Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesRecorded Stories Kurdish-Kurmanji: Kurdish-Kurmanji: Şîreta min bo te ew e, ku dev ji xwendinê berde, û ji xwe re hînî karekî bibe”

Kurdish-Kurmanji: Kurdish-Kurmanji: Şîreta min bo te ew e, ku dev ji xwendinê berde, û ji xwe re hînî karekî bibe”

Çîroka "Pindar Isma'îl Mihemed"... Jidayikbûna bê tomar kirin

by wael.m
152 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Ta bi roja me ya îroyîn, hîn jî “Pindar” kederan dikşîne ji ber wî nikarîbû ku wekî tevahiya ciwanên di temenê wî de, xwendina xwe berdewam bike, û ti kesî pişta wî ji bo berdewamkirina xwendinê negirt, herwiha gotinên birêvebirê dibistanê wî di bîra wî de asê mane, ê ku jê re digot: “şîreta min bo te ew e, ku dev ji xwendinê berde, û ji xwe re hînî karekî bibe”, bi tenê ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye.

Di sala 1985an de “Pindar Isma’îl Mihemed” li bajarê Qamişlo jidayik bûye, bi jin e û zarokên wî hene, û di warê medyayê de kar dike, û ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û bi taybet ji beşê mektûman e, ji lewre ku ew rastî gelek xembariyan di tevahiya warên jiyanê de hatiye, û di vê barê de ji lêkolînerê ser erdê “gerok” li ba Sûriyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê, di Avdara sala 2018an de got:

Bavê min mektûm bû, lê apê min hemwelatî “xwedî nasnametiya Sûriyê” bû, û dayika min jî xwedî nasnametiya Tirkiyê bû, û tê bîra min wê hingê digotin ku malbateke Kurd du melyon Lêreyên Sûrî wekî bertîl dane, da ku endamên wê bibin xwedî nasnametî, lê bi ser de jî ev yek çê nebû, û em jî ta niha ti guhertin di rewşa me a yasayî de çênebûne, û hîn mafê me tune ye ku em tiştekî ser navê xwe tomar bikin, vêca erdê me, mala me, û ta bi telefona me ya erdê ne li ser navê me tomarkirî ne, û di barê xwendinê de jî em rastî gelek rêderdiyan hatin, û wekî nimûne ku birayê min ê mezin yekem bû li ser dibistana xwe, lê wî ti belgename di qonaxên xwendina xwe de bidest nexist, û ez jî dema ku di qonaxa amadeyî de bûm, û bi taybet di pola nehan de, tê bîra min ku birêveberê dibistanê ji min re got: “te bi çavên xwe dît ku çawa birayê te yê mezin ti belgename bidest nexist, ji lewre ez te şîret dikim ku tu dev ji xwendinê berdî û ji xwe re hînî pîşeyekê bibe”, û mixabin ku gotinên wî bandoreke neyênî li min kirin, û hiştin ku ez bi duvre dev ji xwendinê berdim“.

Sê zarokên Pindar hene, lê wî nikarîbû ku wan li cem saziya nifûsê tomar bike, ji ber ku ew bê nasnametî ye, û tev ku wî gelek hewldan kirin da ku rewşa xwe a yasayî sererast bike, lê tevahiya hewldanên wî têk çûn, û wî di vê barê de got:

Di sala 2011an de, û ji piştî derxistina biryara taybet bi dana nasnametiyê bo ejnebiyan, me gelekî hewl da ku em kaxezên xwe li ba saziya nifûsê ya bajarê Qamişlo bişopînin, lê dîsa jî bi dest me nehat ku em rewşa xwe a yasayî sererast bikin, û ji wê hingê ve tenê hejmareke hindik ji mektûman bûne xwedî nasnametî. Ji aliyekî din ve, niha rêveberiya xweser kaxezên tomarkirina zewacê, û deftera malbatê dide mektûman, û ezê jî hewl bidim ku demeke nêzîk de, wan bidest bixim“.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More