Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesRecorded Stories Kurdish-Kurmanji: Caran ji xwe dipirsim ku çima xelk gava ku zarokên wan çê dibin kêf dikin, lê ême em pê hest dibin ku me gunehek dermafê wan kir

Kurdish-Kurmanji: Caran ji xwe dipirsim ku çima xelk gava ku zarokên wan çê dibin kêf dikin, lê ême em pê hest dibin ku me gunehek dermafê wan kir

Çîroka "Ebdirehman Ibrahîm Elî" .. Xemkêşiya dûrbûna ji xwendin ê

by wael.m
38 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Ebdirehman xewna xwe a tevlîbûna peymangeha hunerên şanoyê li Şamê paytexta Sûriyê pêk ne anî, ji ber ku ew neçar ma ku dev ji xwendina zanistî berde, çi ku ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û bi taybet ew ji beşê mektûman e, ên mafê wan tune ye ku belgenameya zanistî bidest bixin, û ne jî dikarin ku wekî tevahiya xelkê kar û pîşeyên ku dixwazin hilbijêrin, û hîn jî rêderdiya Ebdirehman ta bi roja me ya îroyîn berdewam e, ji ber ku tevî gelek hewldanan, ti guhertin di rewşa wî a yasayî de çênebûye.

Di sala 1978an de “Ebdirehman Ibrahîm Elî” li bajarê Qamişlo jidayik bûye, bi jin e û du zarokên wî hene, û wî ne bijart ku mektûm be, lê ew ji malbatekê ye ku piraniya endamên wê bê nasnametî ne, û di vê barê de ji lêkolînerê ser erdê “gerok” li ba Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an de got:

Bavê ji min re got, ku di dema serjimêriyê de, hin birayên wî wekî hemwelatiyên Sûriyê hatin tomar kirin, û yên din jî mektûm man, vêca bavê min û apên min yên bê nasnametî hewl dan ku vê rewşê sererast bikin, û bi vê sayê gelek pere rijandin, lê bê sûde, û ji destpêka hatina me bo jiyanê ez û çar birayên xwe û pênc xwuşkên xwe mektûmin, û me jî gelekî hewl da ku em rewşa xwe a yasayî biguhêrin, lê ew jî bê sûde bû, û hêvjîna min jî heman çîrokê dijî, ku niha du kurên me hene, yek ji wan gihiştiye pola nehan û yê din jî di a heftan de ye, û gelek caran ji xwe dipirsim ku çima xelk gava ku zarokên wan çê dibin kêf dikin, lê ême em pê hest dibin ku me gunehek dermafê wan kir.

Ebdirehman nikarîbû ku xwendina xwe berdewam bike, ji ber ku ew bê nasnametî ye, û gelek caran jê re dihat gotin: “Tu mektûmî, dev ji xwendinê berde û ji xwe re hînî pîşeyekê bibe, ku pariyê jiyanê bide te”, û ev yek gelekî derûniya wî dêşand, nemaze ku ew ji asantrîn mafên xwe wekî mirov bêpare, û di vê barê de got:

Ez naxwazim ku zarokên min jî wekî min bê mafê hemwelatbûnê bijîn, hîn tê bîra min ku ez carekê ji caran çûm Şamê û li himber peymangeha hunerên şanoyê sekinîm, min keser kişandin, û bê ku ez bixwazim hêsir ji çavên min diherikîn, herwiha dema ku ez di ber zanîngeha Şamê re derbas dibûm û şagirt di hindirê avahiya wê de didîtin, ez xemgîn dibûm, ji ber ku min nikarîbû ku ez xwendina xwe berdewam bikim û tevlî zanîngehê bibim, dêmek em tenê carekê dijîn.

Hêviya Ebdirehman ew bû, ku malek û tirimbêleke wî hebin, û ser navê wî tomarkirî bin, lê ev yek bi cî nehat, û ew neçar bû ku tevahiya malûmilkên xwe bi navê hevalên xwe tomar bike, û tiştê ku wî gelekî dêşand, ku belgene jê dihatin xwestin, ku ji hemwelatiyan nedihatin xwestin, vêca pê hest dibû ku ew li welatê xwe biyanî ye, û di vê barê de got:

Tê bîra min, ku carekê ji caran, dema ku me zarokên xwe li dibistanê tomar dikirin, kesûkarên dibistanê ji me xwestin ku em zarokên xwe şanî komîta destnîşankirina temenan bikin, ta ku bên pejirandin, ji ber ku ti pelik û belgeyên me ên kesayetî tune ne, vêca bizîşkê wê komîteyê ku bixwesta dikarîbû ku kurê te salekê ji xwendinê dereng bixe, herwiha di her sê qonaxên xwendinê de, her demê belgenameyên pênasînê ji ba berpirsê taxê “keye” dixwestin, an ku tim belge û pelikên pênasînê ji me dihatin xwestin.

Ebdirehman gelek dijwarî di jiyana xwe de dîtin, ji ber ku ew mektûm e, û nikare ku ji derveyî welat derkeve, herwiha li hindirê Sûriyê jî, gava ku ji bajarekî diçû yekî din rastî astengiyan dihat, nemazê li Helebê û Şamê, çi ku hêzên ewlekariyê li wan deveran nizanîbûn bê mektûm çi ne, û ne jî dizanîbûn ku kesne bê nasnametî li Sûriyê hene, û ne tenê wilo, kesên bê nasnametî nikarîbûn ku li xewxaneyan “hotêlan” jî razên, ji lewre ew neçar bûn ku li cem hevalne xwe razên, û di vê barê de Ebdirehman got:

Ji piştî derxistina biryara (49)an a ji bo binasname kirina kesên ku bê nasnametî ne “ejnebî”, me bihîst ku wê nasnametiyê bidin mektûman jî, ji lewre diviya bû ku em tev biçin saziya nifûsê li Qamişlo, vêca ez û malbata xwe û malbatên du apên min çûn nifûsê, û li wir komîteyeke destnîşankirina temenan amade bû, û ji bo ku em bavê min, ê ku 70ê sal derbas kirine tomar bikin pêdivêt bû ku em yekî bînin ku wî nas dike û jê mezintir be, da ku temenê wî yê rasteqîne bîne bîra xwe, û ev kes bi dijwarî hat peyda kirin, û tev ku me pelikên xwe bi rê ve birin, lê dîsa jî bê sûde bû, û ne me bihîstiye ku kesekî din jî ji mektûman nasnametî wergirtiye.

Ebdirehman amaje kir, ku hin kesên mektûm, vê dawiyê nema dikarin ku belgenameya pênasînê ji “keye” jî bidest bixin, û bersiva wan tê dan ku biryar heye belgenameyên pênasînê nema bên dan, û di dawiya axaftina xwe de, Ebdirehman got:

Em hîn zehmetkêşî û astengiyan dibînin, û wekî nimûne ku hîn jî şagirt ji bo berdewam kirina xwendinê rêderdiyê dikişînin, û eger berê hin hêsanî ji aliyê wîzareta xwendina bilind ji bo bidawîkirina xwendina zanistî hebûn, niha ew jî nema ne, û ez dixwazim bêjim ku mirov tenê carekê dijî, û bi rastî ez naxwazim ku zarokên min û neviyên min heman xemkêşiya me bijîn.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More