Gelek caran “Ahîn” pêhest dibe ku ew li welatê xwe biyanî ye, ji ber ku ew Kurdeke Sûriyê ye, ji yên ku bê nasnametî ne, û ta bi roja me ya îroyîn rewşa wê a yasayî nehatiye guhertin, zêdebarî ku wê xwendina xwe berdewan nekir, û derketina ji derveyî Sûriyê jê re qedexe ye, û ji asantrîn mafên xwe bêpar e.
Di sala 1989an de, “Ahîn Isma’îl” li bajarê Qamişlo jidayik bûye, bi mêr e û zarokên wê hene, û di warê medyayê de kar dike, herwiha ew ji malbatekê ye ku tevahiya endamên wê ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ne, û bi taybet ji beşê mektûman e, dêmek bavê wê, hevserê wê, û zarokên wê jî tevde mektûm in, û di vê barê de ji lêkolînerê ser erdê “gerok” li ba Sûriyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an de got:
“Dayika min hemwelatî “xwedî nasnametiya Sûriyê” bû, lê bavê min mektûm bû, û min jî bi sedema vê rewşa xwe a yasayî xwendina xwe berdewam nekir, û bavê min jî gelek caran hewl da ku rewşa xwe a yasayî sererast bike, lê hewldanên wî têk çûn, herwiha dema ku ez biçûk bûm, min mijara serjimêriya awarte ji devê dapîra xwe bihîst, a ku ji min re got ku hevserê wê di çaxa encamdana serjimêriyê de mirî bû, ji lewre ti kesî wan tomar nekir, û tevî ku dapîra min bi duvre hewl da ku kaxezên xwe bo saziya nifûsê pêşkêş bike, lê kaxezên wê nehatin pejirandin. Ez bi sedema rewşa xwe a yasayî rastî gelek astengiyan hatime, yek jê ku tomarkirina me li dibistanan zêde dijwar bû, û gelek ked û pere jê re pêdivêt bûn, herwiha em nikarin ku bi firokeyê biçin û bên, zêdebarî ku em gelekî rastî kedxwariyê tên, bi sedema rewşa me a yasayî, û wekî nimûne, birayê min Isma’îl xwendina peymangeha dahûranên “tehlîlên” bizîşkî qedandibû, û ji xwe re kar dikir, lê keda wî dihat xwarin û mûçeyekî hindik didan wî, vêca ew bi duvre ji vê rewşê gelekî tengijî û neçar ma ku koçberî Ewropayê bibe, herwiha tê bîra min ku çawa birayê min çend caran ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat girtin, bi sedema belgenameya pênasînê a ku pê re bû, û wan qeşmerî û tenazî jî pê kirin“.
Ji piştî derxistina biryara (49) di sala 2011an de, a taybet bi dana nasnametiyê bo ejnebiyan, Ahîn kaxezên xwe û yên malbata xwe ji saziya nifûsê a bajarê Qamişlo re pêşkêş kir, bi hêviya ku nasnametiya Sûriyê bidest bixin, lê tevahiya hewldanên wê têk çûn, û di vê barê de berdewam kir û got:
“Bi destpêka vêketina şerê Sûriyê re, me hewl da ku em çareyekê ji rewşa xwe re bibînin, lê ta niha rewşa me nehatiye guhertin, û ez dixwazim tiştekî din bêjim, ku niha rêveberiya xweser mektûman jî dibe xizmeta leşkerî a neçar “eskeriya bi zorê”, û pirsa min ew e, ku çawa wan dibin eskeriyê bê ku tiştek ji wan re pêşkêş kiribin“.