Home Investigative Reports Hêzên asayişê ên girêdayî rêveberiya xweser ve sekretêrê partîya Wekheviyê a demukrata Kurd “Ni’met Dawûd” binçav dikin

Hêzên asayişê ên girêdayî rêveberiya xweser ve sekretêrê partîya Wekheviyê a demukrata Kurd “Ni’met Dawûd” binçav dikin

Binçavkirina Dawûd roja 13ê Nîsanê 2018an li Qamişlo, piştî çend rojan ji binçavkirina Hevrêzkarê giştî ê tevgera çaksaziyê a Kurd "Fêsel Yûsiv" ve hate encam dan

by wael.m
66 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Destpêk: Di êvara roja Înê 13ê nîsanê 2018an de, hêzên ewlekariyê ên girêdayî asayişa rêveberiya xweser ve, sekretêrê partîya Wekheviyê a demukrata Kurd "Ni'met Dawûd", ê ku di heman demê de endamê desteya serokatiyê a encumena niştîmanî a Kurd li Sûriyê ye, a ku beşeke ji itîlafa niştîmanî a hêzên şoreş û dijberiya Sûriyê, ji mala wî li Qamişlo "parêzgeha Hesekê" a ku li jêr desthilata rêveberiya xweser e binçav kirin.

Ni'met Dawûd, siyasetmedareke ji kurdên Sûriyê ye, ku li gundê "Girkê Deqoriya" ê bi ser bajarê Amûdê ve li parêzgeha Hesekê jidayik bûye, û belgenameya bîrkariyê ji zankoya Helebê hildigre, herwiha bavê du lawan û du keçan e.

Jiyana Dawûd a syasî ji sala 1970 ve, bi tevlîbûna wî bo partîya demukrata Kurd li Sûriyê dest pê bû, a ku navê wê bi duvre di kongirê partîyê ê çaran sala 1977 de bû partîya demukrata pêşverû a Kurd li Sûriyê.

Di sala 1983an de Dawûd bû endamê komîta herêmî di partîya xwe de, û di sala 1986an de bo komîta navendî hate hilbijartin, û di piştre bi perçebûna partîyê re di sala 1992an de "Ni'met Dawûd" bi şepêla siyasetmedar "Ezîz Dawûd" re çû, ku wê hingê navê partîyê wek xwe ma "partîya demukrata pêşverû a Kurd li Sûriyê", hêjayî gotinê yî ku "Ezîz Dawûd" sekretêrê wê partîyê bû, û "Ni'met Dawûd" endamê komîta navendî bû.

Şepêla "Ezîz Dawûd" di kongirê partîyê yê 9an sala 2008an de navê xwe guhert, ku navê wê bû "partîya wekheviyê a demukrata Kurd li Sûriyê".

Di kongirê partîyê yê 11an sala 2013an de "Ni'met Dawûd" wekî sekretêrê partîya Wekheviyê a demukrata Kurd li Sûriyê hate hilbijartin, û di piştre bûye endamê desteya serokatiya di encumena niştîmanî a Kurd li Sûriyê de, a ku di 26ê cotmehê de ji sala 2011an ve hatiye damezirandin.

 

Hûrgiliyên binçavkirinê

Li gor malbata siyasetmedarê Kurd "Ni'met Dawûd" ku binçavkirina wî bi awayekî zordar hate encam dan. Endameke malbata Dawûd di vê derbarê de ji "Sûriyên ji bo rastbînî û dadmendiyê" re got:

"Derdora demjimêr şeş û nîvê êvarê ji roja Înê 13ê Nîsanê 2018an, deriyê mala me bi xurtî hate lêdan, û Ni'met bi xwe derî vekir, û bi vekirina derî re dît ku bêhtirî deh çekdaran berê tifingên xwe nîşanê wî kirine, vêca wî ji wan pirsî: hûn kî ne?, wan jî bersiv da ku ew ji ewlekariya giştî ne, û bi ferman hatine ku wî binçav bikin, û bi lez çavên wî girtin, û wî birin cihekî nediyar.”

Ji aliyê xwe ve endamê komîta navendî a partîya Wekheviyê a demukrata Kurd li Sûriyê, Idrîs Xelo, ji Sûriyên ji bo rastbînî û dadmendiyê re got, ku sedema binçavkirina sekretêrê partîya wan û cihê ku asayişê wî birinê hîn diyar nebûye.

