Hîn jî Bedî’a xema her çar zarokên xwe xwariye, ên ku xwendina xwe berdewam nekirin, û nekarîbûn ku wekî tevahiya xelkê xewn û hêviyên xwe pêk bînin, ji ber ku ew ji Kurdên Sûriyê yên ku bê nasnametî ne, û bi taybet ji Kurdên “mektûm” in.
Di sala 1984an de “Bedî’a Ferhan Hesen” li bajarê Qamişlo jidayik bûye, bi mêr e û çar zarokên wê jî hene, û ew ji malbatekê ye ku di siya serjimêriya awarte de ya ku rêjîma Sûriyê di sala 1962an de bi rê ve bir, bo du beşan hate perçe kirin, beşeke hemwelatî “Bi nasnametî” û yeke mektûm, ji lewre wê gelek xemkêşî çêjandin, ku di vê barê de, ji lêkolînerê ser erdê “gerok” li ba Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re got:
“Ez û hevserê xwe ji heman malbatê ne, lê ez hemwelatiyeke xwedî nasnametî me, û ew jî mektûm e, ji ber ku navê wî di serjimêriyê de mektûm hat, û wê hingê zarokên me hîn tune bûn, ji lewre me neda dû, û bi destpêka salên 1980an re keça min a yekem jidayik bû, û di heman demê de birayê min endamê encumena gel a Sûriyê bû, û min jê xwest ku rewşa me ya yasayî sererast bike, lê ev hewlidan bê sûde bû, û di pê re me gelek xem û rêderdî çêjandin, tê bîra min ku carekê keça min ji dibistanê bi rev hat û bi ser min de giriya, min jê pirsî: çi çêbûye?, ji min re got ku birêvebirê dibistanê wê qewirand, çi ku navê bavê wê di belgeyan de tune ye, herwiha jê re got: “divê ku yên weke te karên malê bikin û neyên dibistanan”, û dema ku ez çûm cem birêvebirê dibistanê da ku rewşê jê re şirove bikim, li ser a xwe ma, ku navê kêça min di belgeyên dibistanê de tune ye, vêca min bi Kurdî jê re got: “ger niha demançak di destê min de heba, min ê bera serê te da, û ne xeme ku ez jiyana xwe tev di zindanê de derbas bikim“.
Malbata Bedî’a gelek caran pelikên xwe ji saziya nifûsê a bajarê Amûdê re pêşkêş kirin, da ku rewşa xwe ya yasayî sererast bikin, lê bê ku sûde hebe, û keça Bedî’a xwendina xwe ta dawiya pola 12emîn “Bekeloriya” bi dawî kir, û encamên wê jî serkeftî bûn, ku wê digihandin beşê ku dixwaze li zanîngehê, lê tevî hemî hewildanan, wê nikarîbû xwendina xwe a zanistî berdewam bike, ku di vê barê de Bedî’a got:
“Di piştre, me hin zarokên xwe di zanîngehê de tomar kirin, lê ev yek bi merc bû, bi wateya ku tu dikarî xwendina xwe li zanîngehê berdewam bike, lê bêyî ku tu belgenameyê bidest bixe, ji lewre xelkê her demê ji min re digotin: xwendina zarokên te bê pêşeroje. Lê min dibersivand ku xwendin baş e, tev ku bê belgename ye jî, û wê hingê rewşa me ya aborî dijwar bû, lê me xizanî çêjand, da ku zarokên me bixwînin. Carekê ji caran, ji piştî ku keça min xwendina xwe bi dawî kir, û ji beşê wêjeya Ingilîzî derçû, berê xwe da zanîngehê bi hêviya ku belgenameya xwe werbigre, lê karmenda kolêjê wê vegerand û jê re got, ku ew bê nasname ye, vêca keça min giriya û ji wê karmendê re got, ku wê ked rijandiye ta ku bighêje vê belgenameyê, lê ew jî bê sûde bû“.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Bedî’a da zanîn, ku ji piştî nekarîna zarokên wê ku belgenameyên xwe yên zanistî bistînin, yekê ji keçên wê bi riya qaçaxî koçberî Ewropayê bû, û her bi gotina wê ku kurê wê yê biçûk jî, ji ber rewşa birayên xwe ya ku bi çavên xwe dît, berî ku bighêje Bekeloriya dev ji xwendinê berda, û di vê barê de Bedî’a got:
“Tenê çar zarokên min hene, ji lewre min dixwest ku tev xwendina xwe bi serî bikin, lê mijara mektûmbûnê gelek ziyan gîhande me, herwiha keça min a ku xwendina wêjeya Ingilîzî bi dawî kir, li holekê di xemilandina por de xebitî, û bi duvre weke hevalên wê yên din, wê jî li ba rêveberiya xweser kar kir, dîsa jî ez her demê ditirsim û xema zarokên xwe dixwim, bê ka wê çi rewşa wan be gava ku zarok ji wan re çê bibin“.