Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesRecorded Stories Kurdish-Kurmanji: “Tu mektûmî, û tiştekî te li ba me tune ye, vêca ji vir bar bike”

Kurdish-Kurmanji: “Tu mektûmî, û tiştekî te li ba me tune ye, vêca ji vir bar bike”

Çîroka "Nesiredîn Ardam Ibrahîm" .. Dewa ku hewldan bo bidestxistina nasnametiyê têk diçin

by wael.m
60 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

“Nesiredîn” nikarîbû ku wekî hemwelatiyên din yê Sûriyê, mafê arzîtiyê bikar bîne, û dema ku wî ji xwe re makîneyek çandiniyê kirî da ku li ser kar bike û malbata xwe xwedî bike, mafê wî tune bû ku wê makîneyê ser navê xwe tomar bike, ji ber ku ew ji encama serjimêriya awarte, yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û bi taybet mektûm e.

“Nesiredîn Ardam Ibrahîm” ji tevahiya mafên xwe yên siyasî û sivîl bêpar bû, tev ku wî gelek hewldan kirin da ku rewşa xwe a yasayî sererast bike, lê tevde têk çûn.

Di sala 1965an de “Nesiredîn Ardam Ibrahîm” li bajarê Serê Kaniyê yê parêzgeha Hisiçayê jidayik bûye, û ew ji malbatekê ye ku tevahiya endamên wê ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ne, û bi taybet ji beşê “mektûman” e, an ku bavê wî, hevjîna wî, û zarokên wî jî tevde mektûmin, û di vê barê de, wî ji lêkolînerê ser erdê “gerok” li ba Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an de got:
Dema ku serjimêrî li navçeya Girê Mîr û Şerşek li gundewarên Serê Kaniyê hate encam dan, navê me nehat tomar kirin, û me gelekî hewl da ku em rewşa xwe sererast bikin, û em çend caran çûn saziya nifûsê li bajarê Hisiçayê jî da ku em mijarê bişopînin, lê ev yek bê sûde bû, tev ku me pere “bertîl” jî didan, dêmek berî (25) salan, “A.B” karmendekî nifûsê li bajarê Serê Kaniyê bû, û me gelekî pê re hewl da ji bo ku rewşa me a yasayî sererast bike, lê ew jî bê encam bû, û hewldanên me bi dawî nedibûn, lê karmendên nifûsê herdemê ji mer digotin ku pelik û belgeyên me çûne Şama paytext û hîn venegeriya ne, û rewşa me wilo ma, ta ku min xaniyek ji malbatê re li Serê Kaniyê kirî, û min xwest ku wî ser navê kurê xalê xwe tomar bikim, lê ev yek ji aliyê şaxê ewlekariya siyasî ve nehat pejirandin, vêca min biryar girt ku ez li wan vegerim, û min ji xwe re got: “ma qey serê min jê nakin”. Ez çûm şaxê wan û min berpirsekî wan dît, ê ku danûstendina wî bi min re gelekî erênî bû, ku min rewşa xwe jê re şirove kir û min jê re got ku ez dixwazim xanî ser navê kurê xalê xwe tomar bikim, û piştî li doseya min vegeriya û jê piştrast bû, ji min re da zanîn ku wê karê min bimeşe, û ji min xwest ku ez pelikên xwe careke din ji şaredariyê re pêşkêş bikim, bê ku ez ji wan re bêjim ku min berê pêşkêş kirî ye, lê tevî vê jî dîsa hewldanên min têk çûn.

Derfet ji Nesiredîn re çêbû, ku ji xwe re makîneyeke çandiniyê bikire da ku li ser kar bike, lê wî nikarîbû ku wê ser navê xwe tomar bike, û carekê ji caran di navbera wî û hevkarekî wî de nakokî derket, vêca hevkarê wî jê re got: “Tu li vir çi dikî, tu mektûmî, û tiştekî te li ba me tune ye, vêca ji vir biçe”. Di barê hin astengiyên dîtir de Nesiredîn got:
Her demê ez diçûm bajarên wekî Helebê, Hemayê, Humsê, û Şamê, û dema ku ez derdiketim kernekê min belgenameya xwe a pênasîne bi xwe re radikir, herwiha min pelikek rêdanê ji rêveberiya xewxaneyan di anî da ku karibim li wir razêm, lê carekê ji caran dema ez li Helebê bûm, min rêdan ji bo razanê ji rêveberiya xewxaneyan anî, vêca endmekî rêveberiyê ji min re got: ma tu nirxê şîvê nadî min? Min lê vegerand: ez ji xwe re li hinekan digerim ku şîvê bidin min, vêca çawa ezê nirxê wê bidim te.

Nesiredîn di karên dartiroşiyê û firotina motorên du teker de xebitî ye, û dema ku wî zarokên xwe li dibistanê tomar dikir rastî gelek astengiyan dihat, ji ber ku pêdivêt bû ku belgenameya pênasînê, û carnan jî pelikeke pejirandinê ji ba şaxê ewlekariya siyasî bîne, û di vê barê de got:
Di 4ê Gulanê ji sala 2012an de, min pelikên xwe, yên sê birayên xwe, û yên dayika xwe, careke din ji saziya nifûsê a bajarê Hisiçayê re pêşkêş kir, û karmendên wê ji min re gotin ku ewê pelikan bişînin Şamê û divê ku ez li heviya vegera wan bim, û li wir min hejmara telefona karmendekî nifûsê li Şamê peyda kir, û min pêwendî pê re girê da û pirsa doseya xwe, a birayên xwe û dayika xwe jê kir, vêca wî ji min re got ku yek ji doseyan ji şaxê ewlekariya siyasî re li Şamê hatiye pêşkêş kirin, û hîn venegeriya ye, û yeke din vegeriya ye Hisiçayê, lê ev yek bê encam bû, ji lewre min hewl da ku bi karmendekî din yê nifûsê re pêwendiyê bikim, û pereyan “bertîl” bidim wî da ku rewşa min sererast bike, lê wî jî ji min re got ku divê ez daxwaza xwe careke din pêşkêş bikim.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More