Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesRecorded Stories Kurdish-Kurmanji: Ez gihiştim baweriyê ku ew naxwazin rewşa me a yasayî sererast bikin

Kurdish-Kurmanji: Ez gihiştim baweriyê ku ew naxwazin rewşa me a yasayî sererast bikin

Çîroka "Ebdilqadir Hesen" .. Tenê bi riyên ne rewa tu dikarî nasnametiyê bi dest bixe

by wael.m
71 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Tev ku wî gelek hewldan kirin da ku rewşa xwe a yasayî sererast bike, lê hîna jî “Ebdilqadir” yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û ta bi roja me ya îroyîn rêderdiya wî berdewam e, û ew ji tevahiya mafên hemwelatbûnê bêpar e.

Di sala 1983an de “Ebdilqadir Hesen” li bajarê Qamişlo jidayik bûye, bi jin e û zarokên wî hene, û ew niha mamosteyê zimanê Kurdî ye li yekê ji peymangehên girêdayî rêveberiya xweser ve, herwiha ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û bi taybet ji beşê mektûman e, ku di vê barê de ji lêkolînerê gerok li ba Sûriyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an de got:

Dema ku serjimêriya awarte hate encam dan, bapîrê min mirî bû, ji lewre ku navê wî û yên zarokên wî nehatin tomar kirin, vêca bavê min bû mektûm, û di salên heştê de bavê min hewl da ku rewşa xwe a yasayî sererast bike, lê hewldanên wî têk çûn, herwiha dema ku ez têgihişt bûm, ez çûm saziya nifûsê a bajarê Amûdê, û min belgepelikên bapîrê xwe û dapîra xwe dîtin, lê pêlênan “itîraf” pê nekirin, û ji min re gotin ku ev belgepelik ji berî encamdana serjimêriyê ne û niha nema pêlênan bi wan dibe. Ji xwe min nikarîbû ku ez xwendina zanistî berdewam bikim, ji ber ku ev yek ne ji mafê min bû, lê piştî sala 2004an pejirandina bi merc çê bû, a ku rê dide tu xwendina xwe berdewam bike, lê bê ku tu karibî belgenameyê bidest bixî, û piştî zanîngehê em li mal rûdiniştin, ji ber ku karmendtî ji me re dernediket, û wekî nimûne ku min xwendina wêjeya erebî bi serî kir, lê min pê kar nekir, û min belgenameya zanistî jî bidest nexist, zêdebarî ku min çaxa tomarkirina bi merc jî gelek astengî dîtin, dêmek karmendê zanîngehê ji min re got, ku îmzeya keye “muxtar” li ser belgenameya min a pênasînê ne xuya ye, vêca ez neçar mam ku vegerim Qamişlo da ku ji nû ve îmze bikim, û min li ser dirêjahiya sê mehan kaxezên tomarkirina bi merc li zanîngehê bi rê ve dibirin, herwiha qerebalxî di navbera min û karmendekî zanîngehê de çêbû, ê ku bilêta nasnametiya kesayetî ji min dixwest, û serê min pê re êşiya ta ku min rewşa me jê re şirove kir, vêca bi kurtahî min gelek rêderdî kişandin“.

Xwişkeke Ebdilqadir heye ku wê jî belgenameya zanistî bidest nexisteye, lê dema ku wê xwendina wêjeya Ingilîzî qedand, karmendên zanîngehê li şûna belgenameya zanistî pelikek daxuyaniyê dan wê, ku tê de diyare wê ev xwendin bidawî kiriye, lê Ebdilqadir nikarîbû ku ev pelika jî bidest bixe, û di vê barê de got:

Xwişka min a mezin dev ji xwendinê berda bû, û birayê min yê biçûk jî gihişt pola dehan û dev ji xwendinê berda, ji ber ku dît em çi rêderdiyê dikişînin, û tev ku ez niha zewicî me, lê hîn jî hevjîna min di doseyên nifûsê de bêgane ye “qîze”, herwiha çar zarokên min hene, ew jî ne tomarkirî ne, ji lewre min di destpêka vêketina şerê Sûriyê de xwest ku ez û malbata xwe koçberî Ewropayê bibin, lê bi duvre min ev raman ji serê xwe avêt û biryar da ku li welat bimînim. Ji aliyê xwe ve, rêveberiya xweser ti cudahiyê naxe navbera me û hemwelatiyan de, lê dîsa jî ji bilî belgenameya pênasînê a ku pêlênan pê nabe, ti belgeyên me yên kesayetî tune ne“.

Ji piştî derxistina biryara (49)an di sala 2011an de, a taybet bi dana nasnametiyê bo beşê ejnebiyan, Ebdilqadir kaxezên xwe ji saziya nifûsê a bajarê Qamişlo re pêşkêş kir, bi hêviya ku nasnametiya Sûriyê bidest bixe, lê her ku ew diçû nifûsê karmendên wê jê re digotin, ku şaşî di kaxezên wî de hene, ku di vê barê de got:

Tevahiya hewldanan bê encam bûn, û berî demekê min careke din serdana saziya nifûsê kir, lê dîsa jî ji min re gotin ku şaşiyek di kaxezên min de heye, û divê ku sererast bibe, vêca ez gihiştim baweriyê ku ew naxwazin rewşa me a yasayî sererast bikin, ji ber ku gelekan ji mektûman kaxezên xwe pêşkêş kirin û ti sûde nedîtin, û tenê ez du malbatên mektûman nas dikim ku nasnametiya Sûriyê bidest xistine, lê ew jî bi rêne ne rewa“.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More