Home Stories & TestimoniesWritten Stories Kurdish-Kurmanji: “Berovajî cotkarên din ên ku mafê wan hebû ku rûberne mezin ji erdên çandiniyê bigrin, keye ji bilî du hêktaran neda me, ji ber ku em ejnebî bûn”

Kurdish-Kurmanji: “Berovajî cotkarên din ên ku mafê wan hebû ku rûberne mezin ji erdên çandiniyê bigrin, keye ji bilî du hêktaran neda me, ji ber ku em ejnebî bûn”

Çîroka "Remezan Mihemed" .. Dana bertîlan riyeke bo bidest xistina nasnametiyê

by wael.m
1 views Download as PDF
Kurdish-Kurmanji:  “Berovajî cotkarên din ên ku mafê wan hebû ku rûberne mezin ji erdên çandiniyê bigrin, keye ji bilî du hêktaran neda me, ji ber ku em ejnebî bûn”

Dema yekbûnê di navbera Sûriyê û Mesir de, di salên (1958 û 1961)an de, desthilata Sûriyê li gor yasaya "çaksazkirina erdên çandiniyê" wê hingê, erdên çandiniyê li bajarokê "Hasûdê" ji xwedanan "melakan" stendin, û li ser cotkaran belav kirin, da ku ji bo wergirtina sûdê tê de bixebitin, lê berovajî cotkarên din ên ku mafê wan hebû ku rûberne mezin ji van erdan bigrin, ji bilî du hêktaran (1 hêktar = 100 mitro × 100 mitro, an ku 1 hêktar = 0.01 k.m çargoşe) bi dest Remezan neket da ku tê de bixebite, ji ber ku ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye".

Di sala 1945an de, "Remezan Mihemed" li bajarokê "Hilwa" yê li parêzgeha Hisiçayê jidayik bûye, bi jine û zarokên wî jî hene, ku tevde ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ne, û bi taybet ji beşê ejnebiyan e, û di barê bêparbûna wan ji nasnametiyê ve, Remezan ji lêkolînerê ser erdê "gerok" li ba Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Avdara sala 2018an de got:

"Destpêk ew bû, dema ku ez ji bajarokê xwe çûm bajarokê Hasûdê, yê ku ez yek ji damezirênerên wê bûm, û min biryar girt ku ez lê bicih bibim, û bi duvre di dema encamdana serjimêriyê de, keye xelkê bajarok agahdar kir ku jê dernekevin, ji lewre ku ez li benda karmendên serjimêriyê mam ta ku hatin mala min, û wê hingê kurekî min nû jidayik bibû, vêca wan navê min û yê herdu kurên min tomar kirin û çûn, lê bi duvre navê min di nav lîsteyên ejnebiyan de hat, tevî birayê min û hin gundiyên din, û piştî du salan ser encamdana serjimêriyê, hin endamên asayişê "şirta" hatin ber mala birayê min Hisên û bang li wî kirin, û pirsa navê wî û yê dayika wî jê kirin, û kaxez jê vedişartin da ku birayê min nebîne, û bi awayekî ne rasterast jê re gotin, ku ew dikare nasnametiyê bidest bixe, lê bi rêne ne rewa, an ku bi riya dana bertîlan, lê birayê min neda dû mijarê, û min jî doza pêşbirînê ji saziya nifûsê re pêşkêş kir, lê bê sûde bû, û hinekên din ji bilî min nasnametî bidest xistin, ji piştî ku doza pêşbirînê pêşkêş kirin û bertîl dan. Bi kurtahî me gelek rêderdî kişandin, dêmek me nikarîbû di pîşeyên ku em dixwazin de kar bikin, û mafê me tune bû ku malûmilkên xwe ser navê xwe tomar bikin, herwiha em ji xwendinê bêpar bûn, û di sala 1958an de, dema yekbûnê di navbera Sûriyê û Mesir de, desthilata Sûriyê erdên çandiyê ji keye û xwedanan "melakan" stend, û li ser cotkaran belav kir, da ku ji bo wergirtina sûdê tê de bixebitin, lê berovajî cotkarên din "ên xwedî nasnametî" ku mafê wan hebû rûberne mezin ji van erdan bigrin, keye ji bilî du hêktaran neda min, ji ber ku ez ejnebî bûm".

Ji piştî derxistina biryara (49)an di sala 2011an de, a taybet bi dana nasnametiyê bo ejnebiyan, Remezan kaxezên xwe bo saziya nifûsê pêşkêş kir, û li dawiyê nasnametiya Sûriyê bidest xist, û xewna wî bi cî hat.

 

Related Publications

Leave a Comment

This website uses cookies to improve your experience. We'll assume you're ok with this, but you can opt-out if you wish. Accept Read More