Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesRecorded Stories Kurdish-Kurmanji: “Hîn jî em wekî biyaniyan li civaka xwe dijîn”

Kurdish-Kurmanji: “Hîn jî em wekî biyaniyan li civaka xwe dijîn”

Çîroka "Reşîd Hesen Hisên".. û bêparbûna ji her tiştî

by wael.m
93 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Ta bi roja me ya îroyîn, hin jî Reşîd kederan dikşine, ji ber ku axaftina wî bi zimanê erebî qelse, û mafê wî tune bû ku xwendina xwe berdewam bike, herwiha ew neçar bû ku di temenekî biçûk de, di boyaxkirina malan de kar bike, da ku pariyê jiyana malbata xwe misoger bike, a ku ji bilî wî ti malxuyê wê tune ye, û tev ji ber ku ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye.

Di sala 1977an de, “Reşîd Hesen Hisên” li bajarê Serê Kaniyê jidayik bûye, bi jin e û du keçên wî hene, û tevî bûrîna (56) salan li ser encamdana serjimêriya awarte di sala 1962an de, hîn jî endamên malbata “Reşîd” bê nasnametî ne, û bi taybet ew ji beşê mektûman e, û ev yeka jiyana wan xembar kir, ku di vê barê de, ji lêkolînerê ser erdê “gerok” li ba Sûriyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Tîrmeha sala 2018an de got:

Hîn jî ez û tevahiya endamên malbata xwe, ên ku hejmara wan deh kesin tevde mektûm in, lê dayika min ji berê ve xwedî nasnametiya Sûriyê ye, û tevî derxistina biryara taybet bi dana nasnametiyê bo ejnebiyan, ti guhertin di rewşa me a yasayî de çê nebû, dêmek ez ta bi saleke sax jî piştî derxistina biryara navbuhurî diçûm û dihatim saziya nifûsê, û car bi car karmendên wê ji me re diotin: “divê hûn li bendê bimînin ta ku em kaxezên ejnebiyan bidawî bikin, wê hingê dê dest bi kaxezên we bikin”, û ev yek li gor fermana ku ji wan re hatiye, vêca em bêhtirî salekê bendewar man, ku di hindirê wê salê de min hin kaxezên pêwîst bo bidestxistina nasnametiyê birêve dibir, wekî ku min belgenameya xwe a pênasînê “ya mektûman” li ba dadgeha rewazan li Serê Kaniyê ji nû ve mor kir, da ku ez wê ji saziya nifûsê re, bo bidestxistina nasnametiyê pêşkêş bikim, lê ji bilî bê hêvîtiyê min tiştek bidest nexist, dêmek di piştre, û bi taybet dî nîvê sala 2012an de, karmendên nifûsê ji min re gotin ku biryarek ji wan re hatiye bo ku nasnametiyê nedin mektûman, û li gor wan ku biryara 49an taybet bi ejnebiyan e, û ew mektûman li xwe nagire, û ji wê hingê ve ez bi awayekî berdewam serdana saziya nifûsê dikim, lê bê ku ti sûdê hebe, ta bi destpêka sala 2018an, dêmek min bihîst ku hinekan ji xizmên “merivên” min yên mektûm, bi rêya parêzerekî nêzîkî desthilata Sûriyê bûne hemwelatî û deftera malbatê bidest xistin, ji piştî ku du melyon Lêreyên Sûriyê beranberî bidestxistina deftera malbatê dan, û ji me re gotin ku ev rêya bi tenê ye ji bo ku em bibin hemwelatî, vêca ez çûm cem parêzerê navbuhurî, û wî ji min re got ku kaxezên me dê bi awayekî yasayî birêve biçin, û em ê bibin ejenebî û bi duvre li gor biryara 49an em ê bibin hemwelatiyên Sûriyê, lê beranberî dana du melyon Lêreyên Sûrî, ev ji bilî pereyên ku wê li kaxezên din bên xerş kirin ta bi destxistina deftera malbatê û bilêta nasnametiya kesayetî bo tevahiya endamên malbatê, lê min nikarîbû ku ez vê yekê bikim, ji ber ku rewşa min a aborî zêde pîs e, û tiştekî min tune ye ku ez bifiroşim jî, ji lewre emê salne din jî wilo bimînin, ta ku Xwedan deriyekî guhertinê ji me re veke“.

Reşîd karê boyaxkirina malan dike, da ku pariyê jiyana malbata xwe misoger bike, çi ku ew malxuyê wê yê bi tenê ye, û ji destpêka jidayikbûnê ve, ew ji tevahiya mafên xwe yên aborî bêpare, ku di vê derbarê de ji Sûriyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê re got:

Ji dema ku min bîr biriye, ez karê boyaxkirina malan dikim, û bo min ev rêya bi tenê ye da ku ez pariyê jiyana malbata xwe misoger bikim, a ku ji hevjîna min, û herdu keçên min, tevî dayika min û xwuşikeke min pêk tê, dêmek ez wekî mektûm mafê min tune ye ku li ba saziyên girêdayî desthilata Sûriyê ve kar bikim, herwiha di keşteyê taybet de jî, kêm me dipejirînîn, ji ber ku ti belgeyên me yên kesayetî ku ji aliyê desthilata Sûriyê ve pesentkirî bin tune ne, û ev yek tim me dikir cihê tirsê û lêpirsînê li ba xwedanên kar, ji lewre ku rewşa malbata min a aborî zêde pîs e, û ji bilî xaniyê me ê ku bavê min wî li pey xwe hişt, û em niha li Serê Kaniyê tê de bicih bûne, tiştekî me tune ye, û ew jî hîn bi navê hevalekî bavê min e, ji ber ku mafê me tune ye ku em tiştekî ser navê xwe tomar bikin, û mixabin ku ji piştî derxistina biryara 49an jî rewş nehat guhertin, û hêviyên me têk çûn, û ez nizanim dê kengî emê ev mafê xwe yê rewa, mafê hemwelatbûnê bidest bixin“.

“Reşîd Hisên” tenê hinekî zane ku bi zimanê erebî bixwîne û binivîsîne, ji ber ku wî tenê ta bi pola şeşan xwend, berî ku dev ji refên xwendinê berde, da ku ji bo misogerkirina pariyê jiyana malbata xwe kar bike, û ew ta niha ji asantrîn mafên xwe yên civakî bêpar e, û di vê barê de got:

Tevahiya endamên malbata me zêdetirî qonaxa seretayî ne xwendin e, ji ber ku mafê me mektûman tune ye ku em belgenameya derçûyînê ji zanîngehên Sûriyê, yên giştî û yên taybet jî, bidest bixin, û ta bi tomarkirina me li dibistanan bi rêya pelikeke bicihbûnê ji keyê taxê “muxtar” bi rê ve diçe, ji lewre ku jiyana min a xwendinê di pola şeşan de bidawî bû, û di piştre ez tevlî jiyana kar bûm, lê dîsa jî min girêdana xwe bi xwendinê re ne birî, û min tim pirtûk, kovar û rojname dixwendin, ji ber ku min nedixwest ku ez mirovekî nezan bim, û her min hewl dida ku zanîn û çanda xwe zengîn bikim. Ji aliyekî din ve, di warê tenduristî de jî mafê me tune ye ku em li nexweşxaneyên giştî bên derman kirin, ji bilî hin caran di rewşên awarte de, ji lewre em neçarin ku li nexweşxane û nûjdargehên taybet xwe derman bikin, tevî ku buhayê wan barê me giran jî dike, lê tiştek bi destê me nayê“.

Li gor “Reşîd Hisên”, gelekî dijwar e ku tu li Sûriyê wekî mektûm bijî, ji ber ku ew û tevahiya endamên malbata wî ji mafên xwe yên sivîl û siyasî bêparin, û di vê barê de got:

Di tevahiya qonaxên proseya siyasî de li Sûriyê, mafê me tune ye ku em xwe bidin pêş, an jî dengê xwe bidin, ji ber ku ti belgeyên me yên kesayetî tune ne, lê li ba rêveberiya xweser ev bûye çar sal mafê me heye ku em di hilbijartinên wê yên xwecehî de xwe bidin pêş û dengê xwe jî bidin, ew jî ji ber ku desthilata Sûriyê pêlênanê “itîrafê” pê nake, dêmek yasaya Sûriyê me nabîne wekî hemwelatî, lê belê wekî biyaniyan li me dinere, û bi ser de jî rê nade me ku em ji Sûriyê derkevin, an ku tenê di hindirê Sûriyê de em dikarin tevbigerin, zêdebarî ku em nikarin li xewxaneyan razên, ji ber ku ti belgeyên me ên kesayetî tune ne. Herwiha ez û xwuişk û birayên xwe tevde li gor ayîneta “şerî’eta” Islamê zewicîn, bê ku zewac bi awayekî yasayî bê tomar kirin, û ta niha jî ti belgeyên min ê Sûriyê tune ne, ji bilî belgenameya min a pênasînê, ku li ba dadgeha rewanzan li Serê kaniyê hatiye mor kirin, û ew jî diyar dike ku ez mektûm im.

Li gor “Reşîd Hisên” ku rêya bi tenê ji bo jêbartina “te’wîda” mektûman ew e, ku nasnametiyê bidin wan û lêborînê ji wan bixwazin, û di vê barê ji Sûriyên bo Rarteqînî û Dadmendiyê re got:

Ez di jiyana xwe de gelek caran ketime ber fediyê, ji ber ku ez mektûm in û ne hemwelatî me, dêmek ên ejnebî belgenameyeke pênasînê û bicihbûnê ya sor radikin, û hinek xelk ji deryê qeşmeriyê wê wekî “nasnameya çêlekan” binav dikirin, lê dîsa jî li ba me rewş dijwartir bû, çi ku ev belgename jî bi me re tune bû, û dema ku ez di şagirtê qonaxa seretayî bûm, hin şagirtan qeşmerî bi min dikirin ji ber ku ez mektûm im, û wan nizanîbû ku derûniya min dêşînin, herwiha bo heman sedemê mafê min tune bû ku ez tevlî çalakiyên dibistanê bibim, wekî “pêşbirka serkeftvanan” û “komezîgeha pêşengên ba’s”, vêca ez pê hest dibûm ku ez li dibistnê biyanî me û ti sûdeya xwendinê tune ye, û ji xwe rewş li derveyî parêzgeha Hisiçayê dijwartir bû, çi ku ne karmendên saziyên desthilatê, û ne jî xelkê bi çîroka mektûman bihîstibûn, û dema min ji hinekan re digot ku ez mektûm im û nasnameya min a Kesayetî tune ye, guman dikirin ku ez welatekî din hatime, ji lewre ez dibînim ku rêya bi tenê ji bo jêbartina mektûman ew e, ku nasnametiya Sûriyê bidin wan tevan, çi ku ên wekî me mektûm gelekin, û divê ku tevahiya wan bibin xwedî belgeyên yasayî û lêborîn ji wan bê xwestin, herwiha divê ku xortên wan yên ku temenê wan zêdeyî nozde salan e, xizmeta leşkerî “eskerî” li wan nekeve, û jê bêguneh bin“.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More