 

Herwiha li gor jêderne berpirs bo "Sûriyên ji bo rastbînî û dadmendiyê", ku binçavkirina Dawûd û berî wî hevrêzkarê giştî ê tevgera çaksaziyê a Kurd li Sûriyê "Fêsel Yûsiv" hat ji piştî tawanên xiniztiyê "xiyanetê" ên ku encumena cîbicîkar di rêveberiya xweser de, ji piştî şerên Efrînê, da ser endamên partiya "Yekîtî" û serkirdeyên encumena niştîmanî a Kurd, û daxwaz kir "encumena cîbicîkar" ku kesên xerabkar "li gor binavkirina wê" di ENKSê de bêne darizandin "dadgeh kirin", û encumena niştîmanî jî helwesta xwe ji kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û hêzên "Artêşa azad a Sûriyê" ve zelal bike.

Hêjayî gotinê yî ku "Sûriyên ji bo rastbînî û dadmendiyê" berî çendakî bi sernavê "Bangewazî bo serbestberdana hevrêzkarê giştî ê tevgera çaksaziyê a Kurd, Fêsel Yûsiv. Binçavkirina Yûsiv roja duşemê 2ê nîsanê 2018an, bi destê hêzên asayişê ên girêdayî rêveberiya xweser ve hate encam dan" raporek amade kiribû.

 

Şermezarkirin û nerazîbûnê derbarê binçavkirina "Ni'met Dawûd" de

Di barê binçavkirina Dawûd de, emîndariya giştî a encumena niştîmanî a Kurd li Sûriyê, di gotareke xwe de, roja şemîyê 14ê nîsanê 2018an got, ku binçavkirina "Ni'met Dawûd" hewldaneke têkçûyî ye ji aliyê partîya yekîtiya demukrat PYD ve, ku dixwaze bi hêza çekan xwe ferz bike, her ji bo astengkirina xebata encumenê û têkbirina pirojeya wê a netewî, nemaze ji piştî têkçûyîna PYDê di Efrînê de, li gor ku di gotarê de hatiye.

Gotara ENKSê ji PYDê xwest ku "Ni'met Dawûd, Fêsel Yûsiv, Ebdilrehman Apo, û Fûad Ibrahîm" herwiha tevahiya girtiyên nerînê ên ku din ku di girtîgehên wê de ne, bilez serbest berde.

Ji aliyê xwe ve, nivîsgeha ragihandinê a partîya Wekhevîyê a demukrata Kurd li Sûriyê, di gotarekê de roja Înê 13ê Nîsanê 2018an got, ku kiryarên bêhawe ên partîya yekîtiya demukrat PYD dermafê endam û serkirdeyên encumena niştîmanî a Kurd tenê dikevin xizmeta dijminên gelê Kurd û kêşeya Kurdan a dadmend.

 

Gotara navbuhurî kiryarên partîya yekîtiya demukrat bi tundî şermezar kir, û weke karên bêberpirsyartî binav kir, û her ji PYDê daxwaz kir ku bi awayekî lezok "Ni'met Dawûd" û tevahiya girtiyên nerînê ên ku di girtîgehên wê de ne serbest berde, û vegere maseya hevpeyvînê.

Gotara nivîsgeha ragihandinê a partîya Wekheviyê a demukrata Kurd li Sûriyê, daxwaz ji hêz û partîyên Kurdistanê, û rêxistinên mirovane kir, ku fişarê li partîya yekîtiya demukrat PYDê bikin da ku kiryarên ne rewa û zêdegaviyên bê sûde neke, weke ku di gotarê de hatiye.

 

Di wêneyê de: gotara nivîsgeha ragihandinê a partîya Wekheviyê a demukrta Kurd li Sûriyê derbarê binçavkirina Ni'met Dawûd, di 13ê Nîsanê 2018an de, jêder: Nivîsgeha ragihandinê a partîya Wekhevîyê a demukrta Kurd li Sûriyê.

