest berdana wî bêyî ti mercan, bi awayekî lezok û yekser kar bikin.

 

Rêxistinên navbuhurî dan zanîn, ku revandina Yûsiv û binçavkirina wî bi zordarî zêdegaviyeke mezin e ser yasa, belgename, û hevpeymanên xwecehî, navnetewî, û ên navdewletî ve di barê mafên mirov de, û her amaje kirin ku berdewambûna girtina Yûsiv metirsiyeke mezine li ser jiyana wî, ku li gor hevpeymana navdewletî a taybet bi mafên sivîl û ên siyasî, û nexasim bendên (9 û 14 û 19 û 21 û 22) ev yek prînsîpên civaka navdewletî binpê dike.

 

Di daxuyaniyeke din de, itîlafa niştîmanî a hêzên şoreşê û dijberiya Sûriyê, binçav kirina Yûsiv şermezar kir, û di daxuyaniyê de a ku li ser malpera xwe a fermî belav kir, partiya yekîtiya demukrat PYDê di barê saxlemî û jiyana Yûsiv kir cihê berpirsîtiyê.

 

Di heman mijarê de, rêxistina asûrî a demukrat, rêbazê zordar û kiryarên rêveberiya xweser di barê danûstendinê bi dijberên wê re ji çalakvanên siyasî bi tundî şermezar kir, û saziyên rêveberiyê di barê çarenivîsa "Fêsel Yûsiv" kir cihê berpirsîtiyê, herwiha ji rêveberiya xweser xwest ku bi awayekî lezgîn Yûsiv û tevahiya girtiyên nerînê ên ku di girtîgehên wê de ne serbest berde, û kiryarên dûr ji ramanên demukrat û prînsîpên mafên mirov neke.

 

Tê zanîn ku hêzên asayişê ên girêdayî bi rêveberiya xweser ve, di roja sêşemê 13ê sibata çûyî ve, çar girtiyên encumena niştîmanî a Kurd li Qamişlo "bakurê rojhilatê Sûriyê", serbest berdan, ku ji nav wan rojnamevan "Alan Selîn Ehmed" nûçegîhanê malpera Yekîtî Mîdya bû a bi ser partiya yekîtî a Kurd li Sûriyê ve, û her yek ji Salih Cemîl, Cinêd Seyd Mecîd, û Deham Remezan Hesen, endamên partiya demukrat a Kurdistanê li Sûriyê, ji piştî ku "Alan Selîm Ehmed" bêhtir ji salekê û nîvê di zindanên rêveberiya xweser de girtî mabû.

 

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More