Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesRecorded Stories Kurdish-Kurmanji: Min nasnametiya Sûriyê bidest xist, lê piştî ku tirên ser min derbas bû

Kurdish-Kurmanji: Min nasnametiya Sûriyê bidest xist, lê piştî ku tirên ser min derbas bû

Çîroka "Mihemed Xêr Ayid Isma'îl" .. me ji pêkanîna xewnên me bêpar kirin

by wael.m
83 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

“Mihemed” salne dirêj ji jiyana xwe wekî yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî “ejnebî” derbas kir, û wî nikarîbû ku warê bi dilê xwe bixwîne, û ne jî dikarîbû di pîşeya ku jê hez dike de kar bike, herwiha ew ji tevahiya mafên hemwelatbûnê bêpar bû, tiştê ku bandoreke neyênî li jiyana wî kir, tevî ku li dawiyê nasnameya Sûriyê bidest xist.

Di sala 1972an de “Mihemed Xêr Ayid Isma’îl” li navçeya Tel Hemîs a girêdayî bajarê Qamişlo li parêzgeha Hisiçayê jidayik bûye, bi jin e û çar zarokên wî hene. Mihemed gelek hewldan kirin da ku rewşa xwe a yasayî sererast bike, ta ku li dawiyê di sala 2011an de xewna wî pêk hat û nasnametiya Sûriyê bidest xist, û di vê barê de ji lêkolînerê ser erdê “gerok” li ba Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an de got:

Di dema yekbûnê di navbera Sûriyê û Misrê de, ji sala 1958an û ta bi sala 1961ê de, bavê min xizmeta xwe a leşkerî kir, lê ji piştî ku wê qedand careke din wî ji bo xizmeta yedek xwestin, lê wî pere “bedel” li şûnê da, ji ber ku ew nih zewicî bû, û piştî wê bi demekê saziya leşkerkirinê “tecnîdê” wî xwestin, û bilêta nasnameya wî a kesayetî jê stendin, bi mehneya “hiceta” ku ew bûye metirsî li ser ewlekariya dewletê, lê bavê min deftera xwe a leşkerî neda wan, tev ku wî îşkence jî kirin, ji ber ku ew defter bi dawî kirina bavê min ji xizmeta leşkeriyê re tekez û piştrast dike, û ji wê hingê ve bavê min bû mektûm, çi ku wan pelikên wî ji saziya nifûsê a bajarê Tel Hemîs birin, lê ji piştî wê û ji ber ku bavê min bi awayekî berdewam diçû nifûsê û pirsa pelikên xwe dikirin, wî li cem xwe wekî ejnebî tomar kirin. Bavê min zewicî û min û 7 zarokên din anî jiyanê, û em tevde ejnebî bûn, tev ku bavê min û birayên min gelekî hewl dan bo ku em bibin xwedî nasnametiyê, lê bê encam bû, herwiha carekê ji caran endamekî asayişa “mexfera” navçeya Tirbe Spiyê soz da bavê min ku rewşa me a yasayî beranberî (25) hezar Lêreyên Sûrî sererast bike, lê evqas pere pir bûn û li cem bavê min tune bûn di wê demê de, ji lewre em wilo man.

Mihemed di heyama salên ku ew tê de bê nasnametî bû gelek rêderdî kişandin, û wî nikarî bû ku xwesteka xwe pêk bîne, û tevlî peymangeha rûwayên hesinî “sikeyên tirênê yên hesinî” bibe, tev ku ew di xwendina xwe de serkeftî bû, û di dema ku deriyên peymangehê tê de bo şagirtên din vekirî bûn, û wî di vê barê de got:

Min li tevahiya peymangehan hewl da ku navê xwe tomar bikin, lê ez li yekê jî nehatim pejirandin, ji lewre min wekî karkerekî serbest kar kir, an ku çi kar heba min dikir, û di piştre ez zewicîm, herwiha min bi çavên xwe didît bê çawa hin hevalên min dibûn karmend di saziyên dewletê de, tev ku ew ne wekî min jêhatî û serkeftî bûn, û ev hest bo min ne xweş bû, û rewşa zarokên min ne çêtir bû, û ew mektûm bûn, ji ber ku ez ejnebî û dayika wan hemwelatî “xwedî nasnametî bû”, ji lewre ku kurê min yê mezin xwendina xwe berdewam nekir û her demê ji min re digot, ku wê çarenûsa wî wekî ya min be, û tê bîra min her ku me zarokên xwe di qonaxa seretayî an amadeyî de tomar dikir bilêta nasnametiya kesayetî ji me dixtestin, vêca her carê min çiroka bavê xwe, a xwe û zarokên xwe û çima pelikên me yên fermî tune ne, ji wan re şirove dikir.

Mihemed nikarîbû ku derkeve ji derveyî Sûriyê da ku kar bike, ji ber ku ew bê nasnametî bû, û ew bi bîr tîne ku dema wî zarokên xwe li ba keye “muxtar” tomar kirin, wan lêkolîneke ewlekariya derbarê rewşa wî û zarokên wî amade kirin, û her carê heman pirsên berê ji wan dikirin “hûn ji ku ne, û ji ku hatine”, û di vê barê de Mihemed got:

Min navê kurê xwe yê dawîn kir “Mihemed Me’şûq” ser navê oldarê mezin şêx “Mihemed Me’şûq El-Xeznewî”, lê gava ku ez çûm wî li ba “keye” tomar bikim, heman pirsên berê ji min kirin, û ji min xwest ku ez vî navê biguhêrim, ji ber ku ev nav nayê pejirandin, vêca min (500) Lêreyên Sûrî bertîl dane wî ta razî bû ku kurê min bi wî navî tomar bike.

Ji piştî derxistina biryara (49)an di sala 2011an de, a taybet bi dana nasnametiyê bo beşê ejnebiyan, Mihemed mafê hemwelatbûnê û nasnametiya Sûriyê bidest xist, lê dîsa jî ew li ser temenê xwe yê ku bê nasnametî buhurî keder û kovanan dikşîne, çi ku wî nikarîbû di warê bi dilê xwe de bixwîne, û ne jî di pîşeya ku dixwaze de kar bike, an ku ew bû hemwelatî, ji piştî ku tirên di ser wî re derbas bû, her li gor gotina wî.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More