Home Human Rights JournalismStories & TestimoniesWritten Stories Kurdish-Kurmanji: Wekî ku tu bimrî, û di piştre nih maleke te çê bibe, mijar ev bû

Kurdish-Kurmanji: Wekî ku tu bimrî, û di piştre nih maleke te çê bibe, mijar ev bû

Cîroka "Mihemed Emîn Remezan Mihemed" ... dema ku tu ji xwendinê, rêwîtiyê, û dermankirinê bê par dimînî

by wael.m
69 views Download as PDF This post is also available in: English, Arabic Font Size A A A

Mihemed nikarîbû ku dayika xwe, a bi nexweşiya "Penceşêrê" bû, li yekê ji nexweşxaneyên Şama paytext derman bike, û ne tenê wilo, bizîşkan di rûwê wî û yê dayika wî de bijiqîn û kirin qêrîn, û wan qewirandin, ji ber ku ew ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ne, û bi taybet ji beşê "ejnebiyan" e, û ev bûyer di bîrdanka Mihemed de asê maye, û wî hûrgiliyên wê ji lêkolînerê ser erdê "gerok" li ba Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di heyama Avdara sala 2018an de anî ziman.

Di sala 1962an de "Mihemed Emîn Remezan Mihemed" li navçeya "Hasûdê" li bajarê Qamişlo jidayik bûye, bi jin e û heft zarokên wî hene, û tevahiya wan bê nasnametî "ejnebî" ne, û ji Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re da zanîn, ku wî nikarîbû li beşên ku dixwaze bixwîne, çi ku ew bê nasnametî "ejnebî" bû, û di vê barê de got:

"Min dixwest ku ez li beşê dîrokê an yê medyayê bixwînim, û hêviyên min gelek hebûn, lê min nikarîbû ku ez xwendina xwe berdewam bikim, û xizmên min ên ku xwendina xwe berdewam kirin jî, karmendtî bidest wan neket, ku yekî ji wan wêjeya erebî, û yekî jî bizîşktiya lawiran xwend, lê herdu jî ji karmendtiyê bê par bûn, çi ku ew bê nasnametî bûn, û ez jî piştî jidevberdana xwendinê, min xwest ku ez di navendeke dexlûdanê de karê bar hilgiriyê bikim, lê wan jî di destpêkê de min bo kar nepejirandin, ji ber ku ez bê nasnametî me, û bi duvre bi riya dana bertîlan min tê de kar kir, lê ti sîgorteyên civakî û tenderûstî ji min re tune bûn.”

 

Di sala 2005an de, dayika Mihemed bi nexweşiya penceşêrê ket, vêca neçar ma ku wê bibe nexweşxaneya Beyrûnî li Şama paytext, ji ber ku ew nexweşxaneya bi tenê ye li Sûriyê ku nexweşên penceşêre derman dike, lê nexweşxaneyê wê derbas nekir, û karmendên tê de pelikên wê avêtin ser çavê wê û ew qewirandin, herwiha ji wê û kurê wê re gotin: "Vegerin cihê ku hûn jê hatine", ku di vê barê de Mihemed got:

"Hîn tê bîra min bê çawa karmendên ewlekariyê di nexweşxaneyê de bo qewirandina me xwestin, ku dayika min bê karîn û hêz ma û ji ling ve ket erdê, wê hingê ez giriyam û raman hat serê min ku ez xwe ji ser yekê ji qatên nexweşxaneyê bavêjim, lê birayê min nehişt, û me bi riya dana bertîlan dayika min bi navê xizmeke bizîşkê wê derbasî nexweşxaneyê kir, û li ser dirêjahiya heşt rojan ti bizîşk derbasî cem wê nedibû ji bo ku derziyê bide we, vêca me jê re derzî bi buhayî ji derveyî nexweşxaneyê dikirî.”

Mafê Mihemed tune bû ku ti arzî an malûmilkî ser navê xwe tomar bike, ji ber ku ew bê nasnametî ye, û tev ku wî ji xwe re dikanek biçûk kirî, lê ta niha nikare ku wê ser navê xwe tomar bike, û wî amaje kir ku li ser dirêjahiya çar salan hewl dida ku zarokên xwe li ba nifûsa bajarê Qamişlo tomar bike, û di barê astengiyên ku diketin riya wî de got:

"Ez bo demekê li xwaringeheke Şama paytext xebitîm, lê ji ber ku ez bê nasnametî bûm, ji aliyê xwedanê kar ve rastî astengiyan dihatim, çi ku ew li karmendên bi nasnametî digerin, herwiha em ji rêwîtiyê jî bê parin, û wekî nimûne ku em nikarin biçin Libnanê, tev ku ev yek hêsane û bi tenê nasnametiya kesayetî jê re pêdivête, û min bi xwe dixwest ku ez biçim Libnanê da ku li wir kar bikim, lê ev yek bû.”

 

Ji piştî derxistina biryara (49)an di sala 2011an de ji bo dana nasnametiyê bo kesên ku bê nasnametî ne "ên ejnebî", Mihemed li dawiyê mafê hemwelatîbûnê û nasnametiya Sûriyê bidest xist, lê li gor pêhestbûna wî, ku ev yek dereng hat, û di vê barê de got:

"Wekî ku tu bimrî, û di piştre nih maleke te çê bibe, li vir kesê mirî nikare ku sûdê ji malê bigre, mijara me jî wilo bû, û min deh salan di bar hilgiriyê de kar kir bê sîgorte ji min re hebin, herwiha ez neçar mam ku ji ber rewşa xwe, ji cihê xwe vegûhêzim û li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de kar bikim, ji lewre ez dixwazim vê yekê tê bighêm, çawa mirov nikare ku kurê xwe li ser navê xwe tomar bike, ev ji bilî mijara zewacê, a ku me têra xwe rêderdiya wê kişand, çi ku sê xwuşkên min hebûn û di temenê zewacê de bûn, lê ji ber rewşa wan a yasayî, ti kesî wan nedixwest, û rewşa me nêran ne çêtir bû, û min jî destê keça xaltîka xwe bo zewacê xwest, lê ji ber ku ez bê nasnametî bûm, wê nedan min.”

Leave a Comment

* By using this form you agree with the storage and handling of your data by this website.

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More