Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesRecorded Stories Kurdish-Kurmanji: Rêderdiya bavan û lawan bi nasnametiyê re, dibe paşmayê neviyan jî

Kurdish-Kurmanji: Rêderdiya bavan û lawan bi nasnametiyê re, dibe paşmayê neviyan jî

Çîroka "Hesen Ibrahîm" .. "Tev ku min karê bar hilgiriyê dikir, lê min tim ji her zarokekî xwe re pêlaveke werzîşê, pêlaveke dibistanê, û yeke ber malê dikirî, da ku xwendinê bi wan şêrîn bikim"

by wael.m
60 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

“Hesen Ibrahîm” ji karê bar hilgiriyê çêtir nedît, û nervînê jê re nivîsiye ku bi xizaniyê re bijî, û bav û bapîrê hin Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî be.

Di sala 1950î de “Hesen Ibrahîm” li bajarê Qamişlo yê parêzgeha Hisiça jidayik bûye, bi jin e û 8 zarokên wî hene, herwiha yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û bi taybet ji beşê mektûman e, ku vê yekê bandoreke neyênî li jiyana wî bi giştî kir, ji ber ku ev rewş, wî ji tevahiya mafên wî yên welatîbûnê bê par kir, û di barê vê de ji lêkolînerê ser erdê “gerok” li ba Sûriyên ji bo Rasteqînî û dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an de got:

Bavê min mektûm bû, û ev rewşa yasayî bo min, û bi duvre zarokên min hate veguhestin, ku pênc keç, û sê kurên min hene, û her 8 jî mektûmin, û tev ku min karê bar hilgiriyê dikir, lê min tim ji her zarokekî xwe re pêlaveke werzîşê, pêlaveke dibistanê, û yeke ber malê dikirî, da ku wan li ser xwendinê handan bikim, lê her demê ji zarokên min re dihate gotin: (Hûn mektûmin, ji bo çi hûn dixwînin), û ji ber vê sedemê kurê min yê mezin dev ji xwendinê berda, û carekê ji caran min û wî vê mijara gengeşe kir, û min jê re şirove kir ku divê ew xwendina xwe berdewam bike, çi ku ew nizane dê di pêşerojê çi çê bibe, û dibe ku rewş bê guhertin û em bibin binasnametî an ku çareyekê ji rewşa me re bibînin, lê şîreta min ne bir serê xwe, û ji wê hingê ve ew di bar hilgiriyê de, carnan avdana zeviyên çandinyê, û carnan jî di çêkirina bilokan de kar dike“.

Ji piştî derxistina biryara (49)an di sala 2011an de, bo binasname kirina kesên ku bê nasnametî ne “Ejnebî”, Hesen hewl da ku pelikên xwe û zarokên xwe ji saziya nifûsê a Hisiçayê re pêşkêş bike, û mehane çar caran serdana nifûsê dikir, da ku van pelikan bişopîne, ku di barê vê de got:

Ji ber ku hevjîna min binasname ye, min pelikên xwe û yên wê dan ser hev, û min dozeke yasayî ji bo pesent kirina zewaca me pêşkêş kir, û di encamê de deftera malbatê dan min, herwiha pelika wergirtina nasnameya kesayetî, ku min wê du caran bi girdê xwe “tiliya mezin” mor kir, lê ta niha jî min nasname wernegirtiye, û keçên min jî heman rewş dîtin, lê kurên min ji tirsa serbaziyê “eskeriyê” bo wergirtina nasnameyê xwe tomar nekirin, vêca niha tev bavê zarokan e, û mektûmin, bi kurtî me gelek rêderdî kişandin, û hîn jî em dikişînin“.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More