Ti carî “Isma’îl” guman nedikir ku wê temenê wî bighêje 70ê salî, bê ku xewna xwe pêk bîne û nasnametiya Sûriyê bidest bixe, ji ber ku wî her demê hêvî dikir ku wekî tevahiya hemwelatiyên Sûriyê bibe xwedî nasnametî, lê rêderdiya wî ta bi roja me ya îroyîn didome, û ji ber ku ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, ti guhertinên yasayî di rewşa wî de çênebûne.
“Isma’îl Mihemed” li bajarokê Tirbe Spiyê yê parêzgeha Hisiçayê jidayik bûye, û temenê wî 70ê salin, bi jin e û zarokên wî jî hene, û ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û bi taybet ji beşê mektûman e, ji lewre wî bi salan rêderdiyên dûdirêj kişandiye, û di vê barê de ji lêkolînerê ser erdê “gerok” li ba Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an de got:
“Dema ku serjimêra awarte hate encam dan, birayê min wekî hemwelatî “bi nasnametî” hate tomar kirin, lê ez bûme mektûm, û min gelekî hewl da ku rewşa xwe a yasayî sererast bikim, lê ji ber ku ez endamê partiya demokrata Kurd li Sûriyê bûm, hewldanên min têk çûn, çi ku carekê ji caran min yek ji kesên xwedî hêz di desthilatê de bi xwe re bir saziya nifûsê, lê wan ji wî re gotin ku xêzeke sor li jêr navê min heye, û hewldanên min dê bisernekevin, û tev ku min di piştre dev ji partiyê berda, lê dîsa jî min nikarîbû ku ez rewşa xwe a yasayî sererast bikim, wekî gelekên din ji mektûman ku ne partîvan bûn, û nasnametiyê Sûriyê bi dest wan jî nediket, ji lewre min bi duvre nema gelekî pirsî, û ez pêhest bûm ku bidestxistina nasnametiyê dijwar û negengaz e“.
Tevî derxistina biryara (49)an ji bo binasnametî kirina kesên ku bê nasnametî ne “beşê ejnebiyan”, Isma’îl wekî gelekên din ji mektûman, pelikên xwe ji saziya nifûsê re pêşkêş nekir, ji ber ku ew ji bidestxistina nasnametiyê bêzar û bêhêvî mabû, û di vê barê de got:
“Ji ber rewşa me a yasayî, em rastî gelek astengiyan dihatin, ku zarokên min xwendina xwe berdewam nekirin, û me nikarîbû ku em ti arzî an malûmilkî ser navê xwe tomar bikin, û malûmilkên me yên ku hebûn jî, me li ser navê xizmekî xwe yê xwedî nasnametî tomar dikir, herwiha ji ber rewşa me a yasayî delîveyên kar jî bidest min nediketin, ji lewre ez neçar mam ku bi duvre di dikaneke biçûk de kar bikim, zêdebarî astengiyên ku di rêwîtiya “çûnûhatina” li hindirê Sûriyê de diketin riya me, û wekî nimûne ku kurê min yê mezin di rêwîtiya xwe de li hindirê parêzgehên Sûriyê, sê caran ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate sekinandin, ji lewre wî bi duvre berê xwe da Tirkiyê û nasnametiya wê bidest xist, çi ku hevjîna min hemwelatiya Tirkiyê bû, û tev ku hevjîna min ji berî derdora 50î salî ve li Sûriyê dijî, pelikên bicihbûnê nedane wê, ta berî bi çend salan, ku wê nih ev pelik bidest xistin“.