 

Di heman babetê de, navenda Edil "Dadmendî" a mafên mirov, di daxuyaniyeke xwe de, roja Înê 13ê Nîsanê 2018, binçavkirina "Ni'met Dawûd" ji aliyê hêzên asayişê ên girêdayî rêveberiya xweser ve, şermezar kir, û her li gor daxuyaniyê ku ev kiryar zêdegaviyê li mafên mirov dikin, û azadiyên ku di belge, peyman û yasayên navdewletî de hatine binpê dikin, herwiha alozî û pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî ên Kurdî de gûrtir dikin, ên ku li gor rêkeftin û peymanên girêdayî bi aştiyê û mafên mirov ve pêdivêtin bi hevpeyvîneke rasterast û dûdirêj, di siya rewşeke tije azadî, demukrasî, ciherngî, û wekheviyê, li gel peydabûna rêzgirtinê ji mafan û azadiyên sereke ên mirovan re.

Herwiha di agahdariyeke xwe de, desteya serkirdayetiyê a partiya yekîtiya demukrat a Kurd li Sûriyê "El-wihdê", roja Înê 13ê Nîsanê 2018an kiryarên partiya yekîtiya demukrat PYDê di barê berdewambûna binçavkirina endam û serkirdeyên encumena niştîmanî a Kurd, û ji nav wan herdû endamên desteya serkirdayetiyê di ENKSê de "Ni'met Dawûd û Fêsel Yûsiv" şermezar kir.

Desteya Serkirdayetiyê a partîya yekîtî "El-wihdê" got, ku divê PYDê nemaze piştî bûyerên Efrînê, ji bo yekrêziya Kurdan kar bike, û bi gotina wê ku ev yek di serê hêvî û daxwazên gelê Kurd de ye, û bi awayekî berdewam banga vê yekê dibe.

 

Li aliyekî din ve, rêxistina asûrî a demukrat, di gotareke xwe de, roja şemiyê 14ê Nîsanê 2018an, berpirsayetî di barê tenderûstî û saxlemiya "Ni'met Dawûd" kir stuwê partiya yekîtiya demukrat, û daxwaz jê kir ku bi awayekî lezok "Dawûd û Fêsel Yûsiv" û tevahiya girtiyên nerînê ên ku di girtîgehên wê de ne serbest berde.

 

Di wêneyê de, gotara rêxistina asûrî a demukrat, di 14 Nîsanê 2018an de, derbarê binçavkirina "Ni'met Dawûd", jêder: rêxistina asûrî a demukrat.

 

Hêjayî gotinê yî, ku hêzên asayişê ên girêdayî rêveberiya xweser ve, berbanga roja duşemê 2ê Nîsanê 2018an, endamê desteya serokatiyê di encumena niştîmanî a Kurd de, û hevrêzkarê giştî ê tevgera çaksaziyê a Kurd li Sûriyê "Fêsel Yûsiv" binçav kiribûn, ê ku sedemên girtina wî ta niha jî nediyarin.

Tê zanîn ku hêzên asayişê ên girêdayî rêveberiya xweser ve, di roja sêşemê 13ê sibata çûyî ve, çar girtiyên encumena niştîmanî a Kurd li Qamişlo "bakurê rojhilatê Sûriyê", serbest berdan, ku ji nav wan rojnamevan "Alan Selîm Ehmed" nûçegîhanê malpera Yekîtî Mîdya a bi ser partiya yekîtî a Kurd li Sûriyê ve, û her yek ji Salih Cemîl, Cinêd Seyd Mecîd, û Deham Remezan Hesen, endamên partiya demukrata Kurdistanê li Sûriyê, ji piştî ku "Alan Selîm Ehmed" bêhtir ji salekê û nîvê di zindanên rêveberiya xweser de girtî mabû.

 

Di 19ê nîsanê 2018an de, Sûriyên ji bo rastbînî û dadmendiyê raporek berfireh di barê binçavkirina sekretêrê partiya wekheviyê a Kurd "Ni'met Dawûd" de belav kir bû, ê ku di 13ê nîsanê 2018an de ji aliyê hêzên asayişê yên girêdayî rêveberiya xweser ve ji mala xwe li bajarê Qamişlo hatibû binçav kirin, û li gor lêkolînerê gerok ê Sûriyên ji bo rastbînî û dadmendiyê ku "Ni'met Dawûd" roja pêncşemê 17ê gulanê 2018an, piştî derbasbûna bêhtirî mehekê ser binçavkirina wî, serbest hate berdan.

 

 

Related Publications

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More