Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesRecorded Stories Kurdish-Kurmanji: “A çêtir ji zarokên min re ew e, ku li welatê penaberiyê jidayik bibin û bijîn, da ku rêderdiyên ku me dîtin ew nebînin”

Kurdish-Kurmanji: “A çêtir ji zarokên min re ew e, ku li welatê penaberiyê jidayik bibin û bijîn, da ku rêderdiyên ku me dîtin ew nebînin”

Çîroka "Cim'a Ebdela Kemê" .. Dema ku tu li welatê xwe wekî biyaniyan dijî

by wael.m
32 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

“Cim’a” (33) sal ji jiyana xwe bêyî  nasnametî li Sûriyê derbas kir, ji lewre pêhest dibû ku ew li welatê xwe biyanî ye, û carekê ji caran ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hate sekinandin, ên ku jêpirsîn û lêkolîn pê re kirin, wekî ku gunehkar be, herwiha qeşmerî û tanazî bi pelika wî a sor kirin, tenê ji ber ku ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, ji lewre ku wî biryara derketinê stend û koçberî Ewropayê bû.

Di sala 1975an de “Cim’a Ebdela Kemê” li bajarê Dêrikê jidayik bûye, bi jin e û di warê avakirinê de kar dike, û ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û bi taybet ji beşê ejnebiyan e, herwiha ew ji malbatekê ye ku tevahiya endamên wê ejnebî bûn, lê ji piştî derxistina biryara (49)an di sala 2011an de ji bo dana nasnametiyê bo kesên ku bê nasnametî “ejnebî” ne, tevahiya endamên malbata Cim’a bûn xwedî nasnametî, û bi tenê rewşa wî a yasayî nehate guhertin, ji ber ku ew li derveyî Sûriyê bû, ku di vê barê de ji lêkolînerê ser erdê “gerok” li ba Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Tîrmeha sala 2018an de got:

Ez li bajarê Dêrikê jidayik bûme, lê li bajarê Serê Kaniyê mezin û çavekirî bûme, ji ber ku mala me ji piştî zewaca bavê min û diya min bo Serê Kaniyê hate veguhestin, û min 25 salan lê jiyan kir, berî ku ji ber nebaşbûna rewşa aborî a malbata me, ya ku ji 13 kesan ve pêk dihat, em di sala 2003an de berê xwe bidin bajarê Helebê ji bo kar û bicihbûnê, û min bi bavê xwe û birayên xwe re di warê avakirinê de kar kir, û di pey re sal bi sal rewşa me a aborî baş dibû, vêca di sala 2005an de ez zewicîm û min ji xwe re malek li taxa Şêx Meqsûd kirî, lê min wê ser navê hevjîna xwe tomar kir, çi ku ew xwedî nasnametî “hemwelatî” bû, û êm e mafê me tune bû ku em ti arzî, erdî, an tirimbêlê li ser navê xwe tomar bikin, herwiha mafê me tune bû jî ku em di keşteyê giştî de kar bikin, û du xwuşkên min di kargehên taybet ên dirûtinê de kar dikirin, lê bi mûçene “perene” hindik, ji ber ku ti belgeyên me ên kesayetî tune bûn, herwiha herdu birayên min ên ji min biçûktir “Mihemed û Ehmed” jî malên xwe bi navê hevjînên xwe tomar kirin“.

Cim’a neçar bû ku ji bo bidestxistina pariyê nanê malbata xwe, di warê avkirinê de kar bike, ji ber ku ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û ev sedemeke ku Cim’a ber bi koçberiya ji derveyî welat ve dehf da, ku ew di derfeta pêşîn de a ku jê re lihev hat, di sala 2008an de berê xwe da Ewropayê, û di vê barê de ji Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re got:

Min ji xwe re hinek pere dabûn ser hev, û bi riya qaçax ez çûm Elmanyayê, û min daxwaza penaberiyê lê pêşkêş kir, û tev ku ez niha li vir penaberim, lê wekî her hemwelatiyekî Elmanî xwedî maf im, ji ber wilo endamên malbata me ên mayî jî di salên çûyî de hatin vir, tev ku wan piştî sala 2011an nasnametiya Sûriyê jî bidest xist, û niha tenê birayê min “Hesen” li Sûriyê maye, ê ku xwendina xwe a zanistî li kolêja endezyariyê sivîl li zanîngeha Helebê berdewam dike“.

Hîn jî “Cim’a” di xwendin û nivîsandina bi zimanê erebî de lawaz e, çi ku ji ber rewşa xwe a yasayî, wî xwendina xwe di qonaxa seretayî li Sûriyê berdewam nekir, û ew neçar bû ku di temenekî biçûk de alîkariya bavê xwe di kar de bike, da ku pariyê jiyana malbatê misoger bikin, çi ku ew kurê mezin e ji nav birayên xwe, û wî û malbata xwe bêparbûn ji asantrîn mafên civakî dîtine, û di vê barê de got:

Em pênc bira û şeş xwuhin, û ti kesî ji me xwendin berdewam nekir, ji bilî birayê min “Hesen” ê ku niha di kolêja endezyariya sivîl de li zanîngeha Helebê dixwîne, û wî dev ji xwendinê berneda ji bo ku xewna xwe pêk bîne û bibe endazyar, tev ku em ên ejnebî mafê me tune bû ku em belgenameya derçûyînê ji zanîngehên Sûriyê yên giştî û yên taybet jî bidest bixin, herwiha tomar kirina me di dibistanê de jî bi riya pelika bicihbûnê ji ba keye “muxtar” bi rê ve diçû, û di warê tenduristî de jî, mafê me tune bû ku em li nexweşxaneyên giştî bêne derman kirin, ji bilî tenê hin carnan di rewşên awarte de, ji lewre em neçar bûn ku ji bo dermankirinê berê xwe bidin nexweşxane û nûjdargehên taybet, û buhayê vê yekê barê li ser milê me giran dikir“.

Cim’a dît ku biryara derketina wî ji Sûriye rast e û di cihê xwe de bû, ji ber ku ti mafên wî ên sivîl û siyasî berî koçberiya wî bo Elmanyayê tune bûn, û tevahiya endamên malbata wî jî di heman rewşê de bûn, ku di vê barê de got:

Mafê tune bû ku em di hilbijartinên siyasî de xwe bidin pêş an dengê xwe bidin, ji ber ku ti belgeyên me ên kesayetî tune bûn, û yasayê wekî biyaniyan li me dinerî, û a ji vê pîstir ku em ji xwendinê û arzîtiyê bê par man, û ta vê kêlîkê jî ti belgeyên min yên Sûriyê tune ne, lê endamên din ên malbata me piştî derxistina biryara 49an di sala 2011an de ji bo dana nasnametiyê bo ejnebiyan, tevan nasnameya kesayetî û peswana rêwîtiyê “pasport” bidest xistin, lê piştî çi? Piştî 49 salî ji bêparbûnê“.

Hîn hin bûyer di bîrdanka Cim’a de asê mane û jê dernakevin, ku carekê ji caran berî ku ji Sûriyê derkeve, ew ji aliyê hejmareke endamên hêzên ewlekariya Sûriyê ve, li nêzîkî gasîna “Se’dela El-cabirî” li bajarê Helebê hate sekinandin, û bilêta nasnameya kesayetî jê hat xwestin, lê gava ku Cim’a pelika xwe a sor şanî wan kir, endamên hêzên ewlekariyê dest bi jêpirsîn û lêkolînê pê re kirin, wekî ku ew gunehkar be, ku wî di vê barê de got:

Endamên hêzên ewlekariyê bi dîtina pelika min a sor matmayî man, wekî ku ev cara yekem be ku belgeyeke wiha li Sûriyê dibînin, û dest bi jêpirsînê û lêkolînê bi min re kirin wekî ku ez gunehkar bim, vêca min ji wan re got ku ez ejnebî me, wê hingê bi min keniyan û gotin: rûwê te rûwê geştyaran e? An ku tu sîxor î?. Herwiha tê bîra min dema ez di pola çaran de bûm ji qonaxa seretayî, pêşbaziya serkeftvanan li dibistana me hate rêxistin, û min dixwest ku ez di nîgarkêşiyê de beşdar bibim, lê mamoste min agahdar kir ku nabe ez beşdar bibim, ji ber ku ez bê nasnametî “ejnebî” me, wê hingê ez pêhest bûm ku xwendin bê kêr e, û ez li dibistanê biyanî me, ji lewre min di heman salê de dev ji xwendinê berda û bi bavê xwe re daketim kar, çi ku em ên bê nasnametî “ejnebî” di civakê de wekî biyaniyan bûn, ji ber wilo niha tevî dana nasnametiyê bo ejnebiyan, ez naxwazim ku vegerim Sûriyê, û a çêtir ji zarokên min re ew e ku li welatê penaberiyê jidayik bibin û bijîn, da ku rêderdiyên ku me dîtin ew nebînin“.

Bi nerîna “Cim’a” ku jêbartina “te’wîda” Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî gelekî pêwîst û girînge, tev ku gelekî dijware jî, û bi gumana wî ku ev yek dê pêk bê, tenê dema ku kêşeya Kurdî li Sûriyê çareser bibe, û Kurd tevahiya mafên xwe bidest bixin, û li ser vê Cim’a got:

Ji ber bêparbûna me ji nasnametiyê, me 56 salî rêderdî kişandin, ji lewre çi jêbartin “te’wîd” bêyî çareserkirina kêşeya Kurdî dê bi kêr neyê, ji ber ku bêyî vê yekê, dibe ku ev sitemkarî di demeke din, an ku di siya deshilateke din de dubare bibe, lê bê guman ku kesên ejnebî û yên mektûm li Sûriyê hêjayî jêbartineke dadmendin, ku baweriya wan bi têgehên mafên mirov careke din vejîne“.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More