Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesRecorded Stories Kurdish-Kurmanji: “Bi sedema rewşa min a yasayî, ti kes min nake”

Kurdish-Kurmanji: “Bi sedema rewşa min a yasayî, ti kes min nake”

Çîroka "Kamîran Mihemed Mehmûd" .. Bêparbûna ji nasnametiyê, ji bav û kalan de

by wael.m
70 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Her ku “Kamîran” destê keçekê bo zewacê dixwest, bê hêvî vedigeriya, ji ber ku ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û tev ku wî gelek hewldan kirin da rewşa xwe a yasayî sererast bike, lê ti guhertin çê nebû, û rêderdiya wî ta roja me ya îroyîn berdewam e.

Di sala 1979an de “Kamîran Mihemed Mehmûd” li bajarê Qamişlo jidayik bûye, û ji bav û kalan ve ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û bi taybet ji beşê mektûman e, ku di vê barê de ji lêkolînerê gerok li ba Sûriyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an de axifî, û got:
Bavê min û bapîrê min mektûm bûn, lê dayika min hemwelatiyeke xwedî nasnametiya Sûriyê bû, û berî encamdana serjimêriyê li ba bavê min bilêta nasnametiyê û deftera xizmeta leşkerî “eskeriyê” hebû, lê yên ku serjimêrî bi rê ve dibirin bilêta wî jê stendin bi mehaneya “hiceta” ku sextekirî ye, û me ji ber vê rewşa xwe a yasayî gelek rêderdî kişandin, dêmek me nikarîbû ku em xwendina xwe berdewam bikin, û ne jî me dikarîbû ku malûmilkên xwe ser navê xwe tomar bikin.

Ji piştî derxistind biryara (49)an di sala 2011an de, a taybet bi dana nasnametiyê bo beşê ejnebiyan, Kamîran kaxezên xwe bo saziya nifûsê a bajarê Qamişlo pêşkêş kir, lê tevahiya hewldanên wî têk çûn, tev ku li gor gotina wî, ku gelek kesên mektûm di wê demê de nasnametî bidest xistin, û wî di vê barê got:
Berî derdora sê sal û nîvan, me bihîst ku hejmareke malbatên siryanan û ereban ji yên ku wekî me mektûm bûn, kaxezên xwe pêşkêş kirin û nasnametiya Sûriyê bidest xistin, lê me nikarîbû ku em nasnametiyê bidest bixin, û em dîsa ji her tiştî bêpar man, dêmek em nikarin ji derveyî Sûriyê derkevin, û ne jî em dikarin ku bibin xwedî arzîtî, û me tevahiya malûmilkên xwe ser navê dayika min tomar dikir, lê dayika min jî çû ber dilovaniya Xwedê, bê ku em karibin van malûmilkan veguhêzin ser navê xwe, an bi gotineke rastetir ku kengî rêjîma Sûriyê bixwaze, ew dikare me ji malûmilkên me bêpar bike, û ev ji bilî dijwariyên ku bi sedema rewşa min a yasayî bi ser min de tên, wekî ku ti kes keça xwe bo zewacê nade min, tenê ji ber ku ez mektûm im.

